Azadiya Welat li ser rêça xwe ye
Azadiya Welat li gel hemû zext û astengiyan rêça xwe didomîne
Rojnameya Azadiya Welat ku kevneşopiya xwe ji Rojnameya Welat a di 22'ê Sibata 1992'an de derket digire, 20 salin ligel hemû astengî, zext û zordariyan bêyî ku gavan paşve bavêje berdewam dike. Rojnameya ku di 15'ê tebaxa 2006'an de dest bi weşana rojane kir, 6 salin bê navber weşana xwe berdewam dike. Rojname, li gel hemû astengiyan bi naverokek xurt derbasî sala 7'an dibe.
Rojnameya Kurdî Welat di 22'yê Sibata 1992'yan de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmar derket ji ber ceza û dozan neçar ma weşana xwe rawesitand û pişt re jî bi rojnameya Welatê Me weşana xwe domand. Heta 1996'an 46 hejmar derket û piştî girtina Welatê Me Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Azadiya Welat di 15'ê Tebaxa 2006'an de dest bi weşana rojane kir. Ji ber ku dem dem weşana Azadiya Welat hate rawesitandin ji bo tijîkirina vê valahiyê di 24'ê Adara 2007'an de Dengê Welat, di Sermawez'a 2008'de Welat, di 16'ê Avrêla 2009'an de Rojev, di 6'ê Gulana 2009'an de Hawar, di 13'ê Sermaweza 2009'an de Rojev û herî dawî di 31'ê Adara 2010'an de carek din Rojev derket. Di vê pêvajoyê de Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun rastî 166 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat. Dîsa Midûra Karên Nivîsan Emine Demir rastî 138 cezayê girtîgehê hat. Herî dawî Midûrê Karên Nivîsan Ozan Kilinç rastî 21 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat û ev ceza li dadgeha bilind hate xerakirin. Her wiha dîsa ji dosyayek din 6 sal ceza jê tê xwestin. Kilinç û Kurşun, piştî 3'emîn pakêta darazê pişti demek dirêj girtî man serbest hatin berdan. Midûrê Karên Nivîsan Mehdî Tanrikulu jî ji ber bi kurdî parastin kir hate girti û dîsa serbest hate berdan. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Mehmet Emîn Bayir jî di çarçoveya operasyona li dijî rojnamegerên kurd di 20'ê Kanûna 2012'an de hate girtin û hêj girtî ye.
Di 15'ê Gulanê de Rojnameya Kirmancî Verroj
Rojnameya Azadiya Welat ji bo zimanê kurdî pêş bikev û di nava civakê de bê axivîn peywireke mezin dibîne. Azadiya Welat ji bo zaravayê kirmanckî di civakê de bê axivîn û pêş bikeve rojnameya heftena ya bi navê "Welat Verroj" amade kir û hejmara yekemîn di 15'ê Gulanê de derket. Hejmara rojnameyê di Cejna Zimanê Kurdî de li gel Azadiya Welat bê pere ji xwendevanan re hate pêşkêşkirin. Rojname bi manşeta "Roşanê ziwanê kurdî pîroz bo" derket û ji 8 rupelan pêktê. Ligel nivîsên rojane, qunçe nivîs û nivîsên li ser jinê têkildarî çand û hunerê de jî nivîs cih digirin.
Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Remezan Olçen, diyar kir ku kurdî her tim li gelê kurd hatiye qedexekirin û rojname ji bo pêşketina zimanê kurdî peyvira dibistanê dibîne. Olçen, anî ziman ku di salên 1990'an de dema li Tirkiyeyê kurdî û kurd rastî qedexe û astengiyan dihat, rojnameya kurdî Welat di 22'ê Sibata 1992'an de dest bi weşanê kir û li gel qedexe astengî û pêkutiyan heta îro hat. Olçen, bilêv kir ku li gel hemû zext, zorî û astengiyan di 15'ê Tebaxa 2006'an de derbasî weşana rojane bû. Rojname piştî derbasî rojane bûn heta neha 9 caran hate girtin û wiha got: "Edîtor, midûr, belavkar û nivîskarên rojnameyê hatin girtin û rastî cezayan hatin. Midûrê Rojnameyê Vedat Kurşun rastî 166 sal ceza hat. Kurşun piştî 3 sal û 7 mehan girtî ma ji 3'emîn pakêta darazê serbest hate berdan. Midûra Rojnameyê Emîne Demîr dîsa rastî 138 sal cezayê girtîgehê hat. Dîsa Midûrê Rojnameyê Ozan Kilinç hate girtin." Olçen, da zanîn ku li gel hemû zext û zordariyan disa ji bo bibin dengê gel û dengê rastiyê têkoşîna xwe berdewam dikin. Olçen, da zanîn ku Rojnameya Azadiya Welat ji bo gel wekî dibistanekê ye û ji bo bibin bersîva daxwazên gel di 15'ê Tebaxa 2006'an de derbasî rojname bûn û heta niha weşana rojane dikin. Olçen, bilêv kir ku ew hêza xwe ji gel û rastiyê digirin û ji bo her tim rastiyan ronî bikin û bibin dengê gel dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Olçen, destnîşan kir ku ew di 15'ê Tebaxê deli Şanoya Anfî ya Parka Sumerê ya Amedê 7'emîn salvegera xwe ya rojane bîpoz dikin û xwet her kes beşdarî şahiya wan bibin.
