1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Aştîxwaz bila Ocalan bixwînin"
"Aştîxwaz bila Ocalan bixwînin",aştîxwaz,bila,ocalan,bixwînin

"Aştîxwaz bila Ocalan bixwînin"

Davîs: Kesên ku aştiyê dixwazin bila pirtûkên Ocalan bixwînin

A+ A-

Profesorê Dîrokê yê Zanîngeha Londrayê Marey Davîs, yê ku bi heyetekê re ji bo tevlî mitînga "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" hate Amedê, diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê ji Girtîgeha Guatenama hêj xerabtir e û wiha got: "Heke bi rastî çareseriya pirsgirêka kurd bixwazin li şûna tecrîdê bila biçin pirtûkên Birêz Ocalan bixwînin."

Amedekariyên mitînga KCD û BDP'ê ya dê di 14'ê tîrmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ya bi navê "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" li hemû bajarên Tirkiye, Îran, Herêma Federal a Kurdistanê û Suriyeyê bê navber berdewam dikin. Ji Ewropayê ji heyet tên Amedê. Profesorê Dîrokê yê Zanîngeha Londrayê Marey Davîs ê ku pirsgirêka kurd ji nêzîk ve dişopîne û li ser pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirtûkên nirxandinê nivîsî jî bi heyetekê re hate Êlihê. Davîs, diyar kir ku ew dê tevlî mitînga Amedê bibe. Davîs, anî ziman ku neçareseriya pirsgirêka kurd gelek zor nîn e û ev yek bi niyeta rast çareser dibe û wiha axivî: "Heke bi rastî çareseriya pirsgirêka kurd bixwazin li şûna tecrîdê bila biçin pirtûkên Birêz Ocalan bixwînin."

'Girava Îmraliyê weke Guatamayê ye'

Davîs, da zanîn ku Girava Îmraliyê weke Guatanamayê ye û wiha pê de çû: "Dema ku mirov berê xwe dide hevdîtinên Osloyê salên borî di navbera Fîlîstîni û Îsraîliyan de peyman hatibûn îmzakirin. Di vê pêvajoyê de Ocalan nexşe rê nivîsand. Li gorî min wan piştî vê yekê biryara hevdîtin bên qutkirin girt. Piştre wan biryara tecrîda li ser Ocalan girtin. Ev girav weke Guatemalayê ye. Ji Guatanamayê yê xerabtir e. Ji ber ku tu kes Ocalan nabîn e. Têkiliya wî û parêzeran hatiye qutkirin." Davîs, bilêv kir ku agahiya gelek kesan ji pirsgirêka kurd tuneye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez dikarim bêjin gelek kesên li welatên rojavayê Ewropa û welatên weke Kanada dijîn der heqê pirsgirêka kurd de tu tiştî nizanin. Ji ber vê yekê divê bi saziyên navneteweyî re têkiliyê danên. Disa divê bi tevgerên jinan, tevgerên bazirganiyê û aştiyê têkilî bê dayîn. Lê niha têkiliyeke wisa tuneye."

'Ji ber ku ez li vir im ez keyfxweş im'

Davîs, destnîşan kir ku ji mitîngekî wisa re dereng man lê pêkanîna mîtîngê ya îro jî pir girîng e û wiha axivî: "Ez bêjim ev dê gelek baş be. Mirovên Iraq jî divê tevlî vê çalakiyê bibin. Ez çûm Iraqê jî kurdên li wir bêtir nêzî azadiyê ye ji yên Tirkiyeyê. Ez bêjim kurdên li Suriyeyê û Îranê nayên vê çalakiyê. Ji ber ku ew di bin zextên li ji Tirkiyeyê zêdetir dijîn. Ez gelek keyfxweş im ez li vir im.

'BDP bila bi IRA'yê re hevdîtinê bike'

Davîs, da zanîn ku divê BDP bi IRA'yê re hinek hevdîtina bike û wiha pê de çû: "Niha wekîlên BDP'ê hene. Ew dikarin bi ÎRA'yê re hevdîtina hinek nêrînan bikin. Ji ber ku ÎRA'yê li hemberî hikûmeta Îngîltereyê hinek serkeftin bi dest xistin. Ew hevdîtin ji bo BDP'ê di mijara polîtîkayên kurd de dê baş bibe."

(bd/mae)