1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Banga Ocalan banga pêşeroja 100 salan e´
´Banga Ocalan banga pêşeroja 100 salan e´,banga,ocalan,banga,pêşeroja,100,salan,e

´Banga Ocalan banga pêşeroja 100 salan e´

Demîrtaş: Banga Ocalan banga pêşeroja 100 salan e

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna Koma BDP'ê ya Meclisê de rapora Roboskiyê rexne kir û xwest hemû parlamenter guhê xwe bidin wîjdanê xwe û raporê red bikin. Demîrtaş li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û xwest her kes peyama Ocalan rast û baş bixwînin û wiha got" Divê her kes qîmet û wateya vê banga Birêz Ocalan rast û baş bixwînin. Peyama Ocalan ne peyamek taqtik e û demek kurde. Ev peyam nexşerêya 100 salan e. Divê ji bo pêvajoya paşvekişadin û serdema pişt wê jî zagon bên derxistin û meclis biryarê bide. Dîsa divê ne komisyona zilaman, komîsyona mirovên aqilmend bên avakirin. Divê em vîna jinê jî li ber çavan bigirin û hurmetê nîşanî vîna jinê bidin".

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna Koma BDP'ê ya Meclisê de geşedanên rojeva hefteyî nirşand. Demîrtaş destpêkê operasyona li Amedê li dijî endam û rêveberên wan pêk hat û operasyon şermezar kir. Demîrtaş ev operasyon pekî provakasyonê bi nav kir û wiha got: "Operasyon li dijî pêvajoyê ye. Vê operasyonê em şaş nekirin. Kesên dixwazin vê pêvajoyê ber bi aliyekî din ve bibin van operasyonan pêk tînin. Divê her kes li hemberî vê pêvajoyê hîstyira tev bigerin." Demîrtaş xwest hikûmet jî li hemberî van geşedanan hîstiyar tev bigere û neyê provokasyonê û xwest bi lezgîn hevalên wan ên hatine binçavkirin serbest bên berdan.

Demîrtaş bal kişand ser pîrozbahiya Newrozê û wiha got: "Em ji ber van pîrozbahiyên Newrozê spasî û şukraniya xwe ji hemû gelê xwe re tînim ziman. Em hemû gelê xwe yê tevlî vê pêvajoya pîrozbahiyê bûne silav dikin. Dîsa dayîk û jinên ku tevlî vê pêvajoyê bûn pîroz dikin."

'DIVÊ KOMÎSYON LI GORÎ WIJDAN TEV BIGERE'

Demîrtaş bal kişand ser Rapora Roboskiyê û anî ziman ku, komîsyonê wekî propaganda AKP'ê amade kiriye û ser bûyerê veşartiye û bi tu awayî rapor nayê qebûl kirin. Demîrtaş anî ziman ku, berî her tiştî divê komîsyon li wijdanê xwe guhdar bike û ger ku wisa neke û li gorî nasnameya xwe ya siyasî tev bigere sûc dike.

Demirtaş anî ziman ku, endamê komîsyonê ji partiya Wan Ertugrul Kurkçu rapor red kiriye, lê ji ber ku hêjmara parlamenterê AKP'ê zêde ye rapor hatiye erêkirin. Demîrtaş destnîşan kir ku, divê heta bûyer ronî nebe ser komkujiya Roboskî neyê girtin û wiha got: "Dê sibê dîrok hesab ji we bipirse. Endamên di komîsyonê de cih digirin ger ku dengê xwe bikar bînin, dengê wan an dê bibe hevparê sûcê komkujiyê an jî dê bibe sedema dijberiya komkujiyê. Em hêvî dikin ku hemû parlamenterên ji bo rapora komîsyon dê li dengê wijdanê xwe guhdar bike û li dengê partiya xwe guhdar neke. Em hêvî dikin ku dê parlamenterê me Ertugrul Kurkçu dê mafdar derkeve. Çima ji lêborîna komkujiya mirovên ku li ber çavan ji aliyê balefiran ve hatine qetilkirin ditirsin? Di vê pêvajoya ku em behsa helaliyê dikin û vê pêvajoya ku niqaşên aştiyê tên kirin de çima parlamenter ji lêborînê ditirsin. Serokwezîr û gelek parlamenter çûn wir. Ger ku tenê nêrîn û çavdêriyên xwe jî bînin ziman rê têra ronîkirina bûyerê bikin. Bila tu kes nefikire ku dê raporê erê bikin û ser komkujiyê bigirin. Em destûr nadin ku ser komkujiya roboskiyê bê girtin. Em naxwazin ku komkujiya Roboskiyê bibe mijara rik û dijminantiyê. Em dixwazin ev rastî bê dîtin û rê li peş helalî û aştiyê veke."

'WELATÊN MEZIN JÎ LI HEMBERÎ ŞAŞIYAN LÊBORÎN DIXWAZIN'

Demîrtaş daxuyand ku, welatên mezin jî şaşiyan dikin û wiha berdewam kir: "Ya girîng dîtina rastiyê û xwestina lêborînê ye. Ger ku rapora Roboskiyê bê erêkirin û her kes ji ber vê yeke wîjdanê wan rehet be, wê demê em dê di pêşerojê de çawa bi rastiya xwe re bên rûqalî hev. Em dê çawa pêvajoyek nû pêş bixin. Ev vê yekê tu carî qebûl nakin. Her tişt aşeker ye. Kê ferman û raye da aşkere ye. Em dîsa bang li hemû parlamenteran dikin û dibêjin ji bo pêşerojê û helaliya civakê deriyên pêşerojê vekin. Lê ger ku bixwazin wekî komkujî pêk nehatiye û deriyê wijdanê xwe bigirin, wê demê dê berpirsiyarên pêşerojê ew bin."

Demîrtaş ji hemû parlamenteran xwest ku, raporê erê nekin û berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li hemberî komkujiya Roboskiyê bi cih bînin. Demîrtaş xwest her kes ji raporê re bêje na ne bes e û berfirehî bê lêkolînkirin û rastî bê ronîkirin.

'DI SERDEMA AKP'Ê DE 12 HEZAR KARKER BÛN QURBANÊ KAR'

Demîrtaş li ser komkujiya karkeran jî rawestiya û anî ziman ku, li Lulebûrgazê mîtînga "Ji karê bêqûral û ewle re na" pêk hat û mîtîng silav kir. Demîrtaş anî ziman ku, ew pir girîngiyê didin mitîngê û wiha got: "Tenê di serdema hikûmeta AKP'e de 12 hezar karker bûn qurbanê kar. Beriya hikûmeta AKP'ê hêjmara karkerên hemal 300 hezar bûn. Lê niha di serdema hikûmeta AKP'ê de hêjmara karkerên hemal bûye milyon û nîvek. Êdî pergala ku dewlet jî hemalên karker bide xebitandin pêş xistiye. Hem keda wan erzan kiriye, em jî ewlehiya wan a kar nemaye. Mafê wan ê xebata mirovane ji destê wan girtiye."

MÎTÎNGA HERÎ MEZIN A ROJHILATA NAVÎN LI AMEDÊ PÊK HAT

Demîrtaş di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser Newroza Amedê û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha berdewam kir: "Hemû kesên alîgirê aştiyê fam kir ku li Amedê 2 milyon mirov çima daket qadan û çima li vê peyamê xwedî derket. Divê her kes wateyê bide reforanduma gel a mezin. Li wir maqirne nehat belavkirin. Li wir firin û sarincên belaş nedihat belavkirin. Bi milyonan mirov ji bo aştiyê û peyama Birêz Ocalan hatin qadê. Niha dixwazin ser vê peyamê veşêrin. Peyama ku hat xwendin berovajî didin xuyakirin. Peyam ji aliyê 2 milyonan kesan ve bi coş û kelecanek pir mezin ve hat guhdarkirin. Li dijî şer, pevçûn û înkarê manîfestoya aştiyê bû. Hemû erdnîgarî, şaristanî, bawerî, nasname û çand hembêz kir. Di banga Birêz Ocalan de vegera koka xwe hebû. Rastiya dîroka înkarkirî hat vegotin û hat diyarkirin ku bi reng, bîr û bawerî û zimanê xwe her kes dikarin di nava aştiyê û hevpar bijîn."

'BANGA OCALAN BANGA PÊŞEROJA 100 SALAN E’

Demîrtaş li ser yekîtî û hevkariya gelê Rojhalata navîn ji rawestiya û got: "Di hiqûqa îslamê de înkar, îmha, bişaftin tuneye. Hezar sal berê li ser axa Mezopotamya Anadolu dema kurd û tirk gihiştin hev yên ew bi hev kelandin îslamiyet bû. Kesên vê hiqûqê û rastiyê fam neke nikarin ji xwe re bêjin em misliman in. Ger ku dê îro ji nû ve hiqûq bê avakirin, wê demê divê em nekevin nava şaşiyên berê. Divê em ji feraseta înkar, îmha û wêdekirina berê dûr bikevin. Divê em di serdema nû de hurmetê ji nasname, bawerî, çand û rengê kurd, tirk, faris, ermeniyan tevan re bigirin. Divê em hev wekî dijmin nebînin. Divê em xwe wekî xwediyê vê axê yê qedîm bibînin. Divê em ji feraseta dijminandiya hev dûr bikin. Banga hatye kirin ne banga ji bo meh û salek dine. Ev ne bangek taqtike. Ev banga 100 salên pêş in. Divê her kes pir baş vê peyamê bixwîne û rast bixwîne."

'BILA DI BAXÇEYÊ AŞTIYÊ DE GULÊ ÎSPARTA Û GULNIXWÎNÊ COLEMÊRGÊ JÎ HEBIN'

Bila gula Îsparta jî hebe. Bila sumbul û gulnixwîna Colemêrgê jî hebe. Bila hemû reng û rû, bîr û bawerî di nava vî baxçeyi de cih bigirin. Bila meclis û hemû kes vê peyamê rast bixwînin. Rast bibînin. Sirf ji bo Birêz Ocalan rastî aniye ziman li hemberî wî derdikevin. Lê rastî ji aliyê her kesi ve rastî ye. Lê divê em dest ji vê ferasetê berdin. Em niha li ser dawîhatina îsyana dawî ku encama îsyana 100 salan in di axivin. Em dikarin bi hêsanî nêzî vê îsyanê bibin. Em nikarin li hemberî vê rastî û pêvajoyê sersariyê bikin. Em nikarin van pirsgirêkan paşguh bikin. Ger ku em li ser vê pirsgirêka dîrokî ne axivin û niqaş nekin wê emê peywira parlamentoyê ciye. Divê hikûmet û parlamento rola xwe rast bilîze.

Li gelek welatan rol û mîsyona meclisê li ber çavane. Meclisa Tirkiyeyê jî divê li hemberî vê rol û misyona dîrokî sersariyan neke û berpirsiyariya xwe bicih bîne."

'DIVÊ JI BO PAŞVEKIŞANDINÊ BIRYARA MECLISÊ HEBE'

Demîrtaş li ser niqaşên paşvekişandinê û agirbestê jî rawestiya û xwest ne tenê ji bo paşvekişandinê divê ji bo hemû xebatan ewlehiya zagonî û meclisê hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê biryara meclisê û vîna meclisê hebe. Divê paşvekişan bi ewlehiya zagonan pêk bê. Ji bo Komîsyona Aqilmendan heta niha di destê me de lîsteya navan tuneye. Bê guman dê lîsteyek di destê me de jî çê bibe. Lê divê berî her tiştî rêgeza kesan li ber çavan bê girtin. Kesên ku ji aliyê her kesî ve tên bijartin hebin. Komîsyona Zilamên Aqil tê gotin. Em wekî partî li dijî vê yekê ne. Feraset û felsefa me ya azadiya jinê li hemberî vê yekê ye. Divê hurmeta me li hemberî jinê û dayîkan jî hebe. Em destûr bidin bila bi giranî hevalên jin cih bigirin. Heta niha her tim zilam şer derxist. Lê bila jin aştiyê pêş bixin."