1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Banga Demîrtaş ji bo Amediyan
Banga Demîrtaş ji bo Amediyan,banga,demîrtaş,ji,bo,amediyan

Banga Demîrtaş ji bo Amediyan

Demîrtaş bang li Amediyan kir: Berxwedan peyvirek dîrokî ye

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, anî ziman ku ligel qedexeyan dê tu bernameyên xwe betal nekin û pîrozbahiyên xwe li gorî plana 127 navendan pîroz bikin. Demîrtaş, da zanîn ku gelê me dê li hemberî helwesta qedexe ya AKP'ê helwestek rast nîşan bide û wiha bang li gelê Amedê kir: "Berpirsiyar aydî hikûmeta AKP'ê ye. Em bang li gelê Amedê dikin û dibêjin berxwedan peyvirek dîrokî ye. Beyî ku gavan paşve bavêjin li gel hemû zext û zordariyan divê em di ber xwe bidin."

BDP'ê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî Newroza 2012'an a li 127 bajaran bê pîrozkirin li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, parlementerên BDP'ê û rêveberên BDP'ê amade bûn. Çapemeniya tirk jî eleqeyek mezin nîyanî civînê da. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, anî ziman ku 12 salin Newrozê di nava aştî û bi coşek mezin pîroz dikin, wiha got: "12 salin pîrozbahiya Newrozê rastî astengiyên mezin nehatine. Lê îsal hikûmetê bi hincetên pir balkêş qedexe danîn pêş me. Di serî de bi çapemeniya xwe ya alîgir diyar kir ku dê bê provekirin. Lê piştî dît ku ev polîtîka bi ser naveve, niha li gelek bajaran pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Bi taybetî li cihê ku Newroz bi heybet lê bê pîroz kirin destûr neda pîrozbahiyê. Hikûmet ji bo rê lipêş pîrozbahiyên bi heybet bigire destûr neda.

'Tu qedexe û astengî nikairn pîrozbahiyên me yên li 127 bajaran asteng bikin'

Demîrtaş, da zanîn ku hêza hikûmetê tune ku Newroza 2012'an li wan qedexe bike û dê li gorî bernameya ku berê pêk anîbûn li 127 bajaran Newrozê li gorî bernameya xwe pîroz bikin. Demîrtaş, anî ziman ku qedexên li pêş xwe qebûl nakin û qedexe li dijî hiqûq û demokrasiyê ne. Demîrtaş, destnîşan kir ku wan tu plan û bernameyên xwe yên pîrozbahiyê betal nekirine.

'Gelê me dê li hemberî helwesta hikûmetê ya sûcdar bersîvê bide'

Demîrtaş, bilêv kir ku hikûmetê bi vê helwesta xwe li hemberî gel sûc kiriye û dê gel bi tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê bersîvê bide helwesta sûcdar. Demîrtaş, anî ziman ku hikûmetê tenê Newroz li gel qedexe nekiriye û hemû mafê wî yê demokratîk qedexe kiriye. Demîrtaş, bang li hemû gelê kurd û gelê Amedê kir û xwest li dijî qedexeyan berxwedana demokratîk û dîrokî bidin nîşandan û dersê bidin hişmeniya qedexe. Demîrtaş, bilêv kir ku gelê kurd dê biryarên ne demokratîk û ne rewa nas nas neke û li qadan bersîvê bide. Demîrtaş, destnîşan kir ku dê sibê saet di 10.00'an de li Amedê Newrozê pîroz bikin û li Qada Newrozê bi tevlêbûna milyonekê bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin.

Berpirs AKP'e ye'

Demîrtaş, destnîşan kir ku hikûmet li pêy provokasyonê ye û wiha got: "Hikûmet tenê dixwaze aloziyê derxe û derketina gel a li qadan asteng bike. Heke dewletek û hikûmetek bibe provokator li vî welatî ewlehiya mirovan nîne. Berpirs hikûmeta AKP'ê ye. Di rojên bi vî rengî de gel dê xwedî rûmeta xwe derkeve û li qadan daxwazê xwe bîne ziman. Newroz ji bo vê firsendeke. Îro dem dema rûniştinê nîne. Em bang li amediyan dikin ji bo pêşeroja xwe, li dijî zext û zordariyan têkoşîna berxwedanê bilind bikin û tu carî vîna xwe teslîm nakin. Em wekî hilbijerên vî gelî dê berpirsyariya xwe ya dîrokî binin cih û di xizmeta gel de bin. Gel dê li qadan dîlana azadiyê bigirin." Demîrtaş, destnîşan kir ku ev biryar ne biryara walîtiyê biryara Wezareta Karê Hindûrîne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hêj teblîgat nehatî hin hevdîtên parlamenterên me ji wezaretê re pêk hat. Me nerazîbûnên xwe nîşan da. Ligel hewldanên me dîsa biryara xwe pêk anîn û Newroz qedexe kirin. Lê tişta ku dikeve ser milê me li dijî qedexeyên AKP'ê daketina qadane. Divê gelê kurd vê tiştî baş bixwîne û bibîne."

'Dê xwedî li vîna xwe derkevin'

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, di axaftina xwe de bal kişand ser qedexeya hikûmetê û wiha axivî: "Qedexekirina Newrozê tê wateya bê hurmetiya li hemberî vîna gel. Qedexeya kut ê kirin tê wateya provokasyonê. M edu roj beriya niha perspektîfa Newrozê aşkera kiribû, ligel hewldanên me dîsa bersiva qedexeyê hat dayîn. BDP'ê xîtabê milyonan dike, lê li Enqerê li hemberî vê vînê mûdaxale tê kirin. Çi hewcebe dê ev tişt bê kirin. Êdî em nahelin ku mûdaxeleyê vîna me bikin. Em bang li gel dikin li hemberî hewldanên zalimanê gel qadên azadiyê tijê bike û xwedî li vîna xwe derkeve."

(aw/mae)


Bêjeyên Miftehî