Banga Goran Ji bo Grevên birçîbûnê!
Tevgera Goran ji bo piştgiriya greva birçîbûnê bang kir
Serokê Fraksiyona Tevgera Goran ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Kardo Mihemed diyar kirk u ew weke Fraksiyona Goran amade ne ku di hemû aliyan de piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê û ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesud Barzanî xwest ku, piştgiriyê bide greva birçîbûnê.
Serokê Koma Tevgera Korana a li Parlementoya Herêma Kurdistanê Kardo Mihemed duh çû serdana greva birçîbûnê ya bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji aliyê girtiyên Kurd ên di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê ve hatiye destpêkirin û diyar kir ew weke Tevgera Goran piştgiriyê didin daxwazên greva birçîbûnê.
Serokê Fraksiyona Tevgera Goran yê Parlemantoya Herêma Kurdistanê de Kardo Mihemed serdana çalakgeran kir û da diyarkirin ku pêwîste hemû alî û rêxistinên siyasî û civakî xwedî li van çalakiyan derkevin. Her wisa destnîşan kir ku, ew weke Fraksiyona Goran amade ne ku di hemû aliyan de piştgiriyê bidin van çalakiyan. Mihemed daxwaz ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesud Barzanî kir ku, wekî Serokê Herêmê piştgiriya xwe nîşan bide.
ANF NEWS AGENCY