1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Baluken:Yên ku bangawaziya bêçalakîbûnê kirin divê xwedî li biryarê derkevin
Baluken:Yên ku bangawaziya bêçalakîbûnê kirin divê xwedî li biryarê derkevin,baluken,yên,ku,bangawaziya,bêçalakîbûnê,kirin,divê,xwedî,li,biryarê,derkevin

Baluken:Yên ku bangawaziya bêçalakîbûnê kirin divê xwedî li biryarê derkevin

A+ A-

AZÎZ ORUÇ / DEVRAN TOPTAŞ

AMED (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku yen di rojên dawî ji KCK'ê re bangawaziya bêçalakîbûnê kirine divê xwedî li vî biryarê derkevin re derbas dibin.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken biryara bêçalakîbûnê ya ku KCK'ê li dijî polîtîkayên şer ên ku hikûmeta demî ya AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan li Kurdistanê dixwaze kurtir bike nirxand. Baluken anî ziman ku ligel biryara bêçalakîbûnê ya KCK'ê, AKP li Licê û Dersimê serarserê Kurdistanê bi polîtîkayên şerê qirêj ê ku dimeşîne ve di heman demê de li Rojava ji bo xurtikirna destê DAIŞ'ê tê kirin.

'Operasyonên qesr û AKP'ê welat ber bi şerê navxweyî ve dibe'

Baluken anî ziman ku operasyona ku li Licê tê kirin divê li dijî helwesta KCK'ê ya bêçalakîbûnê bersivekî bê nirxandin û yên ku li Enqereyê qatlîam pêk anîn di heman demê de li Sûr, Kerboran û Nisêbînê bi qedexeyên derketina dervve ve ji bo qatlîamên sivîlan jî zemîn ava dikin. Baluken destnîşan kir ku li Licê feraseta ku 8 gerîlayên HPG'ê qetil kirin daxwaza berdewamkirina pevçûn û kaosê nîşan dide. Baluken got ku qatlîamên li Enqere, Amed, Nisêbîn û Licê dîsa li çoltera Licê operasyonên leşkerî yên îmhakirinê tevahî yên qesrê û AKP'ê ne û ji ber daxwaza welat ber bi şerê navxweyî birinê ye.

'AKP bi şerê navxweyî li pey taloqkirina hilbijartinê ye'

Baluken anî ziman ku biryaka bêçalakîbûnê ya KCK'ê qatlîamên ku AKP dixwaze pêk bîne teşhîr kiriye û bi biryarê rûpoşê AKP'ê ketiye bi vî rengî ketiye nava lêgerînên cuda. Baluken wiha got: "AKP bi hewldanên qatlîamê yên li Gever û Licê, bi êrîşkirina nirxên gel dixwaze kaosê derxîne û gel bikişîne kolanan.Li licê qada mertalên zindî tê bombebarankirin. Li qadên Şehîdgehan operasyon tên kirin û helwdanên xirakirinê hene. AKP li ciheke wekî li Licê careke din li pey provakosyonê ye. Dîsa bi heman awayî li Geverê 2 ciwan hatin qetilkirin. Li Şirnexê terora dewletê xiste dewreyê. AKP bi şerê navxweyî ve li pey taloqkirina hilbijartinê ye û bi feraseta darbeyê ve dixwaze encamê hilibjartinê biguherîne."

'Dem dema xwedîlêderketina biryara bêçalakîbûnê ye'

Baluken derbirî ku di rojên pevçûnên dijwar qewimîn de ji raya giştîya hundir û ya li derve gelek caran bangawaziyên bêçalakîbûnê hat û KCK'ê ligel hemû polîtîkayên şer ên AKP'ê bersiv da bangawaziyan û biryara bêçalakîbûnê girt. Baluken wiha berdewam kir: "Em di rovên ku divê xwedî li biryara bêçalakibûnê bê derketin re derbas dibin. di vê mijarê de tenê HDP ne bes e. Divê hemû derûdorên aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi HDP'ê re li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê xwedî li berxewdana aştî derkeve û berxwedanê xurtir bike. Dîsa divê raya giştî ya cihanê jî ev operasyonên AKP'ê pirsyar bikin û mahkum bikin. Divê bê zanîn ku polîtîkayên şer ên AKP'ê li Tirkiye û Rojhilata Navîn xetereyên mezin derxîne holê."

'Opesyon ji bo rehetkirina DAIŞ'ê ne'

Baluken anî ziman ku yek ji armancê operasyonan jî rehetkirina DAIŞ'ê ye û bi taybetî jî DAIŞ a ku li Rojava têk çû pêdivî bi rehetbûneke dibîne. Baluken wiha pêde çû: "Tirkiye dixwaze hemû hêza tevgera kurd bikişîne nava şer û piştgiriya ji bo PYD'ê tê dayîn jî xilas bike. Dixwaze DAIŞ'ê li Sûriye û Rojava carake din zindî bike. Cihanê qatlîamên Enqere, Pirsûs û Amedê wekî hevkariya AKP û DAIŞ'ê nirxand. Ji ber vê yekê jî em bi pêvaoyeke provakatîf a ku hem xizmetî hesabên siyasî yên AKP'ê dike hem jî karê DAIŞ'ê rehet dike re rû bi rû ne."

Baluken têkîldarî ewlehiya hilbijartinê jî axivî û got ku ligel biryara YSK'ê ya di 3'yê cotmehê de lijneyên hilbijartinê yên navçeyan bi biryarên ku digirin û sindoqan dikin yek suc dikin. Baluken anî ziman ku biryarên YSK'ê ji darazê re jî ji bo îtirozê gritiye lê ligel vê yekê jî AKP û qesr bi vî rengî dixwaze mudaxaleyî hilbijartinê bike.

(sa)