1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Asayîşa Rojava rastiya koma girt binçavan eşkere kir
Asayîşa Rojava rastiya koma girt binçavan eşkere kir,asayîşa,rojava,rastiya,koma,girt,binçavan,eşkere,kir

Asayîşa Rojava rastiya koma girt binçavan eşkere kir

A+ A-

DÊRIK - ANF Berpirsê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Gerzan Efrîn rastiya koma çekdar ku ji başûrê Kurdistanê derbasî Rojava dibûn û ji aliyê Asayîşa rojava ve hatine girtin re rave kir. Efrîn, da zanîn ku ev kom li Hewlêrê ji aliyê Pêşmergeyên PDK᾿ê ve hatine perwerde kirin û ji bo binpêkirina ewleya herêmê ji bo rojava hatine veguhestin.

Berpirsyarê Hêzên Asayîşa Dêrikê Gerzan Efrînî derbarê koma ku li ser sînor ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûbûn û hêzên Asayîşa Rojavayê Kuridstanê ew girtin û daxuyaniyek da ANHA᾿yê û diyar kir ku koma ku derbasî Rojava bûbû li ser destê pêşmergeryên PDK᾿ê hatine perwerdekirin û ji bo avakirina hêzeke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê hatibûn rêkirin.

Efrînî, da zanîn ku koma behsa mijarê beriya neha bi demekê bi hinceta biçin serdana gora birêz mele Mustefa Berzanî û got: “Hêzên me ji vê komê re wesayît peyda kirin û ji bo ewlehiya wan bi wan re heta sînorê Sêmalka meşiyan û pir bi rêzgirtin nêzî wan bûn. Efrînî, destnîşan kir ku piştî lêpirsîna bi vê komê re derkete ortê ku koma behsa mijarê çûbûn serdana herêma Başûrê Kurdistanê û li vir li Hewlêre li ser destê pêşmergeyên PDK’ê perwerdeya leşlerî û siyasî dîtine. Efrînî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev agahiyên di destê xwe de ji rêveberên PDK᾿ê re got, lê rêveberên PDK᾿ê qebûl nekir û ji me re gotin ku ev kom hatine serdana gora Berzaniyê nemir. Efrînî diyar kir ku di lêpirsînê de eşkere bû ku ev kom ji bo vê yekê ew ê wan binçav bikin.

Efrînî, diyar kir ku piştî lêpirsînê kom serbest berdan û wiha pê de çû:᾿̓ Piştî ku koma behsa mijarê soz dan ku ew li dijî ewlekariya herêmên kurdî tevnegerin, hêzên me ew serbest berdane. Ev kom 30 kes ji wan ji Kobanê, 20 ji Efrîn û yên mane ji herêmên Cizîrê bûn.᾿̓

Derbarê mezinkirin buyerê ku hin aliyan kirin û bi taybet daxuyaniyên Serokê Partî Ebdulhekîm Beşar ya li ser ekranê hin telefizyonê girêdayî PDK᾿ê û got ku Asayîşa Rojava girydayî Rêjîma Sûriyê ye Efrînî ev tişt anî ziman: ᾿̓ Daxuyaniyên Beşar ji rastiyê dûr in û Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rastiya Beşar dizanin û dizanin ku belge li ser girêdana wî ya bi rêjîma Baas re û gelek belge li dîroka û rastiya birêz Ebdulhekîm Bişar hatin belavkirin.̓̓̓᾿

Efrînî bang li hêzên Asayîşa Başûrê Kurdistanê kir û ev tişt got:᾿̓ Pêwîst e Asayîşa Başûrê Kurdistanê ji bo aramiya Rojava û Başûrê Kurdistanê bi mer re alîkar bin, rê ne din kes û komikên ku ji bo xerabkirina ewlekariya du herêmên Kurdistanê ku azad bûne tevdigerin. Em ji aliyê xwe ve ku aramca vê komê diyar bikin û ji bo çi ketine herêm Başûrê Kurdistanê û li ku hatine perwerde kirin û kê perspektîf dane û çi ders li navendên Başûrê Kurdistanê standine.᾿̓

Di dawiya daxuyaniya de Efrînî da zanîn ku hêzên Asayîşa Rojava girêdaye Desteya Bilind a Kurd e û li gorî qanonên hundirîn fermiyeta xwe ji gelê Rojavayê Kurdistanê standine û hêzên Asayîşê ji bo parastina ewlekariya herêmê tevdigere û dê heta dawî li ser soza xwe ya parastina ewlekariya herêmê tevbigere û wê rê ne de komên çete ku ji berjewendiyên derve hewldidin ewlekariya herêmên kurdî binpêbikin᾿̓

Li aliyeke din di nava gelê Rojava de metrsîna ku şerê navxweyî di nava gelê herêm de derkeve û bi taybet tiştên ji aliyê çapemeniya PDK᾿ê ya girdayî Serokê herêmê Mesud Barzanî tê belavkirin û dide xuyakirin ku dê îhtîmala şerekî navxweyî derkeve.