1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Baleya Mem û Zin li ser dikê ye
Baleya Mem û Zin li ser dikê ye,baleya,mem,û,zin,li,ser,dikê,ye

Baleya Mem û Zin li ser dikê ye

A+ A-

MAXIME AZADÎ-ANFTaybet / 10:11 / 27 Tebax 2011 TORONTO - Destana evîna Kurdan Mem û Zîn a ku di dawiya sedsala 16’yan de ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin, cara yekem ligel folklore û baleyê derdikeve ser dikê. Projeya Serokê Saziya Hunerên Torontoyê koreograf Fethî Karakeçili ya bi navê ‘Dans û Kurd’ ji 11 welatan, ji 4 olên cûda û ji gelek rengan mirov tîne cem hev.

Berhemên Ehmedê Xanî yê nemir, li bi sedan zimanan hatine wergerandin, vê carê desta Mem û Zîn bi senteza Rojhilat-Rojava derdikeve ser dike. Proje li bajarê Toronto yê Qenedayê hate amadekirin. Koreograf Fethi Karakeçili wê çanda Kurdan bi teknîkên dike yên Rojava re biguncêne û dixwaze bike xwediyê formayek enternasyonalîst û sentez. Evîn tişta hevpar a her du çandan e.

GER ROMEO JULIETA ROJAVA HEBE…

Karakeçîlî der barê projeya xwe de ji ANF’ê re axivî û bi serbilindî got; “Çawa ku Shakespear û Romeo û Juileta Rojava hebe, Ehmedê Xanî û Mem û Zîna Mezopotamyayê heye. Evîn evîn e. Li Rojhilat jî û li Rojava jî heye, lê şêwazê jiyan evînê cûda ne…”

Karakeçîlî ku niha serokatiya Saziya Hunerê ya Gel a Torontoyê dike diyar dike ku proje di meha avrêlê de dest pê kiriye û hê jî berdewam dike.

Proje folklora kevneşopî ya Kurdan û baleyê tîne ba hev du, bi wateyeke din, çand, dabûnerî û kevneşopiyên Kurdan bi teknîkên Rojava dixemilîne. . Karakeçili dixwaze çanda Kurdan ji formaya kevneşopî, derbasî formaya modern bike û çanda Kurdan bi feresata çanda Rojava vebibêje.

Karakeçîlî dibêje; “Evîn evîn e. Li Rojhilat jî û li Rojava jî heye, lê şêwazê jiyan evînê cûda ne” û ev şîrove dike; “jiyîna naverok û şîroveya wê cûda ye: “bi evîna Mem û Zîn dildarî û fedekariyê, fedekariyek ku mirov bikaribe xwe di ber de bikuje derdikeve pêş û em vê yekê ligel çanda xweser a Kurdan derdixînin ser dike..”

JI 11 WELATAN, JI 4 OLÊN CÛDA …

Projeya dansê ji 11 welatan, ji 4 olên cûda û ji gelek rengan mirov tîne cem hev. Ev dans ji xwendekarên Karakeçîlî pêk tê, hinek ji wana jî xwendekarên zanîngehên York, Toronto û Ryerson û akademîzyenên ku doktorayê dikin pêk tê.

Baş e, projeya dansê çawa pêk hat? Dema Karakeçîlî behsa vê yekê dike, çîroka hatina xwe ya Torontoyê vedibêje; “Weke gelek hunermend û akademîsyenan, Mem û Zîn di dilê min de jî hebû, min jî xwest bi mûzîk û dansê derbixim ser dikê. Dema min li Tirkiyeyê Hîndekariya Perwerdeyê dikir min navê dansên Kurdî weke navê resen di bernameya xwe de bi cih dikir. Tenê ji ber ji ber nasnameya min a etnîkî, nehiştin ez di zanîngehên Tirkiyeyê de doktoratiyê bikim, piştî wê Zangîneha York (Toronto) deriyê xwe ji min re vekir, min hem weke Endamê Hîndekariyê di zanîngehê de dest da û hem jî min doktoreya xwe qedand.

Min di sala 2006 de, di beşên Mûzîk û Dansê de dersên cûda da û niha jî berdewam dikin. Xebatên min ên çandî û hunerî yên li ser Mezopotamya û bi taybet a Kurdan berdewam dikin. Ez di konserên dans û mûzîkê yên zanîngehê de bi panel, konferans û xebatên workshop de behsa raçandinên Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî û etnîkên din ên Anatolyayê dikim. Min xwest bibim dengê wan gelên Mezopotamyayê û ez ê bibim. Dema min ji hunermendên ji kok û gelên cûda re behsa projeya Mem û Zîn dikim, rûyê wan geş dibe û bertekên erênî nîşan didin, piştgirî didin heta dibêjin; Romeo û Juileta Shakespear ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî bandor nebûbe. (! )”

WÊ PROJE DI 2’Ê COTMEHÊ DE DERBIKEVE SER DIKÊ

Wê ev proje cara yekem di 2’ê cotmehê de derbikeve ser dike. Her wiha wê di adar û pûşpera 2012 de jî li Toronto û Montrealê derbikeve ser dikê. Karakeçili diyar dike ku ew dixwaze ku ew vê projeyê li Ewrûpa, Tirkiye, Bakûr û Başûrê Kurdistan debixînin ser dikê. Saziyên weke Toronto Kurdish Community Information Centre, Community Folk Arts Council of Toronto, National Capuera Assosiation Canada, hunermend, akademîsyen, esnaf alîkarî didin projeyê.

Kadroya akademîk û teknîkî ya projeyê wiha ye:

dîrektorê dansan, koreografî, lêguncandin, pevxistin û artîstîk: Fethi Karakecili

Dîzayna afîş û dekora dik : Hunermend-Şêwekar Serpil Odabaşı.

Mûzîk : Mazlum Çimen, Kardeş Turkuler, Rojîn, Sena Dêrsimî û civata mûzîkê ya Saziyêna Hunerê ya Gel a Torontoyê.

Kostum û dîzayn : Elif Dere,

Ronahî: Art Babayants, Asîstanê Teknikê: Rubert Nico Barrett, Makyaj: Canan Batgî, Dîrektora Mûzîkê : Dr. Irene Markoff.

Fethi Karakeçili kî ye?

Fethi Karakeçili li navçeya Cûrnê Reş (Hîlwan) a Rihayê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Edeneyê qedand. Di sala 1994 de Beşa Dansên Gel a Konservatûra Dewletê ya Zanîngeha Gazîantepê (Dîlok) bi yekemîntiyê qedandiye. Piştî wê bû hîndekarê perwerdeyê yê zanîngehê. Masterê jî di Estîtuya Zanîstên Civakî ya ÎTU de qedand. Piştî 7 sala mamostatiya zanîngehê kir, di sala 2001 de li Qenedayê bi cih bû. Her wiha duwemîn mastera xwe di Beşa Dansê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Toronto Yorkê de qedand. Karakeçîlî niha jî doktoreya xwe ya di beşa Etnomûzîkolojiyê de dike. Her wiha di heman zanîngehê de dersa dans û mûzîkê jî dide. Gelek gotarên wî yên nehatine weşandin, gelek komên wî yên dansê, her wiha gelek xebatên wî yên navnetewî û serkeftî hene. Di van 6 salên dawiyê de jî Serokartiya Saziya Hunerê ya Gel a Torontoyê dike.

ANF NEWS AGENCY