Bajarê di bin dorpêço komkujiya Siyasî de: Wan
Bajarê Wanê ku piştî hilbijartina 29'ê Adara 2009'an ket destê BDP'ê, li dijî siyasetmedarên kurd û şaredariyen BDP'ê ji operasyonên siyasî dest pê kir.
Bajarê Wanê ku piştî hilbijartina 29'ê Adara 2009'an ket destê BDP'ê, li dijî siyasetmedarên kurd û şaredariyen BDP'ê ji operasyonên siyasî dest pê kir. Di nava 3 sal û nîvan de Şaredarê BDP'î yê Wanê Bekîr Kaya jî di navde gelek şaredar, rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa bajar û şaredariyê û nûnerên BDP'ê hatin girtin. Berpirsiyara Herêma Serhetê û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Necla Yildirim, hikûmeta AKP'ê di nava hewldana tunekirina siyaseta kurd dene û wiha got: "Şer sendroma AKP'ê ye."
Di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an de BDP'ê şaredarî ji destê AKP'ê girt û dest bi xizmetek nû kir. BDP'ê piştî li Wanê bi ferqa dengekî zêde ji destê AKP'ê wergirti, li gel ku Şaredarê AKP'î deynekî mezin li pey xwe hişt, Şaredarê BDP'î Bekir Kaya piraniya deynê AKP'ê da û dest bi xizmetek nû kir. Şaredarê AKP'î yê berê Burhan Yenîgun 190 mîlyon TL deyn li pey xwe hişt. Li ser nelirêtiyan doz hatin vekirin û der barê rêveberiya AKP'î ya Şaredariya Wanê de nrêzî 100 dosya birin darazê. Der barê malbata Huseyin Çelîk û parlementerê Wanê yê AKP'ê yê berê Kayhan Türkmenoglu û gelek kesên din de lêpirsînên nelirêtiyê hatin vekirin. Li bendêbû ku li van kesên lêpirsîn li wan hatiye vekirin doz bê vekirin, lê li şûna ku li van kesan doz bê vekirin, li dijî endam û rêveberên BDP'ê operasyona siyasî dest pêkir. Piştî ku BDP hat ser rêveberiya Şaredariyê operasyona siyasî dest pê kir û Şaredar Bekîr Kaya jî di navde bi dehan siyasetmedarên kurd hatin girtin.
Di operasyona 24'ê Kanûna 2009’an de 15 kes hatin binçavkirin û girtin
Li Wanê operasyona ewil a di bin navê "KCK'e de di 24'ê Kanûna 2009'an de pêk hat. Di operasyona cendirme û polîsan pêk anî de Rêveberên BDP'ê Siddik Gul, Serokê Komeleya Welatiyên Azad a Xaçortê Tevfik Say, Serokê MEYA-DER'a Wanê Ferzende Abî, Endama Meclîsa Jinan a BDP'a Wanê Eylem Açikalîn, Ebru Ondîl, Yildiz Tekîn, Kamîle Atabay, endamên BDP'ê Cafer Koçak, Kamuran Parlak, Îbrahim Kizilkaya, Kerem Çagil, Mesut Aslan, Mustafa Ayaz, Zîhnî Karakaya û xwendekarê lîseyê Resul Edemen jî di navde 15 kes hatin binçavkirin. Dadgehê der barê Kamuran Parlak, Cafer Koçak, Mehmet Siddik Gul û Tevfik Say ji bo her kesekî 12 sal û ji bo Ferzende Abi, Îbrahim Kizilkaya û Mustafa Ayaz jî 7 sal û 6 meh ceza birî. Dîsa Ebru Ondîl, Eylem Açikalın, Kemile Atabay, Kerem Çagil, Mesut Aslan, Resul Edemen, Yildiz Tekin û Zîhnî Karakaya jî ji bo her kesekî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Bi tevahî 130 sal ceza li wan hate birîn.
