Banga dayika Solînê
Banga wijdanan a dayîka girtî ya ji bo zarokên xwe yên nexweş
Ji bo ku Alîkara Şaredarê Cizîrê Hanim Onur a ku di operasyonên bi navê "KCK'ê" de hat girtin, serbest bê berdan û bigihije zaroka xwe ya nexweş losemiyê ya 5 salî Solînê û kurê xwe Mîrhat ê nexweşê epîlepsiyê kampanyaya îmzayê hate destpêkirin.
Alîkara Şaredarê Cizîrê Hanim Onur a ku di 16'ê îlona 2011'an de dema ku ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê diçû Enqere di rê de hate binçavkirin û 4 rojan li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ma li Amedê ji aliyê dadegehê ve hate girtin bi salane ji zarokên xwe yên nexweş dûr e. 2 zarokên Onur Mîrhat (7) û Solîn hene. Mîrhat 7 saliye û nexweşê epîlepsiyê ye. Solîn jî 5 salî ye û nexweşa losemiyê ye. Onur gelek caran serî li dadgehê da, da ku bêyî girtî bê darizandin lê hemû kedên wê bêencam man. Dadgeha nêzî 2 salin dayîk ji zarokên xweş cuda kir guhê xwe li hemû daxwazên însanî û hiqûqî girtin.
Solîn bi tu kesî re naaxive
Dayîka ciwan a neçar mayî di nameya nivîsandî de wiha got: "Ez dayîkekim û hewcehiya keça min a nexweş gelek bi min heye." Lê disa jî rayedaran dengê min nebihîst. Nexweşiya zaroka dayîka girtî Hanim Onur Solîn her diçe pêş dikeve. Ji ber ku dayîka Solîn girtiye û tu agahiyê ji bavê xwe nagire, tiştên jiyîn bûn sedema travmatîk û ev yek jî dibe sedema dermankirina wê tu bêbersiv dimîne. Solîna biçûk ji ber nexweşiyê û pirsgirêkên jiyîn her diçe rewşa wê nebaş dibe û di hevdîtinan de bi dayîka re jî bi tu kesî re naaxive.
'Em bang li hemû kesên bi wijdan dikin ku bihestiyar bibin'
Ji bo Hanim Onur bêyî girtî bê darizandin û bigihije zarokên xwe kampanyaya îmzayan hate destpêkirin. Kampanyaya li ser malbata înternetê ya bi navê "imza.la.solin.olmesin" hate destpêkirin heta niha 12 hezar û 963 îmza hatin komkirin. Di metna kampayayê de ya bal kişand ser rewşa Onur û zarokên wê de wiha hate gotin: "Solîn hêj 5 saliye û nexweşa losemiyê ye. Ji zarokên din ên nexweşên losemiyê cudahiyekî wê heye. Solîn bi nexweşiya xwe re bi tena serê xwe têkoşînê dide. Dayîka wê Hanim Onur dema ku Alîkariya Şaredarê Cizîrê dikir di sala 2011'an de d operasyona bi navê KCK'ê de hate binçavkirin û girtin û niha di Girtîgeha Mêrdînê de ye. Bavê Solînê jî di heman operasyonê de fîrar e. Birayê wê Mîrhat jî nexweşê epîlepsiyê ye. Hewcehiya wi jî weke Solînê bi lênêrînê, eleqe û heskirina dayîkê heye. Rewşa Solînê ya ku ji dayîk û bavê xwe dûr her diçe nebaş dibe û jib er travmaya jiyîn bersiva dermankirinê nade. Solîn bi dayîka xwe re û tu kesên din re naaxive. Dayîk Hanim Onur ji ber pirsigirêkên tenduristî yên zarkên xwe ji bo bêyî girtî bê darizandin bi riya parêzerên xwe rapor pêşkêşî dadgehê kirin lê ev yek nehate qebûlkirin. Em di serî de bang li Wezîrê Dadê û hemû kesên din ên xwedî wijdan dikin ku ji bo Hanim Onur ji ber rewşa zarokên xwe bêyî girtî bê darizandin serbest bê berdan banga bi hestiyariyê dikin."
(bd/mae)