"Bakurê Serhedê dê di hilbijartinê de Tirkiyê matmayî bihêle"
BÎLAL GULDEM
BATMAN (DİHA) - Hevserokê Giştî yê BDP Selahattîn Demîrtaş, der barê xebatên hilbijatinê yê herêma Serhedê, kuştina Berkîn Elvan û Newrozê de agahî dan. Demîrtaş, anî ziman ku gera wan a di çarçoveya xebatên hilbijartinên heremî de yên Bakurê Serhedê bi germahiyek mezin derbas bû û got ku wan li wê heremê hesreta xwe ya sedsalan li wirt pêk anîne. Demîrtaş, diyar kir ku ewê li Bakurê Serhedê roja 30'ê adarê de encamek ku Tirkiyê matmayî bihêle bidestbixin û di encama hilbijartinên heremî de rewabûna AKP li heremê bi dawî bibe. Demîrtaş, bang li hemû gelê kurd û gelan kir ku bi tevlîbûnek xurt beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin û li hember qetilkirina Berkîn Elvan bertek nîşan da.
Hevserokê Giştî yê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, gerên xwe yên di çarçoveya xebatên hilbijartinên heremî de yên li herema Bakurê Serhedê ku bi dawî kir, pîrozbahiyên Newrozê û qetilkirina Berkîn Elvan ji ajansa me DÎHA'yê re nirxand. Demîrtaş, diyar kir ku wan wek BDP mitîngên hilbijartinên ên li herema Serhedê li navçeya Gole ya Erdexanê destpêkirine û wiha got: "Me xebatên xwe yên hilbijartinan li herema Serhedê da destpêkirin û me firsendek dît ku em gihîştin hemû navendên xwe yên Serheda Bakur. Me ferq kir ku valahî, birçîbûn û hemû bendewariyên hesretê dê bi vê hilbijartinê derbikeve asta herî jor. Herema Serheda Bakur, barê di aliyê rêxistinê de ku diket ser pişta partiya me bi layîqî pêk nedianî. Heta îro geşkirina xebatê me li wir me pêk nedianî. Her tim li wê heremê bendewariya gel ji me hebû. Li cem gelê wê heremê welatparêziyek saf heye. Lê mixabin bi tu awayî em ji gelê xwe re ne dibûn bersiv." Demîrtaş, anî ziman ku wan bi wesîleya xebatên hilbijartinê yên li herema Bakurê Serhedê xebatek bi rêxistin pêk anîne û wiha got: "Me bi hemû milên ên partiya xwe re li Bakurê Serhedê pratîka rêxistinbuyînek pêkanî. Bêguman ji bo xebatên mitîngê ku em çûn wê heremê me bersiva xebata xwe hilda. Me hesreta xwe ya sedsalan a bi gelê Bakûrê Serhedê re pêkanî. Girseyên ku heta îro me li Amed, Êlihê û wek Wanê dîtin û ku em hînî wan girseyan bûbûn, lê dema me heman girseyê li Bakûrê Kurdîstanê yê herî jor dît ev yek mi pir bi kelecanî kir."
'Dê 30'ê adarê rewabûna AKP ji holê rabe'
Demîrtaş, da zanîn ku pêla kelecana ku ji Bakurê Serhedê hatiye peyderkirin li her deverê "Kurdîstanê" hatiye belavkirin û wiha axivî: "Hemû hevalên me yên xebatê, ji ber desteka gel ku dane wan bi moral bûn û bêtir xwe xebatê hildan hembêza xwe. Dê encama hilbijartinên Bakurê Serhedê hem hêz bide gelê me û hem jî wê bide hevalinên me xebatê. Dê encamên hilbijartinên ên herî bi serkeftî ji wir derbikevin. Dê encamê wê heremê hemû Tirkiyê matmayî bihêle û hemû Kurdîstanê dê di nav hezkirinê de bihêle. Dê encam rastiya wir rave bikin. Hêj tu bajar û naveçeyên dê cara yekem BDP bistîne wê texmîne neke. Dê bi BDP bi dengên serkeftî ji wê heremê xwe derbixe pêş." Demîrtaş, anî ziman ku dê ew encamên hilbijartinê yên wê heremê pir ciddî bin û geşedanên siyasî li wir pêk bîne. Demîrtaş, anî ziman ku bandora AKP'ê li heremê hatiye winda kirin û wiha got: "AKP heta îro îddia dikir ku li Kurdîstanê dengê hemû Kurdan bi dest dixe û polîtîkayên xwe di vê bingehê de dida rûniştandin. Rewabûna bingeha xwe her tim bi vê îddia yê hildida. Dê şeva 30'ê adarê ev bingeha rewabûna AKP'ê ji holê rabe. Dê di vê hilbijartinê de li hemû heremên Kurdîstanê gelê kurd vîn û dilsoziya xwe bi tevgera azadiya Kurd re aşkere bike."
'Pergala hevşaredariyê rê li ber şoreşa civakê vedike'
Demîrtaş, destnîşan kir ku li her devera ew çûnê tevlîbûna jinan a meşandina xebatan di asta herî jor de bûye û got ku dilgeşiya vê yek jî nîşaneya pergala hevserok şaredariyê ye. Demîrtaş, anî ziman ku pergala hevşaredariyê pêşniyara Rêberê PKK Abdullah Ocalan bûye û wiha got: "Ev pêngav a Brêz Ocalan ku di nava tevgera azadiyê de nêzîkatiya jinê ye. Ji bo jinê tevlî xebatan bike û jin di warê civakî, aborî û siyasî de bên asteke baş bi têkoşîna wî ya bi salan e. Baweriya pergala hevaşaredariyê ku bi xwe re aniye jinan bêtir tevlî xebatan kiriye û wan derxistiye qadan. Jin ji her demê bêtir li qada ne. Jinên ku li navçe û bajaran nikarin derbikevin sûkan û nikarin tevlî çalakî û xebatan bibin lê niha ji her demê bêtir li refên pêş cih digirin. Ev yek jî ji bo şoreşa civakî muazam rê vedike."