Di operasyona duyemîn de şaredarê para xwe girt
Operasyona di bin navê KCK'ê de di 12'ê Îlona 2011'an de li dijî endam û rêveberên şaredariyê pêk hat. Di operasyona 12'ê Îlonê de Endamê meclîsa Şaredariyê Kemal Unver, Gîyasettîn Gultepe, rêveberên BDP'ê Omer Ertaş, Salîh Aral, endamê komîsyona Rêveberiya Herêmî ya BDP'ê Nejdet Ayna, Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Şeyma Kantarcioglu, Amîrê Garaja Şaredariyê Haydar Acar, Serokê Komeleya Welatiyên Azad Seyît Fehîm Arvasî Ayhan Çevik, Halît Kaya, Memet Kurt, Ahmet Aygun, Tevfik Dalgin, Kerem Duman, Hasan Çetin, Orhan Kandemîr jî doi navde 20 kes hatin binçavkirin. ji 20 kesan 15 kes hatin girtin. xebatên karê rojane yên şaredariyê sûc hate dîtin. Li 4'emin dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz li wan hate vekirin û bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" tên darizandin.
Di 7'ê Hezîrana 2012'an de operasyona herî fireh ya "KCK"ê pêk hat. Di vê operasyona KCK'ê de Şaredarê BDP'î yê Wanê Bekir Kaya, Parêzerê Buroya Hiqûqê Cuneyt Canîş, Şaredarê Elbakê Îhsan Guler, Şaredarê Bêgiriyê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Serokê BDP'a Derviş Polat, Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, Serokê BDP'a Ebexê Metîn Adugît, Serokê BDP'a Berê Velî Avci û Serokê BDP'a Wanê yê Navçeya Navendî Halîs Çakir hatin binçavkirin û girtin. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Seroka BDP'a Wanê Mihriban Şah û Şaredara Elbakê Hecer Sarihan serbest hatin berdan. Dozgerê komarê der barê wan de 710 rûpel îdîaname amade kir û hemû xebatên wan wekî sûc hatin dîtin.
Herî dawî di 26'ê mijdarê de operasyon pêk hat
Herî dawî Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Wanê di 26'ê mijdarê de li navenda Wan, navçe û bajarokên Wanê di bin navê "KCK'ê" de operasyon li darxistin. Di çarçoveya operasyonê de Nûnertiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat, yekîneyên şaredariyê û gelek cihên de hatibû girtin û lêgerîn hatibûn lidarxistin. Di serdagirtinan de 30 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên dadgehê 5 kes serbest hatin berdan û di nav de Şaredarê Eganisê Veysel Keser, Şêwirmendê Çapemeniyê yê Şaredariya Wanê Saît Kantarcioglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê berê Yakup Ataş, Rêveberê BDP'ê yê berê Nacî Erkol, Rêveberê BDP'ê yê Wanê Naîf Ugraş û Hesabgirê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Naîm Işik, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fevziye Şîran, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar Semîra Varli, Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Dag, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan, Ji mamosteyên Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya berê Meral Gungor, Rêveberê MEYA-DER'ê yê berê Îshak Arslan, Rêveberê BDP'ê yê berê Îsmaîl Demîr û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê Selahattîn Bozkurt jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.
‘Me şaredarî di serdema tarî de ji AKP’ê wergirt
Wekilê Şaredarê Wanê Sabrî Abi, anî ziman ku wan di serdema tarî û deynan de ku dizî û nelirêtî herî zêde bû di sala 2009'an de ji AKP'ê wergirt û wiha got: "Dema me şaredarî ji destê AKP'ê wergirt, xizmet nedihat kirin û dizî di asta herî jor de bû. Dîsa nelirêtî pir dihat kirin û rêveberiya herêmî ji destê gel hatibû derxistin. Me şaredarî bi 190 trîlyon deyn dewir girt. Li şûna der barê van dizî û nelirêtiyan de lêpirsin û doz bê vekirin ji ber ku me zêde xizmet meşand doz li me hate vekirin û me hatin girtin. Ewil şaredarê me Bekîr Kaya û Şaredarên navçeyan girtin û pişt re endam û rêvberên be girtin. Naxwazin ku BDP xizmeta gel bike."
Berpirsiyara Herêma Serhetê û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Necla Yildirim, hikûmeta AKP'ê di nava hewldana tunekirina siyaseta kurd dene û wiha got: "Şer sendroma AKP'ê ye. Kesên ku gel bi vîna xwe hilbijartiye her tim di bin zext û zordariya polîs, leşker û darazê de dijîn. AKP li dijî BDP'iyan hatiye xezebê. AKP li dijî kurdan komkujiya siyasî dimeşîne û naxwaze kurd di qada siyasetê de xebat û xizmetê bimeşînin.
DİHA