Kurşun piştî 3 sal û 7 mehan girtî ma serbest hate berdan
Midûrê Karên Nivîsê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun ku ji Amedê sirgûnî girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê hate kirin û bi tevahî 3 sal û 7 meh di girtîgehê de ma bi zagona ji bo sûcên propagandayê yên bi riya çapemeniyê pêk hatine 3 sal taloqa bi şert serbest hat berdan. Kurşunê piştî di sala 2009'an de li Stenbolê hat girtin di 9'ê Tîrmehê de, ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê sirgûnî girtîgeha Gîresûnê kiribûn. Piştî 15 rojan sirgûnkirina Kurşun 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê biryara taloqkirina cezaya wî da. Kurşun bi tevahi rastî 166 sal ceza hatibû.
Ozan Kilinç 2 salan girtî ma
Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rastî 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû û li dadgeha bilind hatibû xerakirin, rastî 6 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatibû. Kilinç, meha borî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê hatibû kirin û hefteya borî serbest hate berdan.
Rojnamegerên ku ji bo tariyê ronî bikin û hatin kuştin wiha ne:
Di 25'ê Sibata 1992'yan de li Êlihê nuçegihanê Yeni Ulke Cengiz Altun, di 2'yê Pûşbera 1992'an de li Nisêbînê nuçegihanê Yeni Ulke Mecit Akgun, di 8'ê Pûşbera 1992'an de nuçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemir, di 29'ê Tirmeha 1992'yan de li Êlihê xebatkarê kovara Ozgur Halkê Çetin Ababay, di 9'ê Tebaxa 1992'an de li Kercewsê nuçegihanê Ozgur Gundemê Yahya Orhan, di 9'ê Tebaxa 1992'an de li Serê Kaniyê nuçegihanê Ozgur Gundemê Huseyin Deniz, di 20'ê Îlona 1992'an de li Amedê nivîskarê Ozgur Gundemê Musa Anter, di 19'ê Çileyê 1993'an de li Wanê nuçegihanê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di 18'ê Sibata 1993'an de li Rihayê nuçegihanê Yeni Ulkeyê Kemal Kiliç, di 28'ê Tirmehê 1993'an de li Bedlîsê nuçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, di 12'ê Adara 1994'an de li Sîwerekê nuçegihanê Gundemê Nazim Babaoglu, di 29'ê Gulanê 1994'an de li Êlihê nuçegihanê Ozgur Ulke Îsmaîl Agay, di 3'yê Berfambara 1994'an de li Stenbolê xebatkarê Ozgur Ulkeyê Ersin Yildiz, di 28'ê Tebaxa 1995'an de li Bedlîsê nuçegihanê Yenî Politikayê Seyfettin Tepe û dîsa Mehmet Şenol ji hêla kontrayan ve hate qetil kirin.
Belavkarên ku hatine kuştin
Belavkarê rojnameyan yên ku hatine qetil kirin jî ev in: Di 21'ê Sermaweza 1992'an de Halîl Adanir, di 31'ê Berfambara 1992'an de Lokman Gunduz, di 16'ê Sermaweza 1993'an de Kemal Ekinci, di 5'ê Pûşbera 1993'an de Tegmen Demir, di 14'ê Pûşbera 1993'an de Haşim Yaşa, di 28'ê Îlona 1993'an de Zulkuf Akaya, di 9'ê Sermaweza 1993'an de Adil Başkan, di 10'ê Sermaweza 1993'an de Yalçin Yaşa, di 19'ê Sermaweza 1993'an de Kadir İpeksumer, di 27'ê Sermaweza 1993'an de Adnan Işik, di 3'yê Berfambara 1993'an de Mehmet Sencer, di sala 1998'an de Nihat Yakut, di 2003'an de Hikmet Yakut, Mehmetcan ..., İhsan Yakut, Siraç Pençe, Yahya Yakut û herî dawî li Eden'ê di 3'yê Avrêla 2010'an de Metin Alataş ji hêla hêzên tarî ve hatin qetil kirin.
(mae)