1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. BANGEWAZÎ: Kobanî û Şingalê cêwî