Ayata: Girîng e gelê me yê li Ewropa biçe ser sindoqan
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bang li gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin
BEHDÎNAN - ANF Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bang li gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.
Ayata diyar kir ku dengê her kesî gelekî bi qîmet e, lê belê dengek bi tena serê xwe têrê nake. Ayata anî ziman ku ji ber vê yekê divê gelê li Ewropayê mirovên nerêxistinbûyî û yên bi wan re nameşin birêxistin bikin û bi ruhê seferberiyê kampanya hilbijartinê bimeşîne.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê ev bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir:
DIVÊ HER KES MIROVEKÎ BI XWE RE BIBE SER SINDOQÊ
"Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn; hêzên demokrat û çep, Asûrî, Ermenî, Êzidî, Elewî û derdorên ji baweriyên cuda, pêwîste di nava vê pêvajoya dîrokî ya li Tirkiyeyê de seferber bibin. Pêwîste ti kes vê hilbijartinê bi tenê weke bikaranîna dengan nebîne. Her kes hemû derfetên xwe seferber bike, alîkariyê bide derdora xwe û her kesî tevlî pêvajoyê bike. Girîng e em rêxistinbûyî bin, mirovên din jî birêxistin bikin û bixin nava tevgerê.
DI VÊ HILBIJARTINÊ DE DIVÊ HER KES SEFERBER BIBE
Bi tenê çûyîna mîtîngan, bûyîna xwedî niyeteke baş û alîgirî, têrê nake. Eger her kes dengê xwe rast bikar nîne, nede dû dengê xwe yê bikar aniye, hingî em ê nikaribin bigihêjin encama rast. Ji bo keda me vala neçe, ivê her kes bi hêz, derfet û zanebûna xwe tevlî vê pêvajoyê bide. Her kes bi ruhê seferberiyê xebatên hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi rêxistinî bimeşînin. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku hişyar û hestyar bin."