'Dê ev hilbijartin bibe destketiyên gelê kurd û gelên Kurdîstanê'
Demîrtaş, wiha got: "Ev hilbijartin dê vegere destketiyên gelê kurd û hemû gelên din ên li Kurdîstanê dijîn." Demîrtaş, bal kişand ser desteka ku ji gelê din jî distînin û wiha pê de çû: "Li her cihê ku em çûnê em ji Terekemeyan, Ermeniyan, Azeriyan, Ereban û hemû gelên din eleqeyek mezin hildigirin. Ji ber ku tevgera gelê kurd feraseta netewa demokratîk hemû nasnameyan wek unsurên esîl qebul dike. Vê ferasetê ji herkesî ji her gelî bersiva xwe ya baş hilda ye. Mirov ji feraseta nijadperestî û zîhnîyeta dewletê ya tekane aciz bûne. Ji bilî BDP'ê tu partî vê ferasetê temsîl nake. Her kes jî bi yekê dizane. Dema em li namzet hevşaredarên me dinêrin pir bi çandî û rengîn in. Namzetên me Çerkez, Gurcî, Elewî, Sunî, servekirî û sergirtî hene. Profîla hemû namzetên me civakê dide nasîn. Gel jî vê yekê baş dinirxîne. Ji ber ku em jî xebatên xwe hilbijartinê li ser vê bingehê didin meşandin hemû xebat û mitîngên me bi dilgeşî derbas dibin. Ev tablo di encama têkoşîna 30 salî ya bi zorî zehmetî de derdikeve holê. De serî de ji bo şehîdên partiyê, bi biryara têkoşîna ciwan û jinan de di vê tabloyê de me deyndar in."
'Êdî tehamula gel nemaye ku Ocalan li Îmraliyê bibîne'
Demîrta, anî ziman ku pêwîste mîmarê van tabloyan Rêberê PKK Abdullah Ocalan demek beriya demekê bigîhîje azadiya xwe û wiha got: "Êdî mirov tehamul nakin ku Rêber Apo di li Îmraliyê bibînin. Her li her deverê qîrkirina sloganên azadiya Ocalan heye. Ev daxwaz jî xuya dike û em jî difikirin ku êdî pêwîste bê halê dîtine."
'Dê ev Newroz bibe Newroza herî dîrokî û bi heybet'
Demîrtaş, bal kişand ser pîrozbahiyên Cejna Newrozê û wiha axivî: "Dê starta Newroza îsal li Êlihê destpê bike û ev pîrozbahiyên Newrozê bi hefteyan bidome û ev pîrozkirin dê li cîhanê bibin pîrozbahiyên herî dîrokî û girîng. Dê Newroz bi hêz derbas bibe. Ji ber ku kelecana amadekariyên hilbijartinê rengê xwe dide Newrozê û bi Newrozê re geş dibe. Wateya berxwedan û vejîna dîrokî ya Newrozê, bi naveroka xwe siyasî ya hilbijartinê yekser dişibe hev. Dê xebatên hilbijartinê xwe bide Newrozê û dê Newroz jî xwe di encama hilbjiartinê de bide nîşandan. Dê îsal li her deverê Kurdîstanê newrozên herî bi heybet a dîrokî pêk were. Dê li çar parçeyên Kurdîstanê pîrozbahiyên Newrozê mohra xwe li cîhanê bixe û derbasî dîrokê bibe. Bendawariyên me û gel ê me jî di bi vî awayî ne. Roja ku Newroz li kîjan bajêr û navçeyan bê pîrozkirin pêwîste tu kes li malê xwe nemîne. Pêwîste bi rihê Newrozê li qada bin û em li pişt daxwazên xwe siyasî rawestin. Em bangî gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt û bi girseyî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin."
'Ger ku wiha bidome dê şerê navxweyî derbikeve'
Demîrtaş, têkildarî qetilkirina Berkîn Elvan jî axivî û wiha got: "Li hember qetilkirina Berkîn Elvan ku gel bertekên xwe nîşandan dîsa nêzîkatiya desthilatdariya AKP hêza bê pîvan bikar anî. Li her deverê dîsa qazên bombe, cop û êrîş bi tevahî li her deverê kûçe û qad guherîn qadên îşkencexanê. Li gel mudaxaleyên polîsan komên sivîl jî destek ji wan distînin û êrîşî gel dikin. Bi vî awayî sivîlan tînin dij hev. Ciwanan tînin wê astê ku bi çekan li hev bidin. Di encama van bûyeran de ciwanek li Stenbolê jiyana xwe ji dest da û ev êşa trajîk ya herî dawî bû." Demîrtaş, ji malbata wî ciwanî re sersaxî xwest û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ciwan di van mijaran de pir balkêşî xwe bin. Mirovên derdikevin kûçeyan mafên xwe bi kar tînin. Protestokirin mafek demokratîk e. Pêwîste polîsên ku mudaxele dikin rêgez û şertên netewî û navnetewî bikar bînin û van şertan esas bigirin. Polîs tu demê nikare hêza qetilkirinê bikar bîne. Tu komek din nikare êrîşî komek ku çalakî pêk tîne bike. Ger ku viya wiha bidome dê encamek bigîhîje asta şerê navxweyî. Divê herkes di vê mijarê de baldar be. Ez hêvîdarim ku dê ev êş bibin ê dawî."
(bg/mae)