Azadî di bin xeteriya qanûna MÎT'ê de ye
ZEYNEP KÛRAY - STENBOL 10.04.2014 07:00:00 Bi ketina meriyetê ya qanûna MÎT'ê re mîna gelek saziyan, medya jî wê hîn bêtir têkeve bin kontrolê. Îsmaîl Cem Ozkan ji bo balê bikşîne ser vê xeteriyê, ekrana malpera xwe Galata Gazete.com tarî kir û rewşa tê payîn bi gotina "Azadî wê bi qanûna MÎT'ê re bê kontrolkirin" kurteber kir.
Xwediyê malpera Galata Gazete.com, der barê qanûna MÎT'ê ya tê payîn bê derxistin ji ANF'ê re axivî.
Rojnameya Galata bi kîjan armancê hat damezrandin?
Rojnameya Galata weke rojnameyeke çandê ya kolanan li herêma Galata dest bi weşana xwe kir û bi awayekî bê pere li Kolana Îstîklal û derdora Galata'yê hat belavkriin. Piştî hejmara xwe ya heftemîn, ji ber zêdebûna lêçûnên wê, me rojnamevaniya înternetê tercîh kirin. Bêguman avantajên vê gelek in, bi rêya rojnamevaniya înternetê em dikarin hîn bêtir cih bidin nûçeyan û xwe bigihînin girseyên berfireh.
ROJNAMEVAN WÊ BIKEVIN REWŞEKE WELÊ KU NIKARIBIN KAR BIKIN
Di Rojnameya Galata Online de ev meh û nîveke weke bi armanca protestokirinê ekran reş kirine. Ev nerazîbûn a çi ye?
Dema hûn dikevin malpera Galatagazete.com hûn li rûpelekî û nivîsekê rast tên. Rojnameya Galata bi armanca protestokrina pêşnûme qanûna MÎT'ê ya hînê li ser tê axivîn, biryar daye malpera xwe reş bike. Ji ber ku di qanûnê de MÎT vediguhere saziyek ji ewlekariya navxweyî berpirsyar, di heman demê de ev yek tê wateya berfirehbûyîna sansura heyî. Li ser medyayê ji xwe sansureke tê dîtin û nayê dîtin heye, xebatkarên medyayê jî di nava sansureke bi vî rengî de bixwaze nexwaze otosansurê li hemberî xwe pêk tînin.
Qanûna MÎT'ê ya bikeve meriyetê, wê çi bi xwe re bîne?
Bi qasî ku di medyayê de cih girt, me rojnamevanan dixe bin binbartiyeke giran. Der barê gotina gefa li ewlekariya welêt û sînoran de ti agahiya me nîne. Bi xaleke ku her kes karibe li gorî xwe şîrove bike re, xebatkarên medyayê wê bikevin rewşeke ku nikaribin kar bikin, her wiha wê neçar bimîne ku çavkaniya nûçeya xwe aşkera bike. Eger MÎT agahiya dixwaze negire, hingî wê xebatkarên medyayê têxe bin hin binbariyan.
PÊŞEROJA ROJNAMEVANAN LI GIRTÎGEHAN E
Hûn dikarin vê mijarê hinekî vekin?
Dixwazî em çavekî li qanûnê bigerînin. Bi qasî ku di rojnameyan de hat weşandin, "MÎT wê bibe xwedî derket ku her şêweyên îstîxbarata teknîk û mirovan bikar bîne, her şêweyên agahî, belge, nûçe û daneyan kom bike. Eger pêşniyar bibe qanûn, ji bankatiyê heta ragihandin, ji înternetê heta tenduristiyê MÎT wê karibe xwe bigihîne hemû qeydan. MÎT wê karibe bingeha van saziyan bikar bîne. Ji kesên belge û agahiyên der barê MÎT'ê de peyda kirine wê ji 4 heta 10 salan cezayê girtîgehê bê dayîn. Rojnamevan yan jî xwediyê saziya çapemeniyê ya ku ev belge weşandine jî wê bi daxwaza 12 sal cezayê girtîgehê bên darizandin. Yê ku ji MÎT'ê re bibe asteng ji 3 heta 5 salan wê ceza bê dayîn. Kesên ku agahî, belge û daneyên MÎT jê bixwaze û nedê, wê ji 2 heta 4 salan cezayê girtîgehê bixwin. Di kar û barên der barê MÎT'ê de li ser heman mijarê wê ji nû ve lêpirsîn nikaribe weer kirin. Di pêşniyarê de xalek heye ku li gorî wê divê her daxwazên MÎT'ê weke karê destpêkê bicih were anîn. Tê gotin; yên ku daxwazên MÎT'ê bicih bînin, wê neyên cezakirin."
