1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Asya Abdullah: Daxwaza me ya ji bo korîdorê didome
Asya Abdullah: Daxwaza me ya ji bo korîdorê didome,asya,abdullah,daxwaza,me,ya,ji,bo,korîdorê,didome

Asya Abdullah: Daxwaza me ya ji bo korîdorê didome

A+ A-

KOBANÊ 12.11.2014 07:04:35 Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah diyar kir ku daxwaza wan a ji bo vekirina korîdorekê didome û destnîşan kir ku ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê korîdor gelekî girîng e.

Asya Abdullah der barê rewşa dawî ya Kobanê de agahî da û destnîşan kir ku DAIŞ ji herêmên xwecih yên derveyê Kobanê her tim alîkariya çekan girin û got di nava van de tank û top jî hene. Abdullah da zanîn ku ev çek li dijî navenda bajar tên bikaranîn û sivîl hedef tên girtin. Abdullah wiha berdewam kir: “Digotin li Kobanê sivîl tunene. Di du rojên dawî de 8 şehîd hene. Ev hemû sivîlin.

Abdullah der barê êrîşan de ev agahî dan: “Di du rojên dawî de 8 sivîl mirin û 19 birîndar bûn. Di êrîşan de ligel şehadeta sê sivîlan 5 zarok û yek jî zarok 12 kes bi giranî birîndar bûn û rakirin Bakurê Kurdistanê. Birîndarên me yên din bi derfetên me tên dermankirin. Lê divê baş bê zanîn ku li Kobanê sê nexweşxane hebûn. Her sê jî hat serobino kirin.nexweşxaneya nû hebû. Lê di êrîşê de hat wêrankirin.

Abdullah bi lêv kir ku êrîşên hêzên koalîasyonê yên ji hewayî ve didomin û mixabin ev êrîşên hewayî di nokteya ku çekên giran bê bandor bike de qels dimînin û wiha pê de çû: “Çeteyên DAIŞ’ê li taxên Botan û Kaniya Kurdan hebûna xwe didomînin.Li bajar li cihên ku pevçûn hene bajar wêran kirine. Xeleka li dora bajar didome. Ji bo piştevaniya bo Kobanê ev korîdor ferze û daxwazên me yên di vî alî de didome.

Abdullah hewcedariyên sivîlan û mijara korîdorê wiha nirxand: “Sivîl tên lê hewcedariyên van hene, divê bên pêşwazîkirin. Hemû gundên dora bajar wêran kirine. Di nava Kobanê de hemû cihên ku hewcedariyên gel pêk anîn hilweşandin.Em bang li saziyên alîkariyê yê navneteweyî dikin ku hilweşîna li Kobanê ji bo ji nûve bê înşakirin divê proje bê pêşxistin. Divê alîkairya leşkerî û sivîl bê kirin. Ji ber vê korîdor girînge.Piştgiriya navneteweyî bo Kobanê girînge.”