Asya Ebdûllah: DAIŞ bi hêzên nû êrîş dike
SEDAT SÛR - KOBANÊ - ANF Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê her tim hêzên nû tîne Kobanê û şer di rojên dawî de giran bûye. Ebdûllah diyar kir ku berxwedana 40 roj li dû xwe hişt, berxwedaneke mirovahiyê ye û destnîşan kir ku desteka xurt a hêzên demokratîk û kaolîsyonê, ji bo wan pêwîst e.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah ku ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û vir ve li Kobanê di nava berxwedanê de ye, asta heyî ya berxwedanê û mijarên di rojevê de ji ANF'ê re nirxand.
Weke ku tê zanîn Artêşa Azad beriya sê rojan hêzeke xwe ya leşkerî ya ji 1300 kesî ku li Helebê li hev kom kir, daxuyaniyek da û ragihand ku dixwazin li Kobanê şer bikin. Dema ev biryar hat girtin, bi we re diyalogek hat danîn? Hûn vê biryara artêşa azad çawa dinirxînin?
Di mijara Artêşa Azad a Sûriyeyê de, ji destpêka şoreşê û vir ve helwesta me ya siyasî zelal e. Li pêşberî her partiya di mijara demokratîkbûyîna Sûriyeyê de xwedî proje, der heqê hêza siyasî ya ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê têdikoşe û hêzên leşkerî yên ji bo pêşeroja Sûriyeyê şer dikin, de ji destpêkê ve helwesta me li pêş çavan e. YPG ji destpêkê ve bi Artêşa Azad re di nava têkiliyê de ye. Li Serêkaniyê bi Artêşa Azad re jî têkilî hat dayîn, ji 15'ê Îlonê û vir ve bi Artêşa Azad re di çarçoveya Burkan El Firat de tifaq hat kirin û di koordînyeta odeya operasyonê de berxwedaneke hevpar tê nîşandan. Şervanên Artêşa Azad ên di nava Burkan El Firat de cih digirin, li gel şervanên YPG'ê li ber xwe dan û hin jê şehîd ketine. Ji ber ku mijareke leşkerî ye mûxatabê daxuyaniya dawî ya Artêşa Azad, hêzên YPG'ê ye. Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, di navbera YPG û Artêşa Azad de diyalog pêk hatiye û yek ji fermandarên YPG'ê di hevpyevîneke xwe ya îro ya ji bo ANF'ê de di vî warî de nêzîkatiya xwe ya giştî anî ziman. Di mijara dem, rêbaz û hatina Artêşa Azad de YPG amadekarî û tedbîrên pêwîst wê bigire û bi diyaloga bi Artêşa Azad re ev ê pêk were.
Diyaloga navbera Artêşa Azad û YPG'ê, piştî daxuyaniya Artêşa Azad derket holê?
Piştî ku Artêşa Azad biryara xwe bi raya giştî re parve kir, pêvajoyeke diyalogê ya bi YPG'ê re destpê kir. Lê belê ji ber ku ev mijareke leşkerî ye, wê YPG di rojên pêş de li ser vê diyalogê û biryarên hatine wergirtin de, daxuyaniyekê bide.
Hûn ji aliyê siyasî ve vê biryarê çawa dinirxînin?
Ji aliyê siyasî ve em ne li dijî ti komê ye. Her hêza dixwaze destê bide berxwedana Kobanê, bêguman em ê bi awayekî erênî pêşwazî bikin. Di vî warî de em dixwzin bi her hêzeke li gorî projeya me ya demokratîkbûyînê tevdigere re, tifaqê bikin. Lê belê zelakbûna aliyê leşkerî yê mijarê, di însiyatîfa YPG'ê de ye. Piştî ku bi YPG'ê re hevdîtin û peymanên giştî kirin, ti pirsgirêk nîne ku destê bidin berxwedana me.
Lê divê ev yek were ziman, Artêşa Azad ji xw eniha bi me re têdikoş e. Fermandara YPG/YPJ'ê Meysa Ebdo jî di vê mijarê de di hevpeyvînek li gel ANF'ê re ev gotibû. Li Minbic, Cerablûs û bajarên din ên di destê DAIŞ'ê de ne, Artêşa Azad dikare şer bike. Lê dîsa jî di encama diyaloga navbera YPG-Artêşa Azad de wê kîjan biryar were stendin, ev ê di rojên pêş de zelal bibe.
Parlamenta Başûrê Kurdistanê biryar stend ku pêşmerge derbasî Kobanê bibin û tevlî berxwedanê bibin. Hatibû ragihand ku hêzeke pêşmerge ya ji 200 kesî wê bi çekên xwe derbasî Kobanê bibin. Di vî warî de pêşketinek heye? Hûn vê biryarê çawa dinirxînin?
Heta niha hêzeke pêşmerge ya gihaştiye Kobanê nîne. Ji bo bicihanîna vê biryara bi erêkirina hemû hêzên siyasî yên li parlamenta Başûrê Kurdistanê hat wergirtin, niha di navbera hêzên YPG û pêşmerge de diyalog û hevdîtin dewam dikin. Ji aliyê wê yê pratîkî ve xebat dewam dikin. Em vê biryarê û tevlîbûna hêzên Kurdistanî li berxwedana Kobanê erênî dibînin. Mîna li Şengalê wê li Kobanê jî hêzên Kurdistanî bi ahengî li ber xwe bidin.
