'Banga 'seferberiya milî' ya Erdogan banga qirkirina Kurdan e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, banga seferberiya milî ya Erdogan bangeke gelekî xetere ye û got, "Erdogan ji bo qirkirina Kurdan bang kir. Divê her kes tedbîra xwe bigire."
BEHDÎNAN / ANF - ERSÎN ÇELÎK Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, banga seferberiya milî ya Erdogan bangeke gelekî xetere ye û got, "Erdogan ji bo qirkirina Kurdan bang kir. Divê her kes tedbîra xwe bigire."
Kalkan bûyerên mora xwe li sala 106'an xistin û mijarên di rojeva heyî de ne, ji ANF'ê re nirxand.
Kalkan da xuyakirin, ku tevî zor, zehmetî û êşên giran, di sala 2016'an de gelek destketî hatin afirandin û 'Plana Têkbirinê' ya AKP'ê bi giranî hat pûçkirin. Kalkan got, "Encamên welê derketin holê, ku yên xwestin têk bibin, bi xwe hatin radey têkçûnê. Herî dawî, Tayyîp Erdogan û gelek rêveberên AKP'ê li pêşberî çalakiyên şoreşgerî gotin, 'Em ê serî netewînin, em ê teslîm nebin'. Ev gotin bi xwe, vê rastiyê nîşan dide. Eger ev gotin ji devê wan derdikeve, hingî di hişê wan jî de ye. Hatine wê nuqteyê ku vê rewşê di nava xwe de dinirxînin. Lewma zor û zehmetî, êşên hatine kişandin û berdêlên hatine dayîn, belasebep nebûne. Di dîroka berxwedana Kurdan de ev sal bûye sala berxwedanê ku navê xw bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Berxwedana xwerêveberiyê ku bi Cizîr û Sûrê dest pê kir û li Gever, Şirnex û Nisêbînê derket asta herî bilind, nîşanî dost û dijmin da, ku gelê Kurd çiqasî di jiyana azad de bi biryar e, bi israr e. Em salê li ser vê bingehê diqedînin.
Di şexsê şehîdên Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û Geverê de hemû şehîdên xwerêveberiya demokratîk û şehîdên leheng ên ev destketî afirandin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Bi taybetî, li Amedê di şexsê hevrê Azad Sîser, Azad Farqîn, Çekdar Amed, Zinarîn Serhat, Doza û Andok, li Dersîmê di şexsê her du hevrê Roza, li Zagrosê di şexsê hevrê Devrîm û li Mêrdînê di şexsê hevvrê Botan Hakkarî de hemû berxwedêrên fedayî, şehîdên leheng ên HPG û YJA Starê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Wan kirin ku em van zehmetiyan ji holê rakin, plana tesfiyeyê û tinekirinê ya rejîma qirkirina faşîst, pûç kirin. Lehengiya Kurdan derxistin asta herî bilind. Ji bo li ser şopa Rêber APo û şehîdên me yên leheng, sala 2016'an bikin sala biserxistina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, lehengiya herî mezin a dîrokê nîşan dan."
'DI SALA 2016'AN DE DILÊ GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRATÎK LI QADÊN XWERÊVEBERIYÊ LÊ DA'
Dûran Kalkan da xuyakirin, sala 2016'an ji bo tevgera wan bû sala berxwedan û serketina mezin û wiha dewam kir, "Rêberî li ber xwe da, gel li ber xwe da, gerîla li ber xwe da, siyaseta demokratîk li ber xwe da. Jin û ciwanan li ser xeta Apoyî ji bo azadiyê bi lehengî li ber xwe dan. Dirûşma salê ji aliyê ewladê hêja yê Cizîrê, endamê meclîsa gel, sembola berxwedana Cizîrê Mehmet Tûnç ve hê di destpêka salê de hate diyarkirin. Li dijî êrîşên faşîst û tinekirinê yên AKP'ê got, 'em ê serî netewînin, bi me serbilind bin'. Sala 2016'an ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê û mirovahiyê, pêvajoyeke lehengiyê ya dîrokî da destpêkirin. Dikare bê gotin, ku her saleke PKK'ê bi zor û zehmetiyan derbas bûye, lehengiyên mezin lê rû dane û bûne salên mûcîzeyî. Sala 2016'an jî bûye saleke bi vî rengî ya berxwedana PKK'ê"
Kalkan da zanîn, taybetmendiyên xweser ên her salê hene û got, "Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bû berxwedana topyekûn. Dilê hemû Kurdan û hêzên demokratîk, çawa ku di sala 2015'an de li Kobanê, li Rojava ji bo berxwedana li dijî faşîzma DAIŞ'ê lê da, di sala 2016'an de jî li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Amed, Botan, bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi berxwedêrên leheng ên li dijî komkujî û êrîşên hovane yên faşîzma AKP-MHP'ê rabûn, lê da. Sala 2015'an bû sala serketina mezin a Rojava, sala 2016'an jî bû sala serketin û berxwedana mezin a Bakurê Kurdistanê."
'CIZÎRÊ XETEKE LEHENGIYÊ KU HER TIM MIROV WÊ PÊ SERBILIND BE, DERXIST HOLÊ'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da zanîn, pîvana Mehmet Tûnç wek pîvaneke rasteqîn a Apoyî mohra xwe li tevahiya salê xist û wiha dewam kir: "Zor û zehmetî çi dibe bila bibin, êş çiqasî zêde be bila bibe, berdêl çiqasî giran be bila bibe, bi gotina Rêber Apo, 'eger jiyanek hebe divê azad be, naxwe jiyana ne azad wê neyê jiyîn', li dijî her şêwe zext, zilm, êrîş û komkujiyê, cesaret û fedakariyeke mezin hate nîşandan. Li xendekan, bendan, kolanan û malan heta dawiyê li ber xwe dan. Mal, kolan, bajar neterikandin. Tevî ku mal xera kirin, şewitandin û bi zorê ji bajêr dexistin jî, li dora bajêr di binê konan de bi cih bûn û li ser axa xwe man. Bi vî rengî serketina azadiyê ya li ser axa xwe esas girtin.
Li ser vê bingehê, sala 2016'an bû sala berxwedanê. Berxwedanên Cizîr û Sûrê hê di destpêka salê de bûn navenda dilê gelê Kurd. Cizîr, bi gotina Mehmet Tûnç, serî netewand, xeteke lehengiyê ya ku timî mirov pê serbilind bin derxist holê. Bi vî awayî xeteke berxwedanê ya ku di nava têkoşîneke bi vî rengî de çawa bê destnîşankirin, eşkere kir.
'SÛRÊ TIRS BERDA DILÊ DIJMIN'
Berxwedêriya Sûrê lehengiyeke ku tirs berda dilê dijmin, vîna dijmin şikand, derxist holê. Taktîkên fermandar Çiyager, hêzên şerê taybet ê Tirk gêjomêjo kir. Me di çapemeniyê de jî dît, bê hinek ji van hêzên taybet ên Tirk xwe bi alkolê, bi esrarê çawa motîve dikin. Bi gotina rayedarên dewleta Tirk, artêşa Tirk li pêşberî komek ji berxwedêran şikest, têk çû. Li xwe mikur hatin ku hêzeke ji çar tabûran winda kirin. Li aliyê din, Geverê jî li gorî xwe berxwedanek nîşan da. Ya rast, mirov dikarin bêjin li wir hin tevlîhevî çêbûn. Hin qelsî rû dan. Dersên ku em ê ji Geverê derxînin hene. Gotineke dibêje 'Di nava Osmaniyan de dek û dolab gelek in' heye. Bi tecrûbeyeke bi êş me careke din dît, bê di nava rêveberiya TC de dek û dolab çiqasî zêde ne.
