1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Avahiya hiqûqa dijmin û rehîne: Îmrali -1-
Avahiya hiqûqa dijmin û rehîne: Îmrali -1-,avahiya,hiqûqa,dijmin,û,rehîne,îmrali,1

Avahiya hiqûqa dijmin û rehîne: Îmrali -1-

Îmrali, ku ji sala 1999'an û vir ve ji girtîgehekê zêdetir temsîla gelek tiştan dike, bûye qadeke ku li ser hiqûqa dijmin û rehîne hatiye avakirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Îmrali weke cihê pêşîgirtina bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li civakê û astengkirina azadiya wî, hate amadekirin.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê ji bo rewşa li Îmraliyê ev pênase kir: "Ji 1999'an û vir ve rewşeke tecrîdê heye, ku hebûna tecrîdê ne cihê nîqaşê ye." Komîteyê di raporeke xwe de, ku piştî serdana 19-22'ê Gulana 2007'an amade kir û di sala 2008'an de weşand, cih da vê tespîta xwe.

Ocalan di navbera 16'ê Sibata 1999'an û 17'ê Mijdara 2009'an de bi tena serê xwe li Îmraliyê hate girtin. Piştre 5 girtiyên ji girtîgehê din sewqî Îmraliyê hate kirin, Lê belê Ocalan dîsa jî bi tena serê xwe dihat girtin. Hefteyê tenê pênc saetan dikarîbû girtiyan bibîne. Ev yek nedihat wateya rakirin an jî sistkirina tecrîdê; hin kesên din tevlî tecrîd û îşkenceyê hatibûn kirin.

Daîreya Duyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di biryara xwe ya 14'ê Adara 2014'an de ev xusûs weke kiryara xerab û îşkenceyê pênase kiribû, ku li xala 3. a Peymanê de tê destnîşankirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dibêje, "Birêz Ocalan ji ti mafên ku Qanûna li ser Înfaza Tedbîrên Ewlekariyê û Ceza ya bi Hejmara 5275'an nikare sûdê werbigire û ev mafên wî bi temamî hatine astengkirnin."

Li gorî qanûnê, her wiha li gorî biryarên DMME diviyabû mafê axaftina bi telefonê jê re bihata dayîn, lê ev maf nehat dayîn, ku di raporên CPT de jî tê binavkirin.

Mafên wî yên agahîgirtinê mîna wergirtin û nivîsandina nameyan hate astengkirin. Destûr nehat dayîn ku nameyê binivîsîne û nameyên jê re dihatin jî hatin sansurkirin ya jî bêyî agahî jê re bê dayîn, hatin desteserkirin.

Tevî ku mafê malbatê û ziyaretvanan heye mehê du caran ziyaret bikin, ev maf hat bisînorkirin, ya jî nehat naskirin.

Hemû hewldan û daxwazên li dijî binpêkirina mafên Ocalan hatin redkirin, ya jî bêbersiv hatin hiştin. Dewleta Tirk rola mezin a Ocalan di nava gelan de didît, lewma ji ber vê gumanê hiqûqa xwe jî nas nedikir.

Hevdîtina bi parêzeran re, bi bahaneyên mîna "keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e" tê astengkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve li Girava Îmraliyê hevdîtinên parêzer-muwekîl nayên kirin, tên astengkirin.

DAXWAZÊ JI BO HEVDÎTINÊ Û ENCAM

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li ser serlêdanên wan ên hevdîtinê û encaman ev agahî da:

Di navbera 27'ê Tîrmeha 2011-31'ê Kanûan 2011'an de 43 cara serlêdan hatin kirin, 19 caran bi bahaneya rewşa nebaş a hewayê, 22 caran bi bahaneya keştî xerabe ye, carekê jî bi bahaneya betlaneya cejnê hatin redkirin.

Di sala 2012'an de nehiştin hevdîtinek jî bê kirin.

Di nava sala 2012'an de 104 caran serlêdan ji bo hevdîtinê hatin kirin, bi hinceta keştî xerabe ye 73 caran, bi bahaneya rewşa nebaş a hewayê 14 caran, bi hinceta keştî di tamîrê de ye 14 caran û bi bahaneya betlaneya cejnê carekê hatin redkirin.

