Bagdanov: Rûsya giringiyê dide tekoşîna gelê kurd
Şandeya HDPê bi cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov re hevdîtin pêk anî
AMED ALAN/MOSKOVA
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdariya Hevserokê HDP’ê Selahadîn Demîrtaş û berpirsyarê karên derve û cîgirê Hevserokê HDP’ê Nazmî Gur bi cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov, ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê ye, re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de aliyan nêrînên xwe derbarê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û şêwaza çareserkirina wan bi hevdu re parve kir. Di axaftina xwe ya bi şandeyê re Mîxaîl Bogdanov girîngiya pêkhatina hevdîtinê anî ziman û da zanîn ku Rûsya girîngî dide têkoşîna gelê kurd a parastina mafên xwe. Mîxaîl Bogdanov got ku di sedsala 20'an de gelê kurd bi awayeke bêadilane bêpar hat hîştin, lê îro rewşa herêmê bi lezgîn tê guhertin û firsendên sererastkirin vê rewşê derketine holê. Mîxaîl Bogdanov bal kişand ser pozîsyona Rûsyayê ya di mijara rûniştandina hemû hêzên Sûriyê li ber maseya muzekereyan û gotinên xwe wiha dewam kir: "Me ji destpêkê ve anî ziman ku divê kurd jî bi nasnameya xwe beşdarî çareseriya krîza li Sûrî bibin, lê mixabin partnerên me bi cureyeke din nêzîkî mijarê dibûn. Ji xwe yek ji sedema têkçûna konferansa Cinêv-2 ku li Montro pêk hat ev nêzîkatiya partnerên me bû". Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê da zanîn ku niha Rûsya însiyatîfa komkirina konferanseke nû ya çareseriya krîza li Sûrî hilgirtiye ser xwe û meha li pêşiya me, ango di dawiya Çileya 2015'an de wê li Moskowê kombûna hemû hêzên Sûriyê pêk were, bêguman kurd jî wê beşdarî wê civînê bibin û doza mafên xwe bikin. Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim jî di hevdîtina ligel Bagdanov de amade bû.