Banga Serhildana Mezin!..
Înîsiyatîfa Gel banga Serhildana Mezin kir
Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bal kişand ku greva birçîbûnê ya girtiyan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 42’emîn de ye û banga Serhildana Mezin li gelê Kurdistanê kir. Înîsiyatîfê got; “Hevalên me bi bihayê canê xwe derhem bi derhem dihelin, tenê tiştek ji me re dimîne, ew jî serhildana mezin e. Em bi serhildana xwe dijmin ji Kurdistanê bigirin û biavêjin.”
Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê di daxuyaniya da de banga serhildana mezin kir. Di daxuyaniyê de bal kişand ser guhertina mezin a li Rojhilata Navîn û têkoşîna gelê Kurd û diyar kir ku sîstema kapîtalîst dixwaze ji vê kaosa ku heye, bi modelên nû hebûna xwe berdewam bike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê rewşê weke “3’emîn Şerê Cîhanê bi nav kiriye. Înîsiyatîfê destnîşan kir ku firsendeke dîrokî heye û got; “Di dîrokê de em tu carî wiha nebûne hêz û negihiştine yekitiyek wiha. Ger gelê Kurdistanê vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar neke, wê demê dê komkujî, qirkirin û qirkirinê civakî li benda me bin.
Înîsiyatîfê bal kişand ser van xalan:
1-Ev 453 roj in ku Rêber Apo di îşkence û tecrîdeke giran de ye. Agahî ji Rêbertiya me nayê girtin, me nizanin di çi rewşê de ye. Endîşeyên me yên cîdî ji rewşa tendurîstî û ewlehiya Rêbertiya me hene. Dewlet-AKP-Gulen ên ku taşeronên hêzên navneteweyî ne, weke ku tol hilbidin, êrîşê dikin. Dixwazin Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, weke hemû rêberên din ên serhildanên Kurdan tasfiye bikin.
2- Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya kadroyê pêşeng Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ku li hemberî zilmê di Zîndana Amedê de dest bi rojiya mirinê kirin, dijmin bin xistin. Berxwedana zîndanê mezin kirin û pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar kirin. Li hemberî van destkeftiyan, wezîfeya gelê Kurd a sereke, em ruh û rêbaza berxwedan 14’ê Tîrmehê bidin jiyandin. Hevalên me yên PKK û PAJK’î 42 rojin di berxwedana rojiya mirinê de ne û vê kevneşopiyê berdewam dikin. Hema bêje hevalên me gihiştine ber şehadetê. Armanca sereke ya vê berxwedana mezin pêkanîna şert û mercên Tenduristî, Ewlehî û Azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ye. Ev daxwaz rewa û xwezayî ne. Ji ber vê jî yekane berpirsê vê pêvajoyê faşîzma AKP’ê ye. Em weke Gelê Kurdistanê faşîzma AKP’ê hişyar dikin.
3-Faşîzma Dewlet-AKP li her çiyayên Kurdistanê operasyonên leşkerî dike û tevî çekên kîmyewî yên ku pîvanên exlaqê mirovahiyê bin pê dikin, hemû teknîkê bi awayeke xwînxarî bi kar tînin. Xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin, daristan tên şewitandin, bendav û ocaxên ekolojiyê xirab dikin tên çêkirin.
4– Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê Ergenekona Kesk çeteya AKP û Gulen ve tên plankirin û pêkanîn, bi lez û bez berdewam dikin. Bi van operasyonan zextê li gelê me bikin û dixwazin gelê me bi van polîtîkayan biçewisînin. Tayyip Erdogan heqaretê li hemû nirxên Kurdan dike.
5–Dewleta Tirk a faşîst a ku li hemberî Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bêçare maye, kengî dikeve tengasiyê behsa diyalog û muzakereyan dike. Behsa muzakere û diyalogek wiha ku tu bingeh û koka wê tune ye dike, bi vî awayî dixwazin refleska Serhildanê ya gelê me nerm bike û rawestîne. Îro ji ber ku faşîzma AKP’ê ketiye tengasiyê, lewma behsa muzakere û diyagê dike û bi rêya çapemeniya xwe dike rojev. Ji ber ku li hemberî têkoşîna gelê me tengezar bûye dixwaze gelê me mijûl bike. Tişteke wiha ji binî ve derew e. Gelê me tu carî guhdarê derewên wiha nake.
6–Dijminên Kurdistanê bi pêşengiya dewleta Tirk hêzên navneteweyi digire pişt xwe û li kuderê kurdek hebe, êrîş dikin û dixwazin ji pozîsyona ku dixwazin mafên xwe bi dest bixin, derbixin. Destkeftiyên gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê weke tehdîdê dibîne.”
Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “Tecrîda li ser Rêbertiya me berdewam dike, hevalên me ku di zîndanan de ji bo mirinê bedena xwe danîne holê, divê ev cejn bibe roja xwedîderketina li vê pêvajoyê û li derdora Rêber Apo bibin xelek.”
Înîsiyatîfê ev bang kir; “Roj roja rabûna ser piyan e. Roj roja azadkirina Rêber Apo, avakirina Kurdistana Konfederal e. Roj roja rizgarkirina hevalên me ji zincîrên zîndanê ye. Roj roja xurtkirina serhildanê ligel berxwedana fedayi ya gerîlayan e. Jiyana ji bilî vê tê wateya jinakeke heta dawiyê bi nelet û bê rûmet.”
ANF NEWS AGENCY