Balanche: Rîsk heye ku Kurd bibin qurbanê hevkariya Rûs-Tirk
PARÎS - ANF Hîndekarê Zanîngeha Lyon II û lêkolînerê mêvan ê Enstîtuya Washîngtonê pisporê Rojhilata Navîn Fabrîce Balanche, peymana navbera rejîmê û komên pê re şer dikin, ku bi navbeynkariya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê hate îmzekirin, li rojnameya Le Fîgaro nirxand. Balanche destnîşan kir, ku rîsk heye Kurd bibin qurbanê hevkariya Rûs û Tirkan.
Analîza Fabrîce Balanche bi sernavê "Agirbesta li Sûriyeyê çima balê nakişîne ser bidawîbûna şer?" hat weşandin. Balanche da xuyakirin ku Tirkiye bi rengekî taktîkî tevlî tifaqa Rûsya û Îranê bûye û îdîa kir ku agirbest ji bo vê gavê 'serketî' ye.
Fabrîce Balanche bibîr xist, agirbest ji bo herêmên di destê El Nûsra de ne derbas nabe û li gorî vê yekê jî Esad wê heta sala 2021'ê li ser wezîfeyê be. Balanche anî ziman gotina 'vekişîn'a Esad jî ji bo 'welatên rojavayî û Kendavê ber bi maseyê ve bikişînin' hatiye bicihkirin.
Balanche da zanîn, bi zexta Tirkiyeyê re çeteya Ehrar El Şam tevlî peymanê bûye û diyar kir, radîkalên di nava van çeteyan de li ber vê radibin. Balanche da zanîn, bi vê peymanê re wê qutbûn û parçebûn li nava komên dijberê rejîmê rû bide û got, ev yek li armancên leşkerî yên rejîma Esad tê.
RÎSK HEYE KU KURD BIBIN QURBANÊ HEVKARIYA RÛS-TIRK
Pisporê Rojhilata Navîn ê Fransayî da xuyakirin, ku lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn pozîsyona xwe ya 'agirînerê pêvajoya aştiyê ya li Sûriyeyê' xurt kiriye û ragihand, Îran jî li pişt perdeyê disekine û bi hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê hevsengî guherandiye.
Fabrîce Balanche da xuyakirin, ku peyman ne li dijî operasyonên dema pêş ên li wîlayeta Îdlibê ye ku di destê El Nûsra de ye û bibîr xist, ku êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li Babê jî wê dewam biek.
Balanche diyar kir, di peymanê de qala Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nake û ev yek jî tê wateyê ku Tirkiye û hêzên piştgiriya wê dike, piştî girtina Babê dikare êrîşî Minbicê bikin.
Balanche destnîşan kir, ku rîsk heye fatûreya hevkariya Rûs-Tirk li Kurdan bê birîn û rabûna rejîma Esad li ber herêmeke xweser a Kurdan, bi vê hincetê rave kir. Balanche da zanîn ku Esad piştî girtina Helebê ji YPG'ê xwestiye taxên kontrol dike biterikîne.
Balanche di analîza xwe de ragihand, ku komên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê nayê payîn ku li bakurê Helebê li dijî rejîmê şer bikin û got, "Tirkiye pereyan dide wan ji bo El Babê bigirin û pêşî li Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên dixwazin axa Kurdan bigihêjîn hev, bigirin."
Balanche herî dawî diyar kir, ku rejîma Sûriyeyê xwe ji bo êrîşên nû amade dike.