Dema mirov li vê naveroka ku min ji we re xwend temaşe bikin, encamên xerab ên ev qanûn bi xwe re bîne derdikeve holê. Ti cudahiyek navbera xebatkarên medya û xebatkarekî li qadeke din nîne, MÎT wê karibe xwe bi hêsanî bigihêjîne agahiyên dixwaze. Di vê rewşê de MÎT vediguhere rêxistineke îstîxbarata navxweyî û ewlekariyê, wê karibe ji bo operasyoneke navxweyî amadekariyên destpêkê bike. Bi kurtasî bi guhertinên di qanûnên heyî de û bi qanûna MÎT'ê re wê êdî medya bi ti awayekî nikaribe serbixwe be û timî hinekan bixe bin kontrola xwe.
Weke mînaka Alo Fatîh ji xwe medya bi têra xwe ne di bin kontrolê de ye?
Belê di bin kontrolê de ye. Lê belê xeterî ji bo yên ne di bin kontrolê de ne. Bi vê qanûnê re wê çapemeniya azad jî neçar bê hiştin ku bi nivîs û nûçeyên dişibin hev derkeve pêşberî xwendevanan. Bi vê qanûnê re em hinekî din ji pîvanên cîhana hemdem dûr dikevin.
Girtina Twitter û Youtube, gelo sînyaleke vê xeteriyê bû?
Belê, welê dixuye. Lê belê sînyalên vê beriya niha bi dijwarbûna şerê navxweyî yê Sûriyeyê re derket holê. Nûçeyên TIR'an û bûyerên piştre rû dan, ji bo fêmkirina operasyonên îro tên kirin, girîng in. MÎT operasyonekê dike û bi gotina serokwezîr 'dewleta paralel dest li vê operasyonê werdide'. Hewl didin nîşan bidin ku qanûna MÎT'ê encama vê pevçûnê ye. Lê belê ji qanûnên torbe mirov dikare vê bike ku ev qanûn bi awayekî hesas berê hatiye amadekirin. Ji ber ku di qanûnên torbe de gelek guhertin bêyî li ber çavê mirovan bikevin hatine derbaskirin û bingeha qanûnî ya pêvajoyên îro tên jiyîn, hatiye amadekirin.
Li dijî vê xeteriyê gelo xemsariya rojnamevanan tê çi wateyê? Rojnamevan ne îro be wê kengî nerazîbûnê nîşan bidin?
Tebîetekî me heye, dema bûyer bi serê me de tê em nerazîbûnê nîşan didin. Wekî din jî mîna ku tiştek nîne, tiştek nebûye em jiyana xwe dewam dikin. Di vê demê de ji bilî medya mûxalîf ti medyayê deng dernexistiye. Me jî li gorî pîvan û hêzên xwe arşîva xwe jê birin, rojname kirin yek rûpel û me ev yek protesto kirin. Dema ku dereng bû û pê ve, nîşandana nerazîbûnê wê ti wateya xwe nebe.
ÎSMAÎL CEM OZKAN KÎ YE?
Ozkan di sala 1984'an de li Enqereyê dest bi rojnamevaniyê kir û ji hingî ve li gelek qadên cuda yên medyayê xebitî. Ozkan ê bi nasnameya xwe ya karîkaturî tê naskirin, di dema dawî de bi Rojnameya Galata hat naskirin.