1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bang li wijdanan kirin!.
Bang li wijdanan kirin!.,bang,li,wijdanan,kirin

Bang li wijdanan kirin!.

Turkalî, Kemal, Pamûk û Dînk bang li wijdanan kir

A+ A-

Enqre ANF Vexwediyên konferansa Demokrasî û Aştiyê Vedat Turkalî, Yaşar Kemal, Orham Pamu û Rakel Dîn bi peyamên ku şandin bang li wijdanan kir û li ser pîroziya çand û nasnameyan rawestiyan.

Turkalî di peyama xwe de diyar kir ku ew her kesî slav dike û her çiqas ne bi we re be jî fikrên wî bi wan re û got: “Pêvano normal didome. Wek tê dîtin aliyekî erênî heye. Ya girîng dê xwîn raweste. Ez serkeftinê ji Ocalan re dixwazim. Tiştekî baş kir.

Turkalî balkişand ser peyama Ocalan a Newrozê û got: “Bandora Ocalan riya çareseriyê vekiriye. Ji xwe ya dihat xwestin vekirina vê rê bû. Rê vekir, çiya paqij dike. Helwesta Karayilan jî raste. Bi rêbazÊn xwe bûyerê diqedîne. Ji gelek êş hatin kişandin. Divê ev baş bê zanîn; Pirsgirêka kurd tenê bi gotan çareseriyê, çareser nabe. Bi taybet divê bi pirsgirêka ermeniyan re bê çareserkirin. Îro Şaredar Osman Baydemîr û şaredar Abdullah Demîrbaş kursên ermenî vekirin. Girîngiyek mezin dindê. Ev tiştekî girînge.

BANG LI WIJDANAN KIR

Turkalî got divê hikûmet pirsgirêka kurd û ermenî û hemû gelan çareser bike û got: “Li vî welatî ne tenê tirk, kurd, laz, gurcu, çîngene, yahundî û ermenî dijîn. Divê îro em hemû bi hevre xwedî li vî welatî derkevin. Hîmê jî bi makeqanûnen baş tê avêtin. Erdogan pergala serokwezirtiyê dixwaze. Lê teqez divê nebe. Ev zirarê die kurdan. Her kesê xwedî wijdan yên Konferansê, hezkiriyên welat, hezkiriyên mirovan divê peywira xwe bîne cih. Ji bo her kesî serkeftin.”

LI SER ÇANDÊ RAWESTIYA

Nivîskar Yaşar Kemal jî di peyama xwe de wiha got: “Hêviya min eve ku rojên ku hewcedarî bi van gotinan nemîne werin.

Ez her tim dibêjim, cîhan baxçeyekê çanda gulane. Her kulîlek cudaye. Cîhana me ji ber vê xweşe. Çanda me wisa dewlemend bûye. Tunekirina kulîlekî, tunekirina bihenekê ye. Gelê ku çanda wan hatibe tunekirin, ew jî tune bûye. Hêza wê nemaye, mahkumê mirinê hatiye kirin.

Nîjadperestî nexweşiyeke bi xofe. Tirkiyeyê berbi dijminahiya fikr û demokrasiyê dibe. Felaketên niha ciwanên me dikin, para nîjadperestiyê gelek zêdeye.

HER PIRSGIRÊKEK DIKARE BÊ ÇARESERKIRIN

Kemal diyar kir ku jiyaneke bi rumet bi jiyankirina çand û zimanê xwepakêne û wiha pê deçû: “Ev mafê sereke yê mirovane. Ji bo zimanek bijî, divê bi wî zimanî perwerde bê dayîn. Divê akademî û enstîtu bên vekirin. Ev 20 sal zêdeye li ser pirsgirêka kurd dinivivi. Banga min jî bo vê ye. Ez dibêjim me gelek şaşî kirin dê divê em nekevin nava xemsariyê. Ey gelê tirk, gelê kurd gelên vê axê, gotina min bo we hemûyane. Werin em ji dil dest bibin hev. Ev bangeke. Soza min bo we ye.

Nivîskar Orhan Pamuj jî wiha got: “Hêviya min eve ku konferans bi ruhê aştiyê derbas bibe. Slav û rêz.

Rakel Dîn jî wiha got: “Baweriya min eve ku ev konferans ê piştgiriyeke mezin bide têkoşîn û çandên demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê. Ger wekhevî pêk ewre, ger bi paşerojê re bên rû hev dê azadî û demokrasî pêk were.


Bêjeyên Miftehî