1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Balafirên Hevpeymanê artêşa Iraqêbombebaran kirin
Balafirên Hevpeymanê artêşa Iraqêbombebaran kirin,balafirên,hevpeymanê,artêşa,iraqêbombebaran,kirin

Balafirên Hevpeymanê artêşa Iraqêbombebaran kirin

Balafirên hevpeymanan karwanê wesayîtên artêşa Iraqê û hêzên Heşd el-Şeebî bombebaran kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Balafirên hevpeymanan bi şaşî karwanê wesayîtên artêşa Iraqê û hêzên Heşd el-Şeebî bombebaran kirin. Li gor agahdariyan di encama bomebarankirinê de 5 kes mirine û 7 kes jî birîndar bûne.

Li gor Ajansa Îrem, çavkaniyek leşkerî diyar kir ku duh piştî nîvro balafirên hevpeymanan bi şaşî karwanê wesayîtên artêşa Iraq û hêzên Heşd el-Şeebî li başûrê rojhilatê Felûce bombebaran kirine.

Heman çavkaniyê anî ziman ku di encama bombebaranê de 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 7 jî birîndar bûne. Herwiha 5 otomobîlên leşkerî yên artêşa Iraq û Heşd el-Şeebî hatine têkşikandin.

Heta niha artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan di vê derbarê de ti daxuyaniyek fermî nedane.

(rn)