1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Atalay di nav xeyalan de digevize"
"Atalay di nav xeyalan de digevize",atalay,di,nav,xeyalan,de,digevize

"Atalay di nav xeyalan de digevize"

Kaplan: Beşîr Atalay di nava xeyalên xwe de digevize

A+ A-

Wezîrê Dewletê Beşîr Atalay diyar kir ku hevdîtinên wan ên ji bo PKK li Bakurê Iraqê çekan berde didome û heta PKK'ê teslîm bigirin jî dê têbikoşin. Atalay, da zanîn ku di nava van hevdîtinan de DYA jî heye. Wekîlê Serokên Koma BDP'ê Hasip Kaplan, da zanîn ku Wezîr Beşir Atalay ji rastiya Tirkiye û Rojhilatê qud dijî û di nava xeyalên xwe de vedigevize.

Piştî ku Wezîrê Dewletê Beşir Atalay got 'Têkoşîna me ya ji bo PKK li Bakurê Iraqê çekan berde didome û heta PKK'ê teslîm bigirin jî dê têbikoşin. Di nava van hevdîtinan de DYA jî heye" Wekîlê Serokên Koma BDP'ê Hasip Kaplan, bertekên xwe anîn ziman. Kaplan, li hemberî vê helwesta Beşir Atalay nerînên xwe ji ajansa me DÎHA'yê re anîn ziman. Kaplan, da zanîn ku daxuyaniya Atalay a di televîzyonê de û gotina wî ya "Me Konsepta Ewlehiyê plan kir" heman tişt e û wiha got: "Di bin navê KCK'ê de operasyonan dimeşînin. Pêvajoya operasyonan didome. Hemû siyasetmedadarên ku gel wekî vîna xwe hilbijartiye tên girtin. Dadgehên Bi Rayeya Taybet welatiyan û siyasetmedaran tehdît dikin. Ger ku hûn gelê kurd nas nakin gel jî we nas nake. Hûn Parlementer, şaredar, rêveberên BDP'ê ku bi vîna gel hatin hilbijartin bigirin wê demê gel jî dê we nas neke. Niha faşîzma AKP dixaze li vir ezan bide. Ji mere dibêjin 100 salin me hûn xistin bin piyê xwe û eciqandin û ji niha û şûnde jî em dê we bi eciqînin. Lê em destûrê nadin vê yekê."

'Heta ku vîna gel esas nayê girtin pirsgirêk çareser nabe'

Kaplan, da zanîn ku daxuyaniya Atalay li ser bingehê teslîmgirtina gel hatiye kirin û wiha pêde çû: "Ji sala 90'an heta niha êrîş û polîtîkayên îmhayê yên ji bo teslîmgirtina gelê kurd didome. Lê gele kurd bi têkoşîna xwe ya bi rûmet li hemberî vê yekê serî radike. Beşir Atalay bi van daxuyaniyên wekî ku li Tirkiye û Rojhilata navîn najî û rastiyan nabîne. Xuya ye ku Atalay ji her tiştî qut dijî. Di nava xeyalên xwe de dijî. Ger ku hûn vîna gel esas negirin û li çareseriyê bigerin hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin. AKP li şûna li nava xwe li çareseriyê bigere, li Washington, Buruksel, Bexde, Telaviv û li Tahranê li çareseriyê digere."

'Şerê bikakujiyê tev li rûpelê dîrokê bûn'

Kaplan, bilêv kir ku hikûmetae AKP'ê dixwaze di nava kurdan de dîsa şerê birakujiyê pêş bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê kurd êdî hişyar bûye û xwe nas dike. Şerê birakujiyê êdî têk çûye û tev li rûpelê dîrokê bûye. Êdî gelê kurd li rûmet û nirxên xwe xwedî derdikeve û dixwaze bi rêya diyalog, aştî û demokrasiyê pirsgirêkê çareser bike."

(mae)