'ARTÊŞ Û HÊZÊN TAYBET ÊN TIRK KETIN NAVA SENDROMA NISÊBÎNÊ, NE WÊRÎBÛN XWE NÊZÎ KOLANAN BIKIN'
Tevî van hemûyan li Nisêbînê lehengiyeke mezin rû da. Di nava artêşa Tirk de berê qala sendroma Kurdistanê dihat kirin. Lê belê di berxwedana bajarekî de yekemcar ev gotin di berxwedana Nisêbînê de bi awayekî zelal hate gotin. Artêşa Tirk û hêzên şerê taybet demeke dirêj di nava sendroma Nisêbînê de man. Welê li wan hat, ku nekarîbûn xwe nêzî kolanên Nisêbînê bikin. Tirseke gelekî mezin kete dilê wan, gelek kuştiyên wan çêbûn.
'ŞIRNEXÊ BI WINDAHIYÊN HERÎ KÊM, DERBA HERÎ MEZIN LI DIJMIN XIST'
Şirnex jî bû mînaka wê yekê, ku bi windahiyên herî kêm, derba herî mezin li dijmin xist. Li Şirnexê têkoşîn hê jî dewam dike. Gel li ber xwe dide, hêzên azadiyê li ber xwe didin."
'BERXWEDANA BÊHEMPA YA BIHARÊ, BI ŞERVANIYA ZINAR Û DOGA DEST PÊ KIR'
Kalkan da xuyakirin, ku ew bi berxwedana lehengiyê gihîştin bihara 2016'an û got, "Şert û mercên zivistanê gelekî giran bûn. Yekparebûna berxwedana çiya, deşt û bajêr, hinekî zehmet bû. Bi biyarê re pêşî li vê vebû. Gerîla bi qasî li nava bajaran, li çiyê jî kete nava tevgerê. Sala 2016'an li tevahiya çiyayên Kurdistanê bû saleke şerê mezin. Çiya û herêmeke ku lê çalakî lê nehat lidarxistin, darbe li dijmin nehat xistin, nema. Gerîla şerekî tolhildanê yê bi bandor meşand. Ev şerekî li ser xeta fedayî bû. Ev berxwedana bêhempa bi şervaniya Zinar û Doga dest pê kir. Şerekî mezin ê şoreşgerî hate meşandin, ku ji Elezîzê heta Cizîrê serî li dijmin da tewandin, hesab ji hemû kujeran pirsî û tola komkujiyan hilanî. Ji xwe ev tên zanîn, ne lazim e mirov dubare bikin."
'ERDOGAN DITIRSE KU DI HER KÊLIYÊ DE DIKARE TINE BIBE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku vê berxwedanê koalîsyona AKP-MHP'ê xitimand û di encamê de di meha Gulanê de hikûmeta Ahmet Davûtoglû ket, di Tîrmehê de jî hewldana darbeya leşkerî hate kirin. Kalkan bi berdewamî got, "Mirov dikarin bêjin reveberiya Erdogan di kêliya dawî de rabû ser xwe; yanî ket û piştre rabû. Bêguman cihê nîqaşê ye bê çiqasî rabûye ser xwe. Hatiye nuqteyeke welê, ku di nava sendroma têkçûnê de heye. Gelekî ditirse, nikare razê, nikare bisekine. Ji her kesî ditirse. Gefê li her kesî dixwe û bi gerandina dek û dolaban hewl dide dîktatoriya xwe ya şexsî ava bike."
Kalkan bibîr xist, ku hemû hevşaredarên DBP'yî hatine girtin û got, "Hevşaredarên Bajarên Mezin, Ahmet Turk ê heftê salî jî girtin. Ji wan hebû ku bi zext, gef, girtin, komkujiyê karibin çavê gelê Kurd, extiyar, ciwan û zarokan bitirsînin. Lê belê gel li ber xwe da, gerîla li ber xwe da, siyaseta demokratîk jî li her qadê bi lehengî li ber xwe dide."
