1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bajarê serhildanan şahidiya pêvçûnên dawî dike
Bajarê serhildanan şahidiya pêvçûnên dawî dike,bajarê,serhildanan,şahidiya,pêvçûnên,dawî,dike

Bajarê serhildanan şahidiya pêvçûnên dawî dike

A+ A-

SAMÎ YİLMAZ Gundê Nehrî ya girêdayê Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji hemû serhildanên kurdan ên bi sedsalan berdewam kir re şahidî kiriye. Gelê herêmê diyar kirin ku ji serhildana Mîrê Botan Mîr Bedirxan, heta serhildana Şêx Ûbeydûllahê Nehrî û serhildana Şêx Seîd bandora xwe li herêmê kiriye û bûne şahid, lê cara yekem e ku şahidiya pêvçûnek ev qas demdirêj dikin.

Li Şemzînana Colemêrgê pêvçûnên ku di 23'ê Tîrmehê piştî kontrola rê ya HPG'iyan a di navbera mezrayên Navrezan û Rubunîsa girêdayê Gundê Nehrî dest pê kiribû, hîn jî didomin. Gundê Nehrî ya ku li herêmekê 75 kîlometre di navbera Rubarok û Şemzînanê de ye, di dîrokê de şahidî û pêşengtiya gelek serhildanên kurdan kiriye. Gundê Nehrî ya ku yek ji 150 gundên li herêmê ye, ji ber nêzî Herêma Kurdistana Federal e ji geşedan û polîtîkayên wir gelek bi bandor bûye. Gundê ku xwedî dîrokek kevn e, wekî Şemzînana kevn jî tê binavkirin. Heta serdema Komara Tirk wekî navenda herêmê bû. Li Gund ji medreseyan, heta edliyeyan, ji girtîgehê heta mizgeft û avahiyên rêvebiriyê hemû tişt hebû, lê niha guheriye wargehekî wêran.

Navenda serhildanên kurdan: Nehrî

Gundê Nehrî bi awayekî çalak di sala 1840'an beşdarî serhildana ku ji aliyê Mîrê Botan Mîr Bedirxan li hemberî dewleta Osmaniyan hatibu destpêkirin, bûye. Wê demê herêma Nehrî ji bo beşdarî serhildanê bibe, yek ji navendên qadên perwerdehiya leşkerî, leşkerên ku arasteyî serhildanê bibe û qada lojîstîkê bû. Serhildana Mîr Bedirxan 7 sal dewam kiribû, lê ji ber îxaneta biraziyê Bedirxan, Yêzdanşêr têk çûbû û Mîr Bedirxan û malbata wî sirgûnî girava Maltayê hatibûn kirin. Wekî Beg, şêx û pêşengên herêmê yên piştgirî dabûn serhildana Mîr Bedirxan, şêxên Nehrî jî hatibûn sirgûn kirin. Piştî sirgunkirinê bajarê Nehrî hate talankirin û xerab kirin û bi salan rastî ambargoyan ma. Lê ligel evqas sirgûn zextan gelê Nehrî di kesayetiya serhildêr îsrar dike. Dema di sala 1920'an de navçe ji aliyê rûsan ve tê dagirkirin, bi pêşengiya Seyîd Ebdûlqadirê Nehrî li hemberî rûsan têkoşîn didin û dagirkeriyê radikin. Dema dîrok dibe 1925, bajar vê gavê piştgirî dide Serhildana Şêx Seîd. Navçeya ku bi pêşengiya Seyîd Ebdûlqadirê Nehrî beşdarî serhildanê bûne, piştî serhildan têk diçe tevî Şêx Seîd u hevalên wî li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê di sala 1925'an tên darvekirin.

