Avahiya cendirmeyan ji esrarkêşan re ma
Avahiya ku ji cendirmeyan maye bûye meskenên esrarkêşan
Avahiya ku ji cendirmeyan maye û mulkiyeta wê aydî Emlaqa Neteweyî ye li Amedê bûye hêlîn û warê esrarkêş, tiryak û dizan. Welatiyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kir ku kesên tên vê avahiya vala bikar tînin gefan li jiyana welatiyên taxê dixwin.
Avahiya vala ya li ser kolana Buyuk Alp ku wekî kolana Demokrasiyê tê zanîn ya li taxa Yenîşehîra Yenîşehîrê bûye war û meskenên esrarkêş, diz û tiryakan. Avahiya ku ji cendirmeyan maye û niha li nava taxê vala hatiye hiştnin, mulkiyeta wê aydî Emlaqa Neteweyî ye. Avahiya ku ciwan û kesên araqvexur, esrarkêş, tiryak û diz her şev lê kom dibin, tirsek mezin li ser welatiyên taxê çêdike. Avahiya ku ji bo diz û tiryakan bûye war, gefan li jiyana welatiyan dixwe. Welatiyên li taxê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ev avahî aydi Emlaqa Neteweyî ye û berê di destê Cendirmeyan debû. Avahiya 4 qat, li gel 2 salin vala ye jî dîsa nayê hilweşandin û deriyê wê ji diz û tiryakan re vekiriye. Tiryak û dizên ku vê avahiyê bikar tînin li hundirê kanepe danîne û tiştên xerab li vir dimeşînin. Welatiyan anîn ziman ku ji bo der barê vê avahiyê de tedbîr bên girtin gelek caran daxwazname dane Walîtiya Amedê, lê heta niha der barê vê yekê de tu tedbîr nehtine girtin.
Welatiyê Taxê Cengiz Erkan, diyar kir ku ji bo avahî bê hilweşandin gelek caran daxwazname dan walîtiyê, lê heta niha tu encam negirtin. Erkan, anî ziman ku hemû cîran ji vê avahiyê bi gazincin û wih got: "2 salin ev avahî vala ye û diz, tiryak, esrarkêş, psikopat, serxweş û her kes tên vir bikar tînin. Em dixwazin v yek bi lezgîn bê hilweşandin û tedbîr bê girtin.
(mae)