Di sala 2013'an de nehiştin hevdîtinek jî were kirin.

Di sala 2013'an de 102 caran serlêdan ji bo hevdîtinê hatin kirin, bi bahaneyên keştî xerabe ye 82 caran, rewşa hewayê nebaş e 12 caran, keştî di tamîrê de ye 4 caran, betlaneya fermî 4 caran nehatin qebûlkirin.

Di sala 2014'an de nehiştin hevdîtinek bê kirin.

Di sala 2014'an de 104 caran daxwaza hevdîtinê hatin kirin, lê bi bahaneyên keştî xerabe ye 86 caran, rewşa hewayê nebaş e 9 caran, keştî di tamîrê de ye 6 caran û betlaneya fermî 3 caran hatin redkirin.

Di sala 2015'an de nehiştin qet hevdîtin were kirin.

Ji destpêka sala 2015'an ehta 27'ê Tîrmeha 2015'an 56 serlêdan hatin kirin. Bi bahaneya keştî xerabe ye 49 caran û rewşa hewayê nebaş e 7 caran serlêdan nehatin qebûlkirin.

QANÛNÊN XWE Û MEWZÛATA NAVNETEWEYÎ JÎ NAS NEKIR

Li gorî qanûnên Tirkiyeyê û mewzûatên navneteweyî, mafê Ocalan ê hevdîtina bi parêzeran re heye, lê ev mafê wî hate binpêkirin. Tevî hukmê 6/3-c ê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Xala 36. a Destûra Bingehîn, Xala 59. a Qanûna l ser Înfaza Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ya Bi hejmara 5375, ev mafê Ocalan hate binpêkirin.

PARÊZERÊN WÎ HATIN GIRTIN

Parêzeran ji bo pêkhatina hevdîtinê, her hefte bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Rêvebeiya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Lê belê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û pê ve bi ti awayî destûra hevdîtina parêzeran nehate dayîn. Di 22'ê Mijdara 2011'an de parêzerên çûn hevdîtina Ocalan hatin girtin.

TECRÎDA NAVA TECRÎDÊ: CEZA

Dewleta Tirk, ku tecrîda di nava tecrîdê de li ser Ocalan meşand, li Îmraliyê ev ceza xiste meriyetê:

Di 4'ê Kanûna 2005'an de, ji ber "binpêkirina helwest û nêzîkatiyên rêveberî dixwaze" cezayê şermezarkirinê,

Di 12'ê Kanûna 2015'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê

Di 17'ê Adara 2006'an de ji ber "binpêkirina helwest û nêzîkatiyên rêveberî dixwaze" cezayê şermezarkirinê,

Di 7'ê Tebaxa 2006'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê,

Di 23'ê Mijdara 2006'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê,

Di 13'ê Nîsana 2007'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê,

Di 16'ê Tîrmeha 2007'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê,

Di 19'ê Mijdara 2007'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê,

Di 24'ê Nîsana 2008'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê,

Di 29'ê Nîsana 2008'an de ji ber "heqaret li wezîfedarên saziyê" 10 rojan cezayê hucreyê,

Di 27'ê Gulana 2008'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê,

Di 17'ê Îlona 2008'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 10 rojan cezayê hucreyê,

Di 9'ê Çileya 2009'an de ji ber "Sûcê kirina Propaganda û Perwerdekirina rêxistinên sûc" 20 rojan cezayê hucreyê,

Di nava van demên birîna cezayê hucreyê de hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hate qedexekirin, radyo jê hate standin, pirtûk, rojname û kovar jê re nehatin dayîn. 190 rojî di nava tecrîdeke giran de hat hiştin.

HEVDÎTINA ZIYARETVANAN HATE ASTENGKIRIN

Wekî din ji sala 2011'an û pê ve hevdîtinên ziyaretvanan bi Ocalan re hatin astengkirin. Hevdîtinên ziyaretvanan ên di nava vê demê de pêk hatin, bi vî rengî ne:

Di sala 2011'an de 2 caran,

Di sala 2012'an de carekê,

Di sala 2013'an de 11 caran,

Di sala 2014'an de 8 caran,

Di sala 2015'an de destûr nehat dayîn, malbat carekê jî pê re hevdîtinê bike. (Sedem; keştî xerabe ye)

PIRGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ

Ji ber şert û mercên girtîgehê, pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan giran bûn.

