Baluken: Em bombeciyan baş nas dikin
AMED DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî qedexeya kolanên li Sûr-Yenîşehîrê û êrîşa bombeyî ya li Enqereyê li Deriyê Çiyê daxuyanî da. Baluken, anî ziman ku ew kesên li Pirsûs, Amed û Enqereyê teqîn pêk anîn baş nas dikin û wiha got: "Roja ku hesap ji qatîlan bê pirsîn pir nêzîk e."
Li navçeya Surê piştî kolan li welatiyan hat qedexekirin, êrîşên tîmên taybet jî li ser welatiyan berdewam dike. Li dijî êrişa hêzên dewletê û komkujiyê girse li Deriyê Çiyê kom bûn û daxuyanî dan. Serokwekîlê HDP'ê Îdris Baluken, endam û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatî jî beşdar bûn. Ewil Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga aştiyê şermezar kir û anî ziman ku ev êrîş li dijî aştiyê pêk hatiye. Şîmşek, qedexeya li ser Sûr û Yenîşehirê jî şermezar kir û ji Walîtiyê xwest bi lezgîn vê qedexeyê bi dawî bikin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken jî anî ziman ku ew kesên li Pirsûs, Amed û Enqereyê teqîn pêk anîn baş nas dikin û wiha got: "Roja ku hesap ji qatîlan bê pirsîn pir nêzîk e."
Baluken, bal kişand ser qedexeyên kolanan ên li Amed û Mêrdînê jî û wiha got: "Ev êrîş vîna gelê Amed û Mêrdînê bêtir tûj dike. Bi van pêkanînan pirsgirêk çareser nabe. Em dê têkoşîna aştiyê bilind bikin û van êrîşan têk bibin. Em bang li rayedaran dikin û dixwazin bi lezgîn qedexe û êrîşan bi dawî bikin."
Rêveber û wekîlên HDP'ê û DBP'ê bi boneya bi rayedaran re hevdîtin bikin ketin nava hewldan û lêgerîna telefonan. Lê lêgerîn û hewldanên ji bo hevdîtinê bê encam ma. Piştî daxuyaniyê rawestîna girsê ya li Deriyê Çiyê berdewam dike.
Gelek maşîneyên zirxî li Deriyê çiyê rawestiyane û ketin û derketinê asteng dikin.
(mae)