Balafirên keşfê bi ser herêmên gerîla digere
A+
A-
BEHDÎNAN/ROJNEWS
Ji serê sibê ve balafirên keşfê yên dewleta Tirkiyê bi ser Herêmên Parastina Medya ve digerin.
Derbarê mijarê de çavkaniyekî ji RojNews re ragihand ku îro serê sibê seat 6:00’an balafira keşfê ya bêmirov a Tirkiyê li ser herêmên Gare, Zap, Metîna û çend deverên de digere. Herwiha hat ragihandin ku balafir piranî li ser herêmên di bin kontrola gerîla de nizim difirin.
Heman çavkanî ragihand ku ev demeke ku balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser herêmê negeriyane û ji bo wê jî rê li ber gumanan vedike ku artêşa Tirk dixwaze çi bike û li pey çiye.
(ge/rn)
Bêjeyên Miftehî balafirên,keşfê,bi,ser,herêmên,gerîla,digere