1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Asûrî û Xiristiyan piştgirî dan Însiyatîfa Kurdî
Asûrî û Xiristiyan piştgirî dan Însiyatîfa Kurdî,asûrî,û,xiristiyan,piştgirî,dan,însiyatîfa,kurdî

Asûrî û Xiristiyan piştgirî dan Însiyatîfa Kurdî

A+ A-

QAMIŞLO 27.05.2014 08:31:14 Kombûna Sivîlan a Xiristiyanî û Partiya Asûriyan a Demokratîk piştgiriya dan Însyatîfa Kurdî ya ji bo demokratîkbûyîna Sûriyê û bi awayekî fermî beşdarî nava xebatên Însyatîfê bûn.

Di çarçoveya xebatên Însiyatîfa Kurdî ya ji bo demokratîkbûyîna Sûriyê dimeşîne de, Kombûna Sivîlan a Xiristiyanî û Partiya Asûriyan a Demokratîk li buroya Komîteya Têkliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a bajarê Qamişlo bi endamên komîteyê re civiyan. Di civînê de piştî nîqaş û nirxandinan, herduyan bi awayekî fermî xalên Însiyatîfa Kurdî ya ji bo demokratîkbûna Sûriyê erê kirin û beşdarî nava xebatên wê bûn û piştgiriya xwe dane wê.

Di civînê de Berpirsiyarê Buroya Rêveberiya Kombûna Sivîlan a Xiristiyanan Dawûd Xerzanî û Serokê Partiya Asûriyan a Demokratîk Wail Mîrza amade bûn. Şande ji aliyê endamên Komîteya Têkliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Çinar Salih, Ebdulselam Mihemed û Xedîce Îbrahîm û nûnerên Înîsyatîfa Kurdî ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de bi awayekî berfireh rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate nirxandin. Her wiha projeyên ji bo çareseriyê hatine pêşniyarkirin, hatin nîqaşkirin û hate diyarkirin ku hemû pêşniyarên aliyan ên çareserkirina aloziya Sûriyê bi ser neketine.

Di dawiya civînê de herdu aliyan Însiyatîfa Kurdî gotûbêj kirin û piştî nirxandinan, herduyan li ser belgeyekê îmze kirin û bi awayekî fermî beşdarî nava xebatên Însiyatîfê bûn.

Şandeyê di civînê de got ku pêwîste di nava xebatên Înîsyatîfê de kongreyeke niştimanî ji bo giştî mûxalefeta Sûriyê bê lidarxistin.

Her wiha pêşniyarên ku şandeyê der barê Însiyatîfê de kirine, ji aliyê nûnerên Însiyatîfê ve erênî hate nirxandin.