Alîkariya çekan a hêzên koalîsyonê ji hewayê ve kir, tevkariyeke erênî li berxwedana we kir? Ev alîkariya çekan wê dewam bike?
Em alîkariya çekan erênî dibînin. Ev destek, di pratîkê de bi rêya diyalogê ya navbera YPG û hêzên koalîsyonê de hat kirin. Ji aliyê giştî ve em vê destekê erênî dibînin. Em dixawzin û li bendê ne ku alîkariya çekan dewam bike.
Desteka bi vî rengî ji hewayê ve têrê dike, yan jî pêwîstî ji bejahî ve jî bi korîdorekê heye? Daxwaza we ya vekirina korîdorê hînê dewam dike?
Alîkariya di vê mijarê de hatiye dayîn em erênî dibînin. Vê alîkariya çekan derfetên berxwedana YPG'ê zêdetir kir û tevkarî li berxwedanê kir ku derkeve asteke bilindtir. Lê bêguman têrê nake. Daxwaza me ya korîdora ji bejahî ve, ji bo şikandina êrîşên li hemberî Kobanê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Lewma daxwaza me dewam dike. Kobanê bi salane di bin ambargoyê de ye. Vê ambargoyê ji her alî ve rê li ber pirsgirêkan vekiriye. Ji bo korîdorê pêwîste her kes daxwaza xwe bi dengekî bilind bînin ziman. Di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de divê korîdorek bê vekirin.
Ji aliyê vekirina korîdora bejahî de heta niha gavek nehatiye avêtin. Çima heta niha gaveke pratîkî nehatiye avêtin?
Hêzên di vî warî de dixebitin, daxwaza vekirina korîdorê dikin, divê xebatên xwe zêde bikin. Pêwîste dewleta Tirk di vê mijarê de gavê biavêje. Divê destûra vekirina korîdorê bide. Ji her demê bêtir niha pêwîstî bi vekirina korîdorê heye. Şerekî ku bênavber dewam dike û di rojên dawî de giran bûye heye û vekirina korîdorê wê ji bo şikandina van êrîşan tevkariyeke girîng bike.
Çeteyên DAIŞ'ê berî du rojan êrîşî nuqteya sînor a Til Şeîrê kirin ku lê sivîlên Kobaniyî hene. Êrîşên bi heman rengî timî dikin. Ji vî alî ve, gelo korîdoreke bejahî ji bo ewlehiya jiyana bi hezaran sivîlan e girîng e?
Rast e. Çeteyên DAIŞ'ê berî du rojan bi çekên giran êrîşî vê nuqteyê kir û di encamê de du jê jin, yek zarok pênc sivîl birîndar bûn. Her wiha di topbarana li hemberî navenda bajêr de sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Di vî warî de vekirina korîdorê, ji bo ewlekariya jiyana sivîlan gelekî girîng e. Wekî din dixwazim tiştekî bêjim; mirovên li vir birîndar dibin pêwîstî bi tedawiyake lezgîn heye, lê derfet nîne. Vekirina korîdorê wê pêşî li windahiya jiyanan a ji ber vê yekê jî bigire. Korîdor beriya her tiştî pêwîstiyeke însanî ye, divê bê vekirin.
Di rojên dawî de tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê hêzên nû li derdorê dicivîne. Di vê der barê de hûn dikarin agahiyan bidin me?
Belê rast e. Di rojên dawî de agahî gihan ber destê me ku li herêmên Reqqa, Minbci, Cerablûsê di nava tevgereke berfireh de ne. Em hîn bûn ku ji van herêman hejmareke zêde endam û çekan li derdora Kobanê dicivînin. Wesayîtên ku li Kobanê diteqînin jî, ji van herêman tînin. Em dizanin ku wê destekek gelekî zêde ji çeteyên DAIŞ'ê re bê. Di vî warî de tevgerek heye. Di sê rojên dawî de êrîş zêde bûn. Li hemberî van êrîşan hêzên YPG/YPJ û şervanên Artêş Azad berxwedaneke mezin nîşan didin. Divê raya giştî di vî warî de hişyar be, desteka xwe ya ji bo berxwedana Kobanê zêde bike.
Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?
Dikarim bêjim ku şer di rojên dawî de giran bûye. Bi taybetî li rojhilatê bajêr li taxa Botanê, kolana 48'an, Kaniya Kurdan, herêma avahiya Şaredariyê, pevçûnên dijwar diqewimin. Bi hêzên nû yên ji herêmên rojhilat re êrîş li hemberî van herêman tê kirin. Lİ hemberî van êrîşan berxwedana şervanên YPG û Artêşa Azad dewam dike. Berxwedana me 40 roj li dû xwe hişt. Ev berxwedan berxwedana tevahiya gelên herêmê û mirovahiyê ye. Pêwîste koalîsyon û hemû hêzên demokratîk destekeke xurtir bidin vê berxwedanê. Em dikarin bêjin ku rewş krîtîk e û li hemberî vê pêwîste di vê demê de hestyariyek zêdetir hebe.