Balafirên şer ên Tirk careke din li sivîlan dan
Gundiyên Banikê dan xuyakirin, ku dewleta Tirk bi zanebûn êrîşî wan kiriye û gotin, "Dixwazin bi rêya komkujiyê me sirgûn bikin."
BEHDÎNAN / ANF - HELGÛRT BAGOK
VIDEO: https://www.youtube.com/watch?v=QZ7VCvjdjLM
Balafirên şer ên Tirk di 21'ê Mijdarê de bombe li gundê Banikê yê ser bi Heftanînê barandin. Ji ber bomberdûmanê xisar li dehl, rez û malên gundiyan bû. Gundî ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî êrîşên hêzên dewleta Tirk dan. Gundiyên Banikê dan xuyakirin, ku dewleta Tirk bi zanebûn êrîşî wan kiriye û gotin, "Dixwazin bi rêya komkujiyê me sirgûn bikin."
Dewleta Tirk, ku êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne, vê carê jî li gundê Banikê yê herêma Heftanînê xist. Ev gundê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku berê gelek caran bû hedefa balafirên şer ên Tirk, di şeva 21'ê Mijdarê de careke din hate bombekirin.
Ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehat, lê belê xisar li dehl, rez û malên gundiyan bû. Gundiyên ji ajansa me re axivîn gotin, armanca dewleta Tirk komkujî ye.
Gundiyan diyar kirin, cihê van êrîşên dewleta Tirk di hiqûqa navneteweyî de nîne û ji hêzên navneteweyî xwestin, ku li pêşberî van êrîşan bêdeng nemînin û pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigirin.
Gundiyan dan xuyakirin, ku rêya van êrîşan hewl didin çavên wan bitirsînin û ji cih û warên wan bikin û gotin, ji bilî Kurdistanê cihekî ew lê bijîn nîne.