Avakirina xweseriya demokratîk dê li gundan dest pê bike
AMED (DÎHA) – Li kêleka şehîtgeha Sîsê ya navçeya Licê, “1’emîn Konferansa Gel a Herêma Şehîd Kendal” hat lidarxistin. Di konferansê de hat diyar kirin ku divê çareserî ji dewletê neyê xwestin û ji bo xweseriyê bi lezgînî gel rêxistina xwe xurt bike.
Li kêleka Şehîtgeha Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê gel ji bo pêşketina xweseriya demokratîk "1’emîn Konferansa Gel a Herêm Şehîd Kendal” li dar xistin. Bi sedan welatî tevlî konferansê bû. Di qada konferansê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hat daliqandin. Wêneyên Ayhan Nazlier, Ramazan Baran û Bakî Akdemîr ên ku di bûyerên Lîceyê de ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin û di teqîna tûp de jiyana xwe ji dest da hatin daliqandin. Wêneyên endamên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dan û pankrata “Şehîdên Berxwedana Licê rûmeta me ne” û “Rêberê azad Kurdistana azad” hat daliqandin. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir û srudfa "Çerxa Şoreşê" hate xwendin.
‘Dewlet duh jî îro jî polîtîqaya qirkirinê dimeşîne’
Konferans bi axaftina dîvanê destpê kir. Dîvanê diyar kir ku gelê kurd heta niha bi dehan qetlîaman derbaz kirin. Serokatiya diwanê anî ziman ku dewleta tirk ji bo pêkanîn û qirêjiyên xwe yên li dijî gelê kurd pêk anîn divê ji gelê kurd lêborînên xwe bixwaze û wiha got: “Siyaseta Serokwezîr Erdoğan pir bi sînsî û talûke ye. Divê em ji hikûmet û dewletê tiştekî nexwezin. Em ê azadiya xwe bi xwe ava bikin. Heke netewbûna gelê kurd çênebe an jî parastina gelê kurd tune be dewlet di kevçiyekî avê de me dixeniqîne. Dewlet duh jî îro jî polîtîqaya qirkirinê dimeşîne.”
‘Li Licê berxwedanek bi rûmet û xûrt pêk hat’
Dîvan di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet dixwaze bi qereqol û bendavan Kurdistanê perçe bike û wiha axivî: “Bendav ne ji bo sûda gelê kurd e. Bi nîyetekî baş bendavan çênakin. Xwestin li Kurdistanê bi hezaran qerekolan çêkin. Lê gelê me destûra çêkirina qereqolan neda. Berxwedana Licê minakek baş e. Li Licê berxwedanek bi rûmet û xûrt pêk hat. Divê ji vê şûn de dewleta Tirk di Kurdistanê de xweseriya demokratîk qebûl bike. Divê leşker û polîsên Tirk ji Kurdistanê derkevin.”
‘Kurd an azad bijî an jî divê vê jiyanê qebûl neke’
Diwanê bilêv kir ku di vê pêvajoyê de bêdeng mayîn ji bo wan wateya mirin e û wiha pê de çû: “Heke em bixwazin Serok Apo û gelê kurd azad bikin divê em her tim di nav çalakî û lêgerînê de bin. Ji ber vê yekê ji têkoşîna gelê me ditirsin mirovên me yên hêja davêjin girtîgehan. Heta ji zarokên me ditirsin, wan jî diavêjin zindanan. Êdî gelê Kurd ji qetlîamên wan natirsin. Êdî gel berxwedanek mezin dide meşandin. Kurd ya azad bijî an jî divê vê jiyanê qebûl neke.”
'Divê êdî em bar nedin ser milê Serok Apo’
Diwanê diyar kir ku dixwazin di nav gundan de yekîtiya gel xurt ava bikin û bi vê yekîtiyê di nav gel de xweseriya demokratîk pêş bixin û wiha domand: “Em ê bi destpêkirina vê qadê xweseriyê li tevî Kurdistanê belav bikin. Qetlîamên ku li ser me çêdibe kêmaniyên me ne. Divê em xeta û kemaniyên xwe çareser bikin. Em ê nehêlin dewlet li ser kurdan zilm û qetlîaman çêkin. Heke me pergala xweseriyê ava bikin, wê demê em dê azad bibin. Divê êdî em bar nedin ser milê Serok Apo. Em kar û sîyaseta xwe bi xwe bimeşînin. Ji ber vê yekê ev konferansa vê derê ji bo me pir girîng e.”
‘Em ê li hemberê van erîşan şerê parastinê bidin rûniştandinê’
Dîvan herî dawî anî ziman ku Erep, Fars, Tirk tu car bi kurdan re biratî nekiriye û diyar kir ku Şêx Seîd, serhildana Agiriyê û Seyîd Riza mînakê ji van yek in û wiha got: “Pergal îro dixwaze ji Serok Apo întîkam bigire. Dibê ku te çima koletiyê ji ser vî gelî rakir. Ji ber vê yekê divê her Kurd ji bo azadiya Serok Apo bitekoşe. Pêwiste em tev azad bijîn. Divê hebûna dijmin em nav xwe de em normal nebînin. Divê êdî em ji dewletê re eskeriyê nekin. Dewlet li ser gelê Kurd polîtîqayên gelek qirêj meşand. Em ê li hemberê van erîşan şerê parastinê bidin rûniştandinê.”
Konferans bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” roja yekemîn bi dawî bû. Piştî konferansê welatiyan li vir fitariya xwe kirin û piştre derbarê têkoşîna azadiya kurd de sînevîzyon temaşe kirin. Konferans dê di roja duyemîn de berdewam bike.
(mc-bb/bd)