Ocalan di demên cuda de ev pirsgirêk bi vî rengî vegot:

"Ji ber liv û tevger nîne, dilê min dibetile. Rojê du caran, saetekê yan jî 45 deqeyan derdikevim hewşê. Ji bo tenduristiyê divê sîstema qewîşê ya ji bo şexsekî bê guhertin. Li vê qewîşa ji yek kesî, bi şev nikarim razêm. Di rapora tenduristiyê de jî min got, rewşa min giran dibe, nexweş im, nikarim razêm, çavên min baş nabînin."

"Bêhma min diçike. Bihar hatiye. Bawerim bapêşa alerjîk heye. Doktor pê re dibilin. Doktorên herî dawî hatin kontrolê, gotin ku tiştekî di nava van şert û mercan de bê kirin nîne. Yanî cihê ez lê me, rê li ber vê vedike. Bi qasî astimê, bêhna min diçike. Ji ber hewa kêm dibe, bi şev nikarim rakevim. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, lazim e cihê derketina hewşê û girtîgeh bê guhertin. Hilma min diçike, ez qet nikarim bêhnê bikim. Berê, dema min xwêdan dida, bêhn dihat min, lê niha ew jî nîne. Serê zimanê min û lêvên min mîna ku şewitîne. Timî av ji bêvila min tê. Çavên min dişewitin. Bawerim ne tiştekî ku bi dermên çareser bibin. Xuya ye ji ber sîstema cih a vê derê ye. Eger cih bihata guhertin, bawerim ev ne pêkan e, lê divê di vî warî de zext bê kirin. Enfeksiyon û bapêşa kronîk alerjîk giran û domdarî bûye."

"Ji ber pirsgirêka hilmgirtinê, bê xew dimînim û carna jî ji ber bêhn li min diçike, ji nişka ve ji xew hişyar dibim. Her wiha qirik û devê min carna dişewite. Lewma tehmê nikarim baş bigirim. Nexweşiya sînîzutê niha li min giran kiriye. Ev nexweşî rê li ber îltihabeke giran vedike û dibe sedem ku devê min tijî ava şor bibe. Ji ber vê jî nikarim baş hilmê bigirim."

"Şilaviyek tîr, mezelokî û şor ji qirika min diherike. Berê du sê mehan carekê ev dibû. Ji bo danequrtînim divê serê deqeyek du deqeyan tuh bikim. Naxwazim daqurtînim, zerarê dide mîda min. Çima ewqasî zêde bûye, xuya ye ew sîstem têk çûye. Li çar cihan jî serê min werimî ye. Dikarin bi emeliyateke sivik çareser bikin, lê nakin."

"Anjîn a kronîk heye. Ev yek di qirikê de rê li ber îltihamê û şilaviyê vedike. Ev saleke, ev yek zêde bû û her deqeyekê mecbûr dimînim vê derxînim. Ev rewş zêde dibe, niha zêde ne xetere ye, lê belê carna nahêle rakevim, ji nişka ve hişyar dibim. Bêhn li min diçike."

