1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Asya Abdulla: Em dê di demek nêz de mizgîniyê bidin
Asya Abdulla: Em dê di demek nêz de mizgîniyê bidin,asya,abdulla,em,dê,di,demek,nêz,de,mizgîniyê,bidin

Asya Abdulla: Em dê di demek nêz de mizgîniyê bidin

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Hevseroka PYD'ê Asya Abdulla bi riya telefonê ji welatiyên li sînor nobeta berxwedanê digirin re axivî û wiha got: "Berxwedaneke gelek mezin tê li dar xistin. Di demek nêz de me dê mizgîniya azadiya Kobanê bidin." Abdulla bertek nîşanî Erdogan ê ku got, "Kobanê bajarê ereban e" da û diyar kir ku Kobanê ji dîrokê heya niha bajarê kurdan e.

Hevseroka PYD'ê Asya Abdulla bi telefonê ji welatiyên li gundê Mehser ê navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi rojanin nobeta berxwedanê digirin re axivî. Abdulla, welatiyên di berxwedanê de silav kir û wiha axivî: "Em berxwedaneke bi rûmet dimeşînin. Bi saya we berxwedana Kobanê li hemû cîhanê hate belavakirin." Abdulla, anî ziman ku nobeta berxwedanê tenê ji gel re na moraleke mezin da şervanên YPG/YPJ'ê jî. Abdulla, balkişand ser pevçûnên li Kobanê û da zanîn ku şervanên YPG/YPJ'ê darbeyên gelek mezin li çeteyên DAIŞ dan û çeteyên DAIŞ'ê di avzemekê de ne û wiha pê de çû: "Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî berxwedana YPG/YPJ'ê ketin zorê mala hildiweşînin û tolê digirin. Lê tu êrîş encamê nagirin. Serkeftin a gelên li ber xwe dide ye û ya me ye."

'Di demek nêz de em dê mizgîniyê bidin'

Abdulla, bilêv kir ku li Kobanê berxwedaneke gelek mezin tê dayîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Divê çalakiyên we yên piştgiriyê bidomin. Di demek nêz de em dê mizgîniya azadiya Kobanê bidin. Pişt re em li benda we ne." Abdulla, destnîşan kir ku hinek hêzên navneteweyî û herêmê yên Tirkiye serkêşiya wan dike li hemberî Kobanê di nava hinek lîstikên qirêj de ne û tu hesabên çeteyên DAIŞ'ê xwedî dikin li hemberî berxwedanê xwe nagirin.

'Kobanê bajarê kurdan e'

Abdulla bertek nîşanî gotinên Serokomarê tirk Erdogan a "Kobanê bajarê ereban e" da. Abdulla got, "Divê hemû kes hedê xwe bizane" û da zanîn ku di dîrokê de Kobanê bajarê kurdan e û dê wisa jî bimîne. Piştî axaftina Abdulla welatiyên di çalakiyê de sloganên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ" û "Bijî Berxwedana Kobanê" berz kirin.

(bd)