1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Balafirên Hêzên Hevpeyman 2 roj in êrişên xwe li Şengalê rawestandine
Balafirên Hêzên Hevpeyman 2 roj in êrişên xwe li Şengalê rawestandine,balafirên,hêzên,hevpeyman,2,roj,in,êrişên,xwe,li,şengalê,rawestandine

Balafirên Hêzên Hevpeyman 2 roj in êrişên xwe li Şengalê rawestandine

A+ A-

ŞENGAL/ROJNEWS

Şerê di navbera hêzên hevbeş ên Kurd û çeteyên DAIŞ’ê de bi hemû dijwariya xwe li Şengalê di roja 7’mîn de berdewam dike. Duh bişev çeteyan xwest êrîş bikin, lê ji aliyê hêzên Kurd ve hat ferq kirin û encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî nûçegihanê RojNewsê duh bişev çeteyên DAIŞ’ê xwestin êrîşê hêzên Kurd bike, lê hatin ferqkirin û şer rûda. Piştî ku hêzên hevbeş bi dijwarî bersiva çeteyan da, çete neçar man paşve birevin. Herwiha hat zanîn ku di wî şerî de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin balafirên şer yên hevpeymanan ji duh danê nîvro ve heya niha li ser baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengalê bombebaran nekiriye.

Herwiha hat zanîn ku şer li navenda bajêr bi hemû dijwariya xwe berdewame. Niha li beşekê başûrê Şengalê di navbera hêzên hevbeş yên Kurd û çeteyên DAIŞ’ê de şer bi dijwarî berdewam dike.