Ji aliyê tenduristiyê ve dikarim sê serdeman destnîşa bikim. Ya yekemîn; dema heta salek beriya niha. Serdema duyemîn a beriya vê sala dawî ye, ku di vê demê de di dev, qenalên nefes girtinê, bêvil û rêyên hilmstandinê yên jorîn de îltihab rû dide. Avake îltihabî ji qirikê diherike. Mezeloqî ye, spî ye, ne gemarî ye. Ev yek rê li ber pirsgirêkan vedike. Çerm diweşe, hucre dimirin, eger zêdetir bibe û li organên hundirîn der bibe, wê qonaxa duyemîn rû bide. Bawerim ev ê jî xetere be. Eger li nava hucreyên hundirîn belav bibe, dawiya wê çi be nizanim. Wê li ber mirinê veke, neveke, karibe bê dermankirin an na, nizanim. Rê li ber grîbê vedike. Di vê sala dawî de giran kir, xewê li min diherimîne. Rojê bi qasî du sê qedehan neçar dimînim şilaviyê derxînim. Ode odeyeke bi mîkrop e. Min bi doktoran re nîqaş kir. Sînuzîta kronîk, anjîn a kronîk û farenjît a kronîk dema bi grîbê re dibin yek, hingî vediguherin çar nexweşiyên bingehîn. Hemû jî li ser qirikê ne. Sedema vê yekê jî cihê ez lê me. Cih bi mîkrop e. Li odeyê ev rewş girantir e. Ji ber ku girtî ye, kêm oksîjen tê de heye, şibake kêm tê vekirin, oksîjeneke têrker nakeve hundir. Ya rast klîma naxebite, lê dema dixebite jî sînuzît giran dibe, min aciz dike. Dema venabe jî, ez bê oksîjen dimînim. Ji ber ku ev der cihekî ji bo yek şexsî ye, rewşa bedena min a alerjîk û tiştên grîbal, xeterî derdikeve holê."

"Rewşa min a tenduristiyê mîna berê dewam dike. Nîvê şevê welê li min tê ku difetisim. Şilavî diherike, nîvê şevê bêhn li min diçike û hişyar dibim. Sedema bêhnçikînê jî girtina min a li vî cihê girtî ye. Di heman demê de rêjeya nem a vê derê, bilind e. Devê min ziwa dibe, di nava devê min de birîn der dibin û dişewite. Şilaviya ji qirika min diherike ziman û qirika min dişewitîne. Serê sê saetan carekê hişyar dibim."

"Tevî ku her roj serê xwe dişom jî, çermê serê min dixure û diweşe. Wekî din lingê min û nav rûvan gelekî dixure.

Ji ber ku nikarim baş razêm, nikarim bêhnê jî vedim. Min beriya niha gotibû ku ez ê li dijî van şert û mercan li ber xwe bidim. Şert û merc çi dibe bila bibe ez ê nekevim nava qelsiyeke mîna întixarê. Eger li vê derê bimirim, ev yek wê ne ji ber min be. Mirin û jiyana min a li vir bi dewletê ve girêdayî ye. Eger bimirim, berpirsyarî ji sedî sed a dewletê ye."

"Xura li çong û binê çonga min, niha li milê min jî der bûye. Çerm diweşe. Dema hewa lê dixe, milê min dişewite û xur dest pê dike û bi xurê re çerm jî diweşe. Tevî pirsgirêkên min qalêk ir, her wiha di dema dawî de çinginî ji guhekî min tê û ev zêde dibe.

Ez mîna berê nikarim paceyê eyar bikim. Dema pace vedibe bi temamî vedibe û ode ji nişka ve dicemide. Dema paceyê digirim jî ode bê hewa dimîne. Rêjeya karbondîoksîtê ya li odeya min, bawerim zêde dibe, oksîjen kêm dibe, bêhn li min diçike.

Di dema dawî de li hin cihên bedema min tiştên mîna deqan rû dan. Bi qasî 1 cm mezin in û werimî ne. Ev li 7-8 cihên bedena min hene."

"Pirsgirêkên min ên tenduristiyê dewam dikin. Bi taybetî xura li mil, ling û pişta min min bê xew dihêle. Pirsgirêka min a Urolojî dewam dike."

ŞÎDETA FÎZÎKÎ

Di dema girtina Ocalan de hin caran şîdeta fîzîkî û heqaret lê hat kirin, ku vê yekê rê li ber hêrseke mezin a civakî vekir. Bêyî daxwaza wî, porê wî qusandin, bi bahaneya 'wê li hucreyê lêgerîn bê kirin' ew li erdê dirêj kirin û şîdeta fîzîkî lê kirin. Di 4'ê Tîrmeha 2008'an de Ocalan di hevdîtina bi parêzeran re ev agahî da: "Porê min kur kirin. Bi vê yekê ve dewlet dixwaze vê mesajê bide', Em kengî bixwazin dikarin te kontrol bikin, çi bixwazin dikarin bînin serê te, tu di destê me de ye, bîst û çar saetan tu di kontrola me de ye'."

SIBE: Di raporên CPT de Îmrali û Tecrîd