Bala cîhanê li Cenevre ye
CENEVRE 21.01.2014 07:00:09 Konferansa navneteweyî ya ji bo dawîanîna li şerê navxweyî yên Sûriyeyê li bajarê Swîsre Cenevreyê wê were lidarxistin, rojeva sereke ya cîhanê ye. Lê belê nêrîna hêzên beşdar ewçend ji hev cuda ne, derdorên herî xweşbîn jî ji encamên konferansê bi hêvî nînin.
Tê payîn zêdeyî 30 welat beşdarî konferansa li bajarê Swîsre Cenevreyê bibin. Lê belê pirsgirêka herî girîng rewşa welatên ku di krîza Sûriyeyê de bûne alî. Li konferansa ku Kurd nehatin vexwendin, rêxistinên Îslamî ji xwe ji destpêkê ve li derve hatin hiştin.
JI WELATÊN ROJAVAYÎ Û KENDAVÊ GEFA BIRÎNA ALÎKARIYÊ
Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ku xebatên xwe bi giranî li Stenbolê dimeşîne, ji ber ku baskê leşkerî temsîl nake, diyare ku nûnertiyeke xurt a mûxalefeta Sûriyeyê nikare bike. Di civîna 18'ê Çileyê ya Koalîsyonê de komekê dengdana ji bo beşdariya li Cenevre-2 boykot kiribû. Komek ji nava koalîsyonê beşdarbûna endamên sivîl ên koalîsyonê, ku li Sûriyeyê najîn rexne kiribû û xwestibûn endamên Konseya Leşkerî ya Bilind jî beşdar bibin.
Di nava Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de, ku ji 120 endaman pêk tê nêrîna serdest beşdarnebûna Cenevre bû. Lê belê nekarî ji welatên Rojavayî û Kendavê re bêje 'na' ji ber ku di çarçoveya têkiliyên berjewendiyan de bi wan ve girêdayî ne. Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry bi awayekî vekirî gef li wan xwar û got, "Eger hûn neyên Cenevre, emê desteka xwe qut bikin." Heman hişyarî ji Londonê jî hat. Piştî van daxuyaniyan nakokiyên navxweyî yên Koalîsyonê rê li ber nîqaşên mezin vekir, 40 endamên koalîsyonê veqetiyan û ji 80 endamên mayî bi tenê 74 ji wan karîbûn li Stenbolê bicivin. Di encamê de jî 58 endaman gotin erê, 14 endaman gotin na û 2 endam jî bêalî man. Di nava Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de bi vekişîna endamên bi piştevaniya Qatar û Erebîstana Siûdî re, bi tenê nîvê wan beşdarbûn erê kirin.
LI DORA MASEYÊ JI BILÎ NÛNERÊN GELÊ SÛRIYEYÊ HER KES HENE
Desteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Guhertina Demokratîk, ku PYD jî di gelemperiya Sûriyeyê de endamê wê ye, tevî ji bo Cenevreyê hatiye vexwendin, wê beşdar nebe. Lîderê Desteyê Heysem ji bo Cenevre-2 got, "Li dora maseya Cenevreyê, ji bilî nûnerên gelên Sûriyeyê her kes hene. Ev civîn ji bo Sûriyeyê ne çare ye, deriyê kaoseke nû tê vekirin..." Heysem nebûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyeyê di civînê de bi van gotinan rexne kiribû.
Roja Yekşemê Îran ji bo konferansê hat vexwendin û ev yek bû sedem ku Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mûxalîf û Şoreşger (SMDK) xwe ji konferansê vekişîne. Endamê SMDK Ahmed Ramazan daxuyanî da televîzyona Sky News Arabia û got, "Koalîsyona Hêzên Mûxalîf û Şoreşger a Sûriyeyê, piştî ku Îran ji bo civîna li Montereux'ê hat vexwendin, beşdariya li Konferansa Cenevre-2 red kir."
Ramazan destnîşan kiribû ku rawestandina beşdariya koalîsyonê li Konferansa Cenevre-2 biryareke fermî ye. Berdevkê SMDK gotibû, "Me hişyarî dabûn Lakhdar Brahîmî ku eger Îran ji bo konferansê bê vexwendin, emê beşdar nebin."
BEŞDARIYA ÎRANÊ PIRSGIRÊK E
Di konferansa li Montreux'ê de, ku bi pêşengiya DYA û Rûsyayê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de wê were lidarxistin, ji bilî rejîma Sûriyeyê dihat meraqkirin ka Îranê beşdar bibe yan na. Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon pêr Îran vexwend û tevî ku rojek di ser re derbas nebû ji ber zextan neçar ma vê vexwendiyê vekişîne. Ev yek ji bo Kî-moon bû windahiyek mezin a prestîjê. DYA, Îngilîstan û Fransayê bi awayekî zelal diyar kirin ku ew naxwazin Îran beşdarî konferansê bibe, zext li Ban Kî-moon kirin û di vê de jî bi ser ketin.
