1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bace çima û wê çawa were dayin?
Bace çima û wê çawa were dayin?,bace,çima,û,wê,çawa,were,dayin

Bace çima û wê çawa were dayin?

A+ A-

WARŞÎN-SALIH

QAMIŞLO – Hevserokê Desteya Darayî DesteyaDravî (malî) ya Kantona Cizîrê Xalid Mehmûd naveroka Zagona baceyan vegot û destnîşan kir ku bace dê di xizmeta welatiyan de bêne xerckirin.

Beriya demekê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê qanûna bacan destnîşan kir. Hîn qanûn ji aliyê Hevserokatiya Kantonê ve ne hatiye erêkirin. Hevserokê Desteya Darayî DesteyaDravî ya Kantona Cizîrê Xalid Mehmûd têkildarî qanûnê û naveroka wê agahî dan û got ku cezayê bacê dê sale carekê ji aliyê welatiyan ve bê dayîn. Tişên têne berhevkirin dê di xizmeta welatiyan de bêne bikaranîn. Berhemên ji baceyan bêne berhevkirin, dê di xizmeta xebatên perwerde, tendûristî, şarederî, ewlehiya jin û zarokan û avakirina wekheviyê di navber çînan de bêne derxistin.

Mehmûd da zanîn ku wan tableyek ji bo vê zagonê danîne û got ku di tablêtê de çi kesên karmend û karker ji serê sedî li gorî rewşa ya aborî dide hatiye nivîsandin. Di nava qanûnê de 14 beşên dayîn hene. Karmendên ku sale de salê de herî kêm derdixe 1000 lîreyên SÛeriyê dide û ên zêdetir wê kesên zêdetir derdixin wê ji yekê û jor de didin. Karemendên ku di salê de milîonek û 200 hezar derdixe ji serê sedî yek dide.

karemendên ku ji milîonek û 300` hezar derdixe (1100) leyre dide.

karemendên ku ji 2` meliyona ta 5` derdixe ji serê desdî (sê) bide.

karemendên ku ji 5` meliyona ta 7` û nîv derdixe serê sedî (7) bide.

ji 7` milîona ta 10` di salê de derdixe ji serê sedî (9) bide.

ji 10` milîona ta 20` derdixe serê sedî (13) bide.

ta ku bigihêje ser sed milîno serê sedî (24) bide.

Mehmûd diyar kir ku piştî derxistina vê zagûnê bi 8` mehan ew Komîsyonên xwe derxin ku dest bi jimartina her malbatê û li gûrî rewşa wane aborî werin qeyd kirin.

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Desteya Aborî ji her kesî re vekiriye û ji bo xizmeta civakê re amade ye.”

(dc)

ANHA