'DESTKETIYA HERÎ MEZIN A SALA 2016'AN: BERXWEDANA KURDAN JI HEV NAKEVE, TINE NABE'
Kalkan diyar kir, tevî hemû komkujî, girtin û êrîşên faşîst ên faşîzma AKP-MHP'ê, berxwedana Kurdan bi gavekê jî nehatiye qelskirin û got, "Çi li derve, çi li zîndanê, li çiyê, li bajaran, hemû Kurdên welatparêz li her cihî li dijî faşîzm û qirkirinê bi lehengî li ber xwe didin û ti carî serî natewînin. Destketiya herî mezin a ku sala 2016'an derxistiye holê ev e: Berxwedana Kurdan ji hev nakeve, tine nabe. Gelê Kurd bi biryar e ji bo azadiyê li ber xwe bide. Eger pêwîstî pê hebe wê heta ferdê dawî ev berxwedan bidome, lê di dawiya dawî de wê Kurd azad bibin. Lewma yên ku pişta xwe dane hêviya têkçûna berxwedana Kurdan, yên siyaset, hebûn û desthilatdariya xwe bi vê ve girê dane, li pêşberî lehengî û berxwedana Kurdan têk çûne. Hatine ber hilweşînê. Ji hev dikevin û hildiweşin. Ji ber vê yekê, desthilatdariya AKP-MHP'ê negihîştine armanca xwe. Armanca wan serîtewandina li Kurdan, şikandina hêza berxwedanê, vegerandina ji armanca azadiyê û belavkirina rewşa rêxistinî bû. Lê ti ji van bi cih nehat. Berevajî vê; gelê Kurd hê bêhtir li hev civiya, hê bêhtir şoreşger bû, hê bêhtir radîkal bû. Li parçeyên din û derveyî welat, Kurd hemû li dora vê xeta berxwedanê lihev civiyan e."
Kalkan diyar kir, eger îro şeref û rûmeta Kurdan hebe, eger berxwedana Kurdan hebe, eger dikarin bi awayekî azad bafirin, hilmê bistînin û bi rûmetdarî li rûyê hev dinêrin, ev yek bi saya berxwedana sala 2016'an e. Kalkan got, "Kurdan di sala 2016'an de bi berxwedana xwe careke din nîşanî dost û dijminan da ku wê her tim hebin û azad bin."
'TEMENÊ KU AKP JI BO ME DIBÊJE, ESAS JI BO WAN BI XWE YE'
Kalkan destnîşan kir ku êdî rêveberiya Tirkiyeyê ti tiştekî xerc bike nehiştiye û wiha pê de çû; "Dawiya vê salê, têkçûna rêveberiya AKP-MHP’ê ye. Her çiqasî ji DYP’ê hatibe îxrackirin jî, êrîşkarekî faşîzan ê bi navê Suleyman Soylû heye ku naşibe ti tiştî, heqaretê li her kesî dike. Em naxwazim bikevin asta wan. Tevahî xebarên wî lê vedigerînim. Lê, lumpen in û serserî ne, kujer in, qatil in. Nediyar e ku bê ji kû hatine, Tirk in an ne. Niha jî wek wezîr anîne. Dibêjin, em ê nizanim çi bikin, çawa hilweşînin- bişkînin. Lê, li vir dibêjim, wê temenê Suleyman Soylû jî, desthilatdariyê jî ne heta biharê be. Heta Nîsanê demê didin me, ez jî ji wan re dibêjim, heta Newrozê hûn ê tine bibin. Faşîzma AKP-MHP’ê her çiqasî xwe virdewêde bikin jî, bêjin wê destûra bingehîn çêbikin jî, wê temenê wan ne dirêj be. Heta vê xeta heyî bidomînin, wê dawiya desthilatdariya heyî nêz be. Esas, ew temenê ku AKP ji bo me dibêje, ji bo wan bi xwe ye."