DYA, Îngilîstan û Fransayê weke şert destnîşan kiribûn ku ji bo beşdariya Îranê li Cenevre-2 erê bikin, divê Îran belavoka Cenevre-1 ya hikûmeteke demî ya bêyî Esad destnîşan dike, qebûl bike. Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê jî weke şert diyar kiribû ku ji bo beşdariya Cenereyê divê Îran hemû yekîneyên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne, çekdarên xwe vekişîne, belavoka Cenevre-1 qebûl bike û ji bo serketina vê konferansê niyeta xwe ya alîkarîdayînê diyar bike.
Serkêşiya hêzên dixwazin Îran beşdar bibin jî Rûsya dike. Eger Îran a destekê dide rejîma Esad beşdarî konferansê bibûya wê Rûsya li hemberî zextên ji bo Sûriyeyeke bê Esad, bi tenê nemabûya.
LI PÊŞBERÎ REJÎMÊ PIRSGIRÊKA MÛXATAB
Ji ber ku nûnerên rastî yên mûxalefeta gel a li Sûriyeyê beşdarî Cenevre-2 nabin, bendewariyên ji konferansê jî kêm bûn. Ji xwe beşeke girîng a axa welêt ji aliyê Kurdan ve tê kontrolkirin. Beşeke biçûk jî ji aliyê rêxistinên alîgirên El Qaîdeyê ve. Mûxalefeta Sûriyeyê ya li derveyî El Qaîdeyê jî her çend hin bajaran kontrol dike jî, ji ber ku di nava Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de nayê temsîlkirin, di maseya li pêşberî rejîmê de wê bi awayekî cidî nebin mûxatab. Eger bi pîvana 'Pirsgirêk bi mûxataban çareser dibe' nêzîkatî were nîşandan, hingî diyar dibe ku konferans di dema pêş de dikare rê li ber pirsgirêkên mezintir veke.
Her çend bendewariyên DYA û Rûsya yên ji konferansê ji hev gelekî cuda bin jî, tê zanîn ku di hin mijaran de li hev dikin. Her du welat jî li dijî hebûna El Qaîdeyê xwe didin xuyakirin. Lê belê hebûna El Qaîdeyê hem destê rejîma Sûriyeyê xurt dike, hem jî derfetê dide Rûsyayê ji bo rejîmê biparêze. Rûsya ya ku destpêkê xwest bi beşdariyeke berfireh a navneteweyî re krîza Sûriyeyê binirxîne, piştre xwest pêvajoya diyaloga navxweyî ya li Sûriyeyê bê meşandin.
Di nêzîkatiya li Kurdan de nêzbûna Rûsya ji bo xeta DYA, bû yek ji astengiyên li pêşberiya beşdariya Cenevre-2 ya Kurdan. Xeta "Bila der heqê Kurdan de neyê axaftin" a rayedarên DYA'yî ku pirsgirêka Kurd piştguh dikin, herî dawî bi şêweyê "Bila pirsgirêka Kurd li Cenevre-2 neyê axaftin" ji aliyê Rûsyayê ve hat qebûlkirin. Ev yek jî bû yek ji helwestên bêwatekirina konferansê. Di nava koalîsyonê de beşdariya hin Kurdên ku di nava gel de tê cihê wan nîne, wê tiştekî neguherîne.
Welatên nêzî DYA yên mîna Fransa û Îngilîstan jî ji Cenevreyê di nava bendewariya hikûmeteke derbasbûnê de ne. Lê belê dema daxwazên cuda yên beşdarên konferansê li ber çavan were girtin, diyar dibe ku ev yek zehmet e. Wezîrê Karên Deve yê Fransayê Laûrent Fabîûs di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ev bendewarî 'pesîmîst' (reşbîn) bi nav kiribû.
Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku di kêliya dawî de biryara beşdariya li konferansê da, weke şert destnîşan dike ku di vê di pêşeroja Sûriyeyê de Beşar Esad nebe. Esad jî di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de bi sergirtîbe jî anîbû ziman ku ew dikare beşdarî hilbijartinên serokdewletiyê yên meha Hezîranê bibe. Beşar Esad ê ragihand kuw ê beşdarî konferansa Cenevre-2 bibe, di rojên dawî de bi dengekî bilindtir tîne ziman ku ewê ti carî desthilatdariyê radest neke.
Di vê rewşê de zehmet e ku daxwaza DYA, Îngilîstan, Fransa û Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya "hikûmeta derbasbûnê ya bêyî Esad" bicih were anîn.
Pispor diyar dikin ku eger pêşniyara hikûmeta derbasbûnê li Cenevre-2 bê nîşan kirin, wê Moskowa ancax sîstemeke bi Esad qebûl bike.