Asayîşa Êzidxanê 3. dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kir
Her diçe asayîşa Êzidxanê mezin dibe. Herî dawî jî asayîşa Êzidxanê 3’emîn dewreya xwe ya perwerdeya leşkerî û parastinê bi dawî kir
ŞENGAL/ ROJNEWS
Gelê Şengalê yên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an bê parastin man û rastî fermanek mezin hatin, diyar dikin bersivdayina herî rast mezinkirin û xurtkirina parastina Êzidxanê ye. Asayîşa Êzidxanê 3’emîn dewra xwe bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîmê de fermandarên YBŞ û YJŞ’ê amade bûn. Endamên asayîşê 2 meh perwerdeya bîrdozî, parastin û leşkerî ditin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ser ruhê cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre endamê Rêveberiya Asayîşê Xebat Şengalî axivi û bi dawîkirina dewra nû ya asayîşê li endaman û gelê Êzidî pîrozkir û wiha got: “Îro em di Rojhilata Navîn de dijîn. Netew û kêmnetewên heyî û baweriyên heyî ji bo bikaribin xwe hemberî sistema kapitalist û hêzên navnetewî biparêzin, bê gûman pêwîstî bi hêza çekdarî heye.”
Şengalî diyar kir ku roja 3’ê Tebaxê sedemê ferman hate ser gelê me, bê parastina me bû û wiha domand: “Ji bo ku em bersiva fermanê bidin, bersiva herî rast û gûncaw mezinkirin û xurtkirina parastinê ye. Lewra jî em ê wekî gelê Êzidî heya dawiyê hêza xwe mezin bikin û parastina xwe bi xwe bikin. Êdî em parastina xwe nahêlin hêviya ti hêz û aliyên derve.”
Endamê Rêveberiya Asayîşê Xebat Şengalî di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Êzidî kir ku werin cihê xwe di nava asayîş û YBŞ/YJŞ’ê de bigirin û gundên Êzidxanê biparêzin.
Piştî axaftinan endamên asayîşê sond xwarin û bawernameyên xwe girtin.
Di dawiya merasîmê de endamên asayîşê li ber strana govend gerandin.
Hêjayê gotinê ye piştî fermanê di dîroka Êzidiyan de cara yekemîne asayîşa Êzidxanê ya ku ciwanên Êzidî xwe bi cih digirin hate avakirin. Beriya niha jî 2 dewreyên mezin yên asayîşa Êzidxanê bi dawî bibûn.
(sk)