'Azadi bi azadiya Ocalan ve giredayî ye'
"Ocalan ji bo hemû gelan perspektifên azadiyê nîşan dide"
Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Aynûr Aşan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan şermezar kir û got ku Ocalan ji bo hemû gelan perspektifên azadiyê nîşan dide û ji ber vê yekê jî tecrida li ser Ocalan tecrîda li ser gelê kurd, gelên rojhilata navîn û gelên azadîxwaz e.
Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Aynûr Aşan derbarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan tê meşandin ji DÎHA'yê re axivî û tecrîd şermezar kir. Aşan tecrîdê wekî tecrîda li ser hemû gelê kurd bi nav kir û anî ziman ku Ocalan ji bo gelê kurd nirxekî dîrokî ye. Aşan destnîşan kir ku ramanên Ocalan li ser civaka Kurd bandoreke mezin kiriye û wiha got: " Ocalan êdî wekî şexsekî kes nikare bigire dest. Birêz Ocalan civaka kurd temsîl dike. Ji ber vê yekê em tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin, wekî tecrîda li ser gelê kurd bi nav dikin."
'Tecrîta li ser Ocalan tecrîta li ser hemû gelan e'
Aşan pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka civakî nirxand û tecrîda li ser Ocalan wekî astengkirina lêgerîna azadî, nasname, çand û hunerê ya gelê kurd bi nav kir. Aşan diyar kir ku Ocalan bi fikir û ramanên xwe pêşi li siyaseta rojhilata navîn vedike û wisa berdewam kir: "Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên li rojhilata navîn dijîn, gelê bindest û gelê ku lêgerina wê ya azadiyê hene, ji bo hemû gelan Birêz Ocalan perspektîfên azadiyê nîşan dide û dibeje 'xwe li gori nirxên xwe ava bikin, xwe li gori nirxên xwe rêxistin bikin.' Ji ber vê yekê em tecridê her wiha tecrîdekî wekî li ser rojhilata navîn tê bikar anîn, dibînin."
'Raperîna li Sûriyeya keda Ocalan e'
Aşan bi bîr xist ku Ocalan bûyerên niha li rojhilata navîn diqewimin ji berê ve dîtibû û wiha pê de çû: "Çawa ku raperînên dawî ku li rojhilata navîn de ev saleke berdewam dikin iro hatiye Suriye jî, em dikarin tecrîda li ser Birêz Ocalan jî pê ve girêbidin. Birêz Ocalan beriya ku hilbijartina 2011'an a li Tirkiyê, hemû gelên rojhilata navîn di serî de jî gelê kurd hişyar kiribû û gotibû ku 'li gori berjewendiyên hêzên dagirker xwe bi rêxistin nekin. Xwe li gorî pêwistiyên azadiya gelê kurd û gelê bindest rêxistin bikin."
Aşan ani ziman ku Ocalan nêzî 15 salan li Sûriye maye û kedeke mezin li ser kurdên Sûriye afirandiye û got ku eger îro li hemberî rejîma Esed raperîneke demokratîk hebe ev jî bi keda Ocalan hatiye ava kirin. Aşan anî ziman ku gelê kurd ên li Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirine û ev rêxistinbûyîn ne encama çend mehan, a 15 salan. Aşan bang li hemû gelê kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Em hêvidarin ku ji bo her parçeyên Kurdistanê gelê kurd bi rê û rêbazên demokratik û aştiyane dê xwe bipergal bike, wekî hemû gelên cihanê yên azad nasnameya xwe ya azad bi cihanê biafirine û dê statuya xwe ya azad bi dest bixe. Tiştên ku em dibêjin azadi yan jî serkeftin hemû bi azadiya Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber vê em weki BDP'ê bang li hemû rayagişti dikin û em dibêjin li hember tecrida giran a ku di şexsê Birêz Ocalan de li ser gelê kurd û gelê rojhilata navin tê meşandin nerazîbûnên xwe bînin ziman û Birêz Ocalan bigihînin azadiyê."
(Nûçegîhanê dildar)
(ab)