1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Banga Komîteya Kargêr a HRRK
Banga Komîteya Kargêr a HRRK,banga,komîteya,kargêr,a,hrrk

Banga Komîteya Kargêr a HRRK

Banga Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)

A+ A-

Bo rewşenbîrên li hundirê welêt(li bajar û li derveyî bajarên Rojava)

Ji roja (26.01.2014ê) ku Kongireya 4ê ya HRRk´ê li bajarê Bielefelda elmanyayê bi dawî bûye û hetanî vê kêlîkê, komîteya Kargêr a HRRK´ê têdikoşe ku biryarên kongireyê pêkbîne; biryarên avakirin û damezirandina şaxên Bakur û Başûr ên Hevgirtinê û di dawî de jî li ser axa welêt lidarxistina Kongireya 5ê ya HRRK´ê.
Lewra, avakirina şaxê Bakur di 1ê hizêrana çûyî de bi dawî bû û aniha jî amadekariyên lezgîn ji boyî li darxistina konferansa şaxê Başûr, hêdî hêdî, bi dawî dibin.

Mebesta Hevgirtinê ji vê xebat û têkoşînê ew e ku, navenda Hevgirtinê li Rojavayê Kurdistanê ava bike û hemî şaxên din(Ewropa, Bakur û Başûr) pê ve girêdayî bin .
Ji boyî vê yekê, Komîteya kargêr biryarê dide ku deriyên endametiyê ji rewşenbîrên welêt re veke (Çi jin û çi mêr) û bangî hemî nivîskar, helbestvan, şêwekar, şenoger, rojnameger û sînemager û mûzîkjen, derhêner û lêkolîneran dike ku, ji derveyî paşxeneyên xwe yên siyasî û ramanî tevbigerin û li bin sîwaneya Hevgirtinê dengê çand û hunera kurdî ragihînin û Hevgirtinê, bi hev re, bigihînin asta hêvî û armancên hevbeş ên hemî rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê.

Werin em destên xwe bi hev din da ku em Kongireya 5ê li ser axa welêt li darxînin!
Werin em bi hev re Hevgirtinê bikin dengê çand û wêje û hunera rasteqîn e û li derveyî hemî nakokiyan em sazî û dezgehên civaka sivîl di jiyana gelê xwe de biçespînin.

Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 02.07.2014

Têbînî: Emaila endametiyê: [email protected]

Rewşenbîrên ku dixwazin endametiya xwe ragihînin, ji kerema xwe re
Nav û paşnav, pîşe, bajarê xwe binivîsînin. Navên ku bigihêjin me, dê di malperên Hevgirtinê de belav bibin.


Bêjeyên Miftehî