1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Bajarê ku jinan ji nûve ava kir: Bazîd
Bajarê ku jinan ji nûve ava kir: Bazîd,bajarê,ku,jinan,ji,nûve,ava,kir,bazîd

Bajarê ku jinan ji nûve ava kir: Bazîd

Şaredariya Bazîdê 3 serdemin di destê DTP-BDP'ê de ye. Pitî ji aliyê şaredarên jin ve tê birêvebirin, reng û ruyê bajarê Bazîdê het guhertin û geş bû

A+ A-

ERCAN ÖZHAN Şaredariya Bazîdê 3 serdemin di destê DTP-BDP'ê de ye. Pitî ji aliyê şaredarên jin ve tê birêvebirin, reng û ruyê bajarê Bazîdê het guhertin û geş bû. Şaredariyên jin bi xizmet û projeyên xwe Bazîd ji nûve saz kirin û rengekî nû dan bajar. Gelek projeyên ku ferqek mezin têxe nava Bazîd û şaredariyên din xistin meriyetê.

Piştî şaredarî ketin destê DTP-BDP'ê bajar û navçeyên ku bi salan in bê xizmet mane, ji nûve ruyê xizmetê dîtin. Ji ber ku xizmetek nû hate destpêkirin, rê kolan, kanalîzasyon hatin çêkirin. Projeyên çandî û civakî hatin amadekirin û malên piştgiriya perwerdehiyê, salonên sporê hatin vekirin. Yek ji van şaredariyan, Şaredariya Bazîdê ku 3 serdem in bi destê jinan tê birêvebirin e. Şaredariya Bazîdê piştî ket destê şaredarên jin ên BDP'ê, ji nûve ruyê xizmetê dît û reng û ruyê bajar hate guhertin. Şaredarên jin, li aliyekî bê navber xizmetên rê, park, qadên şînahiyê, xizmetên çand û civakê, li aliyê din jî bi atolye û malên perwerdehiyê xizmetên perwerdehî û pîşeyî da gelê Bazîdê. Şaredariya Bazîdê ku hêj di destê jinê de ye, xwe ji bo xizmetên nû amade dike. Bazîd, ku di salên 1990'an de bi valakirina gundan re koçek mezin stend û gelek taxên nû lê zêde bûn.

Di vê serdemê de şaredariyê dest bi projeya avê kir. Boriyên avê yên ku 57 kîlometre ji Gola Maziyan hate kişandin kişandin nava Bazîdê. Projeyê di sala 2008'an de dest pê kir anîn bazîdê. Îsal jî şebekeya avê tê nûkirin. Bi vê projeyê dê hemû pirsgirêka avê bê çareserkirin. Li aliyekî xebatên şebekeyên avê tên nûkirin. Li aliyekî depoyên avê tên amadekirin, li aliyê din jî tesîsên parzinandinê tên amadekirin. Şaredariyê bi vê Projeya ava vexwarinê ya Tedarik pirsgirêka heri mezin a navçeyê çarser kir. Projeya ku bi 33 milyon Euro bû mal, li ber xelasbûnê ye. Şebekeya ku ji nêzî 200 kîlometre pêk tê, ji sedî 40 xelas bû. Di sala 2013'an de dê pirsgirêka avê bi tevahî bê çareserkirin.

‘Li gori feraseta ekolojîk tev digere'

Şaredariya Bazîdê li gorî feraseta Ekolojik proje amade kirin û dest bi çandina daran, avakrina parkan kir û rengekî nû da bajar. Li ser rêya YÎBO, Qesra Îshak Paşa Stadyum, Kolana Agiriyê Mezin taxa 300 û Ehmedê Xanî 415 fîdan çandin. Dê di demên pêş de jî li girê Koçkiran Parka Mem û Zinê veke.

Ji bo jinan qada civakî

Şaredariyê ji bo bêtir xizmetê bide jinan û jin karibin bi aramî tev bigerin projeyek amade kir û pêşkêxî Sefîra Mezin a Japonyayê kir. Li taxa Ehmedê Xanî Mala Cilşo û piştevaniya Jinan a Arjin ava kir. Li vir ji bo zarokên ku li gel dayikên xwe tên cilşoyê polên perwerdehiyê ava kir. Li vir ji bo jinan xebatên sinevizyon, tenduristî û perwerdehiyê tên dayîn. Dîsa ji aliyê Navneda Tipê ya Ayşenur Zarakolu perwerdehiya tenduristiyê tê dayîn.

Rê û kanalîsazyon hatin çêkirin

Di sala 2012'an de li ser rêya Koçkiran hezar û 200, li taxa Mehmet Ozer 2 hezar û 200, li kolana TEDAŞ'ê hezar û 100 metrekare bi tevahî 4 hezar û 500 metrekare kevirên kilît pêça. Dîsa 18 kîlometre kanalizasyon amade kir. Li sîteyên sanayê bi tevahîe 4 kilometre xalal û şebekeyên av, kanalîzasyon û baranê raxist. 15 hezar metrekare asfalt û 11 hezar metrekare beton rijand.

Dê pêşbirga xelata trafîkê bê amadekirin

Şaredariyê ji bo pirsgirêka trafîkê çaser bike dê li dervê navçeyê garaja mezin ku ji 2 hezar û 860 metrekare ava bike. otogar dê ji 3 blokan pêk bê. Garaj dê ji 12 peron, mescît û qada dolmîşên gundan pêk bê. Dê derdora garaşê bi şînkayi bê xemilandin.

Di nava 100 şaredariyên serkeftî de cih girt

Şaredariya Bazîdê bi xizmet û projeyên xwe di nava 100 şaredariyên serkeftî yên Tirkiyeye de cih girt. Dîsa ji ber proje û xizmetên xwe gelek xelat wergirtin. “Projeya Termînala Otobusan a navera Bajaran ji aliyê rêveberiya herêmî ve projeya salêya serkeftî hate dîtin. 2 ambulansên ji bo Navenda Tipê ya Ayşenur Zarakolu ya Şaredariya Bazîdê di nava 350 projeyan de ket rêza 12'an.

Şaredariyê bi 3'emîn Rojên Fîlmên Bazîdê xizmeta çandê da welatiyan. Di çarçoveya xebatê çandê de ji bo her kesi xizmet amade kir. Di 1'ê Îlonê, 25'ê Mijdarê de panel amade kirin. Dîsa ji bo zarokan jî proje amade kir. Ji bo zarokan Pêşiyê zarok hebûn ji bo 450 zarokan atolyeyên ekoloji, hunerê bi kurdî û îngîlîzî kurs da. Di çarçoveya xebatman de ji 17 xwendekaran 15 xwendekar di Fakulteyên Hunerên Xweşik de bi cih kir.

Di 8'ê Mijdara 2005'an de ji bo perwerdehiyê bide zarokan Mala Piştgirî û Perwerdehiyê ya Orhan Dogan hate vekirin û bi hezaran zarok perwerde kirin. Lê ev Mala Perwerdehiyê ji aliyê qeymeqam ve hate girtin û bi hezaran xwendekar mexdûr kirin.

Projeyên nû

Şaredarî ji bo xebatê projeyên nû amade dike. Projeya “Îstasyona Berhemên Hişk ên Seyar" dê hemû çopa nava bajar paqij bike û ji nava hev derxe. Dê di bihara 2013'an de li ser rêya Îdirê daran biçîne. Dê Hala Fêkî ya nû ava bike. Li tenişta Hala Nû Parka Jinan avabike. Ji bo navçeyê dê avahiya Konseya Bajar bê avakirin. Dê avahiya Karê Av û Kanalîsazyonê ya Bazîdê (DOSKİ) bê avakirin. Li ser Çemê Meryemana Pirayek mezin dê bê avakirin. Kolana Îdirê dê ji nûve bê sazkirin. Rêya 2'emîn a Îdirê dê bê aslaftkirin. Rêyên taxên Agiriya Mezin, Sanayî, Hurriyetê dê ji nûve bên nûkirin. li taxa Agiriya Mezin Parka malbat û zarokan bê avakirin.

Der barê xizmetan de Şaredar Dr. Canan Korkmaz, diyar kir ku zext û zordardî wan têk nabe û dê bêtir xizmetem paqiştir û mezindir bidin gelê xwe. Korkmaz, anî ziman ku ji ber şaredariyên BDP'ê xizmeta li gorî feraseta ekolojiya demokratîk dide gel rastî zext û zordariyan tên, lê ew tê ji vê feraestê tavîzan nedin.

(mae)