Ligel hemû zextan kurd çanda xwe dan jiyandin

Seyid Ebdûlqadirê Nehrî û hevalên wî piştî serhildanê ji aliyê hikûmeta wê demê vedixwînin Stenbolê. Dema Seyîd Ebdûlqadirê Nehrî û hevalên wî diçin Stenbolê tên girtin û li wir tên darvekirin. Bi vî awayî herêm bê pêşeng dimîne. Malbatên ku piştgiriyê dabûn serhildanê hemû tên girtin û sirgûnî hin cihan hatine kirin. Bajarê Nehrî piştî wê jî dev ji serhildêriya xwe bernade, xwedî li çand, nasname û azadiya xwe derketin. Piştî serhildanan navenda navçeyê tê guhertin û Şemzînana îroyîn derdikeve holê. Bi vî awayî hatiye xwestin ku rihê serhildêr were tunekirin. Berî ku bajar were valakirin, nifusa bajar 20 hezar bû, lê niha bi tevahî di 12 xaniyan de 103 kes lê dijî.

Tesîsa masiyên bi şîfa ya Nehrî bi tunebûnê rû bi rû maye

Gelê herêmê ji çanda mêvanperweriyê, ji odeyên ku ji bo mêvanan hatiye avakirin, ji xîzmetê tawîzan nade. Her wiha li hemberî xwezayê bi awayeke hestiyar tevdigerin. Li herêmê darên guzan ên dîrokî hene û bi fêkiyên xwe yên cur bi cur wekî navenda hilberînê ye. Li herêmê tirî, titûn, hingiv tên hilbêrîn. Ji aliyê din gelek cihên dîrokî li herêmê heye û tesîsên masiyên bi şîfa bu tunebûnê rû bi rû ye.

'Şemzînan serhildana heri mezin û dawî ya kurdan e'

Li herêma ku xwedî axa bi bereket e, şahidiya pêvçûnên dijwar kiriye. Di salên 1990'an de wekî her cihan, li vir jî cerdewanî li ser gel hate ferzkirin. Lê li hemberê vê pir kêm malbatan ev yekê qebûl kirin. Gelê herêmê dide zanîn ku mirovên herêmê bi salan e êşên mezin dikişînin û wiha dibêjin: "Gelek mirov jiyana xwe ji dest dan, em di nav de hebin an tune bin, ev doz mafdar e. Ev gel di daxwaza xwe ya azadiyê de mafdar e. " Herî dawî gelên li herêmê şahidiya pêvçûnên ku di 23'ê Tîrmehê de dest pê kir, dike. Gira Gevriyazînî ku ji aliyê welatiyan wekî Gira Serhildanê ya Nehriyê tê binavkirin, niha ketiye bin kontrola HPG'iyan. Welatiyan li ser vê yekê wiha dibêjin: "Me bi salan li herêmê pêvçûn dît, lê ev cara yekem e ku me pêvçûnek evqas domdirêj dît. HPG'iyan bi pêvçûnên ku zêdetirî 15 rojane didomîne hezkirin û ecibandina gel bi dest xistiye. Welatiyan pêvçûnan wekî "Serhildana herî mezin û dawî ya kurdan" bi nav dike.

'Ligel meha Remazanê ye, ambargo li hemberî herêmê pêk tînin'

Welatiyan bertek nîşanî ambargoya ku ji aliyê dewletê ve li hemberî herêmê tê meşandin dan û anîn ziman ku dewlet dixwaze ambargoyê rewa bide xuyakirin. Ligel ku meha Remazanê ye li ser herêmê ambargoya aborî tê meşandin û ketin û derketina ji herêmê hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê welatiyên li herêmê pirsgirêka birçîbûnê dijîn. Hate zanîn ku tesîsa masiyên bi şîfa yên ku 4 hezar masî tê de heye, ji ber êm tune ye, bi tunebûnê ve rû bi rû maye. Xwediyê tesîsê Nevzat Çîftçî, wiha got:" Bi şer ve ambargo pêk anîn, ev yek welatiyan dixe nava tengezariyê. Tesîsê me her roj mîlyarek zerar dike û masî jî dimirin." Çîftçî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd diyar kir ku hewceye bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hevdîtin were çêkirin û wiha got: "Gelê kurd tecrîdkirina mirovek ku ji bo xwe wekî Rêber qebûl kiriye, qebûl nake. Pêvçûn û şerên ku di demên dawî de pêk tê, hêrsa dijwar a gelê ku nêzî saleke ji Rêberê xwe hatiye veqitandin, e."

(ab/mae)