Kalkan anî ziman, Kurdbûyinek ji PKK’ê qut nabe û wiha pê de çû; "Kurdbûyina ji PKK’ê qut wê çawa bafirînin, Kurdên ji PKK’ê qut wê kî bin? Kî ye ku ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd têdikoşe? Gelo hin xulamên ku li ser navê AKP’ê diçirin nûnertiya Kurdbûnê dikin? Ev ne mimkûn e. Ya din jî di pêşengiya PKK’ê de neteweyîbûna Kurd a demokratîk afirî, pêş ket. Gel her roj dibêje, PKK gel e, gel li vir e. PKK mîna nasnameya xwe dibînin, hebûna xwe tê de dibînin. PKK, dibe ruh û îradeya civaka Kurd. Jixwe Kurdbûyinek bêyî PKK’ê qediyaye. PKK’ê mirî zindî kir, dewletê bi xwe jî ev got. Di belgeyên MÎT’ê de ev bi eşkere tên gotin. Lewma jî Kurdbûyinek bêyî PKK nabe. Li milê din jî PKK hewl dide pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê dibêjin, 'pirsgirêk pirsgirêka PKK’ê ye, pirsgirêka terorê ye.' Erê, PKK jî ji ber pirsgirêkekê derketiye, ‘teror’ jî. Çi ye ev pirsgirêk, pirsgirêka Kurd e. Yên vê dibêjin, ez jî dibêjim, hûn ji bo azadî û hebûna gelê Kurd çi dibêjin. Dibêjin em ê Kurdan tine bikin, tine dihesibînin. Dema tengezar dibin jî dibêjin ‘em ne li dijî Kurdan, li dijî PKK’ê û terorê ne.’ PKK, gelê Kurd e. PKK, tevgerek siyasî ye, baweriya xwe bi çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd heye. Rêber Apo di hevdîtina dawî de got, ‘Li Îmraliyê, li cihê xwe yê 5’ê Nîsana 2015’an im, ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd amade me.’ Rêbertiya Kurd, li vê nuqteyê ye. PKK, gelê Kurd bi canê xwe girêdayî Rêbertiyê ne."
Kalkan bi bîr xist ku ev pêvajoya şerî ne bi dest PKK’ê çêbûye, bi berdewamî, "Hin melaqên AKP’ê bi nemerdî dinivîsin. Wê rojek were, em ê li ber dîrokê, çavê tevahî mirovahiyê, dadgehên demokrasiyê hesab bipirsin. Dibêjin, ‘piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, PKK’ê xwe avêtiye çekê, nizanim çi kiriye’. Ka biçin ji Ahmet Davûtoglû re bêjin, kê çek bi kar anî? Kê ferman da Ahmet Davûtoglû? Çend caran pesnê xwe da û got me di şevekê de 400 êrîşên balafiran pêk anîn. Gelo, wê demê çima dibêjin PKK’ê daye destpêkirin? Dema êvara 24’ê Tîrmehê balafiran li kampên PKK’ê didan, li dijî siyaseta Kurd operasyonên qirkirina siyasî pêk dihatin, PKK hê ketibû nav lêgerîn û hewldana ku wê çawa çareseriya demokratîk pêş bikeve, çawa karibe atmosfera siyasî di vê çarçoveyê de bandor bike. Di nav vê lêgerîna çareseriyê de êrîşek wisa nemerdî û hovî ya tinekirinê pêk anîn. Li dijî vê jî li ber xwe dide. Li dijî ew kesên ku dixwaze wê tine bike, ji bo hebûnê li ber xwe dide. Hesabê qetlîam û êrîşan dipirse, tolê hiltîne."
