1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bakuriyan Sînorê Rojava Hilweşandin
Bakuriyan Sînorê Rojava Hilweşandin,bakuriyan,sînorê,rojava,hilweşandin

Bakuriyan Sînorê Rojava Hilweşandin

A+ A-

Alîkariya yekemîn ku li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê di encama kampanaya ji aliyê 770 saziyên sivîl ên civakî û 20 partî û rêxistinên siyasî ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin de hatibû komkirin, gihîşt bajarê Qamişlo.

Ev destpêka kampanyayê bû.

Yekemîn alîkariya ku li ji aliyê 770 saziyên sivîl ên civakî û 20 partî û rêxistinên siyasî ve di bin navê Platfroma Piştgiriya Gelên Suriyê de kampanya dabû destpêkirin, di Deriyê Sînor ê Nisêbînê re derbasî bajarê Qamişlo bû. Alîkariya ku piştî pêvajoya şoreşê cara yekemîn tê derbaskirin di saetên piştî nîvro de bi 7 wesayîtan hate derbaskirin. Di nava alîkariya ku ji 70 tonan pêk dihat de, ji ard, şîrê zarokan, derman, madeyên xwarinê û hwd. pêk tê.

Ji bo derbaskirina alîkariyê, li ser navê Platforma Piştgiriya Gelên Suriyê Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna, Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Endamê Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Berdevkê Platforma Piştgriya Gelên Suriyê Seydî Firat, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, Seroka Giştî Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) Zubeyde Teker, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî hatin deriyê sînor. Ji bajarê Qamişlo jî Seroka Meclîsa Bajêr Remziye Mehemed, rêveberên saziyên civakî yên sivîl û gelek kesên din jî amade bûn.

Di dema derbasbûna  alîkariyê de, çapemeniya herêmî û ya bakûr û Tirkiyê jî eleqeyek mezin nîşan dan.

Ji bo ku qamyonên alîkariyê derbas bibin, xendekên ku beriya niha ji aliyê rejîmê ve li ber deriyê sînor hatibûn kolan, hatin tijekirin. Piştî ku ev xendek hatin tijekirin û muameleyên fermîn hatin çêkirin, qamyonên ku li pêşiya wan bi zimanê Kurdî û Tirkî pankarta, “Ji vîna gelan re rêzdarî, ji ambargoyê re na” hatibû daliqandin. Qamyonên ku yek bi yek derbas bûn li aliyê Qamişlo hatin valakirin û li qamyonên din hatin barkirin, piştre jî ji aliyê komîteya alîkariyê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd ve teslîm hatin girtin.

"ALÎKARÎ WÊ BIDOMIN"

Di dema derbaskirina alîkariyê de, li ser navê Platforma Piştgiriya Gelên Suriyê Zubeyde Teker, Ayşe Gokhan, Racî Bîlîcî û Abdulganî Bîlge bi kurdî û tirkî axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ji bo alîkarî bigihîje Rojavayê Kurdistanê gelek hewldanan hatine nîşandan û di encama van hewldanan de jî deriyê sînor ji bo derbasbûna alîkariyê hatiye vekirin. Her wiha hate gotin ku ev alîkariya tê derbaskirin wekî destpêkê ye û dê berdewama wê jî bê. Di axaftinan de hate diyarkirin ku partî û saziyên bakûrê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Rojava dikin û heta dawiyê jî wê vê piştgiriya xwe bidomînin.

 BI HEZARAN KES LI BER DERIYÊ SÎNOR KOM BÛN

Li aliyê din, dema alîkarî di deriyê sînor re derbas dibû, bi hezaran şêniyên Qamişlo jî bi slogana, “Hevgirtina gelê Kurd” de li ber deriyê sînor ê Qamişlo kom bû û keyfxweşiya xwe anîn ziman. Girseya ku alên Desteya Bilind û TEV-DEM’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, sloganên wekî, “Bijî yekîtiya gelê kurd”, “Bijî Serok Apo” qêriyan.