Banga Cenevre: YPG/YPJ hêzeke rewa û neteweyî ye
GIRKÊ LEGÊ 06.07.2014 08:58:24 Hikûmeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi şandeya Rêxistina Banga Cenevreyê re peymanek der barê qedexekirina tevlîbûna kesên di bin 18 salî re ya nava hêzên ewlekariyê, îmze kir. Têklîdarî mijarê Seroka Şandeya Rêxistina Banga Cenevreyê Elîzabet Werna got: “YPG’ê û YPJ’ê rewatiya xwe çespandiye û ew hêzeke navneteweyî ye.”
Peymana hatiye îmzekirin, duh di civîneke çapemeniyê de li bajarokÊ Rimêlanê hate aşkerakirin. Di civîna çapemeniyê ya li ser mijarê Wezîrê Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan û Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl û ji aliyê şandeyê ve Seroka şandeyê Elîzabet Dîkrî Werna, Wîsam Selîbî û Yûsif Wehbî amade bûn.
Di civîna çapemeniyê de di navbera rêveberiyên hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê û şandeya Banga Cenevreyê de peymanek hate îmzekirin. Ppeyman beşdarbûna kesên bi temenên wan di bin 18 salî re di nava hêzên ewlekariyê de qedexe dike. Her wiha biryar hat girtin ku navê “Şervan” ji ser her kesî ku temenê wan di bin 18 salî re ye bê rakirin û ji bo beşdarbûna wan di nava hêzên ewlekariyê de rê bê girtin. Lê belê ji bo van kesan wê Akademî û navendên perwerdeya taybet bêne vekirin û wê tê de waneyên fikrî û siyasî bibînin.
Der barê mijarê de Wezîrê Parastinê yê Herêma Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan got ku hejmara kesên ji nava hêzên YPG’ê û YPJ’ê hatine derxistin 128 kes ji herdu kantonên Cizîrê û Efrînê bûn û ji navendên perwerdeyên taybet re hatin şandin.
Sarûxan di axaftina xwe de got ku şervanên ku bi temenên xwe 16 salî ne, wê ji nava hêzên YPG’ê û YPJ’ê bêne derxistin û dê di rêxistineke taybet û girêdayî Wezareta Parastin bi navê “Gerok” de bêne bicihkirin.
Li aliyê din Seroka Şandeya Banga Cenevreyê Elîzabet Dîkrî Werna spasiya hemû başdaran û dezgehên çapemeniyê kir û got ku ev peymana hatiye îmzekirin gaveke pîroz e û destpêka qonaxeke nû ye.
Elîzabet di axaftina xwe de got: “Em baş rastiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê nas dikin û YPG’ê û YPJ’ê rewatiya xwe çespand û ew hêzeke navneteweyî ye û parastina nirxên mirovahiyê dike.”
YPG'Ê DU PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ MOR KIRIBÛ
Yekîneyên Parastina Gel ên Rojavayê Kurdistanê (YPG) der barê qedexekirina mayinên antî personel û di şert û mercên şer de parastina sivîl û jinan de di 5'ê Hezîranê de jî du peymanên navneteweyî mor kiribû
Banga Cenevreyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ya navenda wê li bajarê Swîsre Cenevre ye, bi heyetek bi serokatiya şefê operasyonê Paskal Bongard çûbû serdana Rojavayê Kurdistanê.
Heyetê bi Wezareta Parastinê ya Kantona Cizîrê û rayedarên YPG'ê re hevdîtin kiribû û li dû hevdîtinê, di navbera aliyan de, li ser qedexekirina mayinên antî personel û şert û mercên şer de parastina sivîlan û jinan de du peymanên navneteweyî hatin morkirin. Di merasîma îmzeavêtinê de ji Banga Cenevreyê Paskal Bongard, şefê Rojhilata Navîn Mehmet Balci û şefê Sûriyeyê Yûsûf Wehbî, li ser navê Rêveberiyên Xweser ên Rojava Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûhan, li ser navê YPG'ê berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl, li ser navê YPJ'ê jî Xaliya Nîmet amade bûn