'BA LI WAN BÛ BAHOZ'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser teqîna li Stenbolê û got; "Li Stenbolê teqînek çêbû, yekî ku ji xwe re dibêje nivîskar im, dibêje, ‘ma me çi kiribû ev hat serê me.’ Ma tu yê hê çi bikira? Te Kurdistan kir gola xwînê! Ev saleke ti qetlîamên ku te nekirî nemane. Dema balafir, tankan, helîkopteran tax, bajar, çiya, kevir bombe dikirin te li çepikan dida. Dema li Kurdistanê qetlîam dibe, mirov tên kuştin asayî ye, lê li Kurdistanê dema yek çend sîleyan li polîsekî kujer dixe, qiyamet e. Ba çandin, bahozê diçînin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve ba çandin, niha jî bahoza TAK’ê diçînin. Ji ber nizane wê ji kû êrîş bike, civak ketiye nav sendromekê.
Dibêjin ev PKK’ê anî serê me. Na, PKK’ê nanî, ew kesên li ser serê we anîne, yên her roj we çepik jê re didan. Eger li berpirsan digerin, wê demê ji Erdogan, Bahçelî, Davûtoglû, Kiliçdaroglû, Bînalî Yildirim re bipirsin, bê li kû çi biryar girtine? Kî ne ew kesên ku biryara şer girtine, bi seferberkirina derfetên dewletê ji bo Kurdan qetil bikin ewqasî êrîşan bi rê ve dibin? Tayîp jî, Bahçelî jî gotin wê kevir li ser kevir, serî li ser mil nemîne. Eşkere gotin, yê herî baş ê mirî ye, wê çokan bişkînin. Niha ev hemû ji bîr kirine."
Kalkan hişyarî da ku yên çekê bi kar tînin ne tenê rêveberên Tirkiyeyê ne û got; "Tundiyê tenê ew bi kar naynin, hinên din jî dikarin bi kar bînin. Eger bi xwe hewl bidin bi kar bînin, wê bersivê jî bibînin. Kurd gihiştine vê têgihiştinê, wisa rêxistinkirî ne. Yên ku dixwazin tiştekî bi hinan bikin bila baş bizanin, wê li wan vegere, ew jî dikarin li wan bikin. Ev cîhan, cîhanek wisa ye. Kurd, wisa zanin, wisa rêxistinkirî ne, xwedî ew hêzê ne. Êdî wê vî hesabî bipirsin, dipirsin û wê bipirsin jî. Lê, divê bi taybet civaka Tirkiyeyê vê rastiyê baş fêm bike. Rewşeke ecêb e, dema hikûmeta Ahmet Davûtoglû dest bi êrîşên 24’ê Tîrmehê kir, beşek girîng a civakê bi ser de çûn, nedihiştin AKP’î bikevin merasîmên cenazeyê. Leşker, sivîlan her kesî digotin hûn bûn sedema şer, diçûn bi ser rêveberiya Erdogan. Niha ev wisa dixuye, an ev hemû hatine jibîrkirin an jî ev derdor hatine bêdengkirin, avêtine girtîgehan. Ji welêt hatine qewirandin. Çapemenî hat bêdengkirin. Komale hatin girtin. Niha dibêjin, ‘Yek dewlet, yek Milet, yek al, yek welat, yek şef, yek gotin’ yek Tayîp Erdogan! Li Tirkiyeyê çi hebe nîn be, tenê Tayîp Erdogan heye. Dîktatoriyek wisa ne Hîtler ne jî Sedam kir. Ti ji van qasî Erdogan nebû yek, negotin tenê ez heme. Çima dibin koleyê şefekî wisa, dîktatorekî faşîst? Ez jî tirşikçiyan re dibêjim, ma nafikirin ku wê sibehê hesabê vê bê pirsîn? Ne di olê de ne îmanê, ne fikrê ne demokrasiyê cihê vê heye. Şebekeyek wisa bi pereyan hatî kirin, ji bo berjewendiyan heye. Derfetên dewletê bi dest xistine, niha jî bi awayekî xirab bi kar tînin. Rastî ev e."