1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Bandora hilbijartinan wê li Başûrê Kurdistanê jî bike’
‘Bandora hilbijartinan wê li Başûrê Kurdistanê jî bike’,bandora,hilbijartinan,wê,li,başûrê,kurdistanê,jî,bike

‘Bandora hilbijartinan wê li Başûrê Kurdistanê jî bike’

Gerîlayan bang kirin ku xwedî li sindoqan bê derketin û wiha gotin: “Yekane tişta bê kirin a ji bo mirovahî û azadiyê, ji bo pêşeroja xwe biryara rast dayîn e. Ji bo vê divê gelê me xwedî li dengên xwe û sindoqan derkevin.”

A+ A-

BEHDÎNAN / ANF - DÎCLE ARYA/TAMARA ASMÎN Gerîlayan bang kirin ku xwedî li sindoqan bê derketin û wiha gotin: “Yekane tişta bê kirin a ji bo mirovahî û azadiyê, ji bo pêşeroja xwe biryara rast dayîn e. Ji bo vê divê gelê me xwedî li dengên xwe û sindoqan derkevin.”

Ji hibijartinên 7’ê Hezîranê re rojek ma û gerîlayên HPG’ê bang kirin ku xwedî li sindoqan bê derketin. Gerîlayan bang li hemû gel, bawerî, jin û koman kir ku ji bo aştî û demokrasiyê xwedî li sindoqan derkevin.

GELÊ BOTANÊ DIVÊ RIHÊ 92’AN NÎŞAN BIDE

Kalker Serbest: Ji bo di civakek bi hizûr û aştî, biratî û yekîtiyê bê jiyîn divê xwedî li sindoqan bê derketin. Li ser gelê Botanê ji sala 92’an heta niha polîtîkayên qirêj tên meşandin. Li dijî zext, zilm û komkujiyan divê xwedî li HDP’ê bê derketin. Divê gelê Botanê di 7’ê Hezîranê de xwedî li sindoq û dengên xwe derkevin.”

DIVÊ EVÎNA DEMOKRASIYÊ MALÊ CIVAKÊ BÊ KIRIN

Çekdar Mardîn: 7’ê Hezîranê ji bo gelan û jinan derfetek dîrokî ye. Divê têkoşîn bê zanîn, eşqa azadiyê bê mezinkirin, evîna demokrasiyê malê civakê bêkirin û pêngav bên avêtin. Roj roja zêdetir, têkoşîn meşandinê ye. Em wek gel ji bo îrade û hişmendiya xwe di sindoqan de nîşan bidin divê em xwe rêxistin bikin ku qezenç bikin. Ji bo vê jî di serî de ciwan divê hemû gel di 7’ê Hezîranê de xwedî li sindoqan derkevin.

DIVÊ GELÊ RIHAYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKE

Nemrut Pirsus: Ez wisa bawer dikim ku wê ciwan û gelê me bi berpirsyariyek mezin nêz bibin û qezenç bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê jinên ciwan û civak xwedî li îradeya xwe derkeve. Em dizanin, êdî kes nekare li ser navê civakê biryarê bide. Divê em li her derê xwedî li îradeya xwe derkevin. Divê gelê Rihayê dengê xwe bilind bike û xwedî li dengên xwe derkeve.

Akîf Bagok: Heta em bibin rûyê aştî û demokrasiyê divê em alên xwe yên têkoşînê bilind bikin û bi dirûşmeyên serhildanê di rûpelên dîrokî de 7’ê Hezîranê wek aştî û demokrasiyê derbas bikin. Em bang li hemû ciwanên zanîngehê dikin. Divê di 7’ê Hezîranê de em seferber bin.

Egîd Avyar: Bandora hilbijartinên 7’ê Hezîranê ya li ser Başurê Kurdistanê jî mezine. Ji bo jiyaneke azad û demokratîk divê gel biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin.

Egîd Ararat: Ciwan girseya hilbijêran a girîng ava dike. Divê potansiyela ciwan êdî biçe ser sindoqan.

Kurtay Botan: Ez bang li gelê Botanê dikim, xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin.