‘Azadiya jinan azadiya civakê ye’
ANHA - QAMIŞLO - Yekîtiya Star bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan û welatiyan kir ku li hemberî kiryarên bê exlaqî ku di nava civakê de tên belavkirin, haydar bin. Her wiha banga bilindkirina asta tekoşînê di bin durişmeya “Azadiya jinan azadiya civakê ye” kir.
Di daxuyaniya Yekîtiya Star de wiha hate gotin: “Li hemberî kiryarên bê exlaqî ku di nava civakê de tên belavkirin, em banga hişyariyê li hemû jinan dikin. Ji bo ku ev zihniyeta bê exlaqî ku civakê ber bi têkçûnê ve dibe, bête şikandin, em bang li hemû jinan dikin ku asta têkoşîna xwe di bin durişmeya ‘Azadiya jinan azadiya civakê ye’ bilind bikin. Bi vê zihniyetê hewl didin jinan bikin qurbana van şer û aloziyan û hewl didin ku destdirêjiyê li dijî jinan rewa bikin. Li hemberî van kiriyarên bê exlaqî û tundiya li dijî jinan, em wekî Rêxistina Yekîtiya Star tekez dikin ku kuştina jinan kuştina jiyanê ye û destdirêjiya li dijî jinan destdirêjiya li dijî civakê ye.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Bikaranîna jinan wekî amûrekî kirîn û firotinê kiryareke tu carî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em dengê xwe bilind dikin û dibêjin ji kiryarên bê exlaqî, kolekirina jinan, bazarkirina jinan, tundî, lêdan, tirs û hemû şêwazên tundiyê li dijî jinan ku ji zihniyeta kapîtalîsta modernîte hatiye derxistin re êdî bes e.”
Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Em kesên xizantiya jinan û pêdiviya wan wekî derfetekê ji bo bikaranîna jinan di kerxaneyan de bê exlaq û wijdan dibînin. Em van kesên ku jinan wekî milk dibînin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, dijminên herî mezin ên civaka exlaqî dibînin. Em van kiryarên çavşikandina jinan ku wekî amûrekî cinsî bi kar tînin, kiryarên dûrî nirxên mirovahî û civakî dibînin. Di heman demê de em wekî tewambariyeke mezin derheqê civakê de dibînin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser van kiryaran ev biryar gitine:
1- Her kesekî xiyaneta hevser, dayîk û xwîşka xwe bike û her kesekî bazarkirina jinan bike, dijminê civakê ye.
2- Kerxaneyên ku têde jinan bi kar tînin, cihên herî qirêj û bê exlaq in.
3- Hemû kerxaneyên ku têde jinan bi kar tînin, di van 5 rojan de bêne girtin.
4- Zilamên bi exlaqa civakê dilîzin û bazara jinan dikin bêne cezakirin.
5- Anîna jinan di bin navê kerker û xizmetkaran de û li xwaringeh û kerxaneyan bidin danskirin, qedexe ye.
6- Di hemû çax û deman de nabe rê li pêşiya girtina ser hotêlên ku têde jinan didin danskirin û kiryarên derveyî nirx û exlaqên civakê bête girtin.
Daxuyaniyê wiha hate bi dawî kirin: “Ji ber vê yekê em wekî Yekîtiya Star bang li hemû welatiyan û bi taybet jinan dikin ku destên xwe bidin hev û li dijî kiryarên bê exlaqî asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku em bi hev re civakeke exlaqî û paqij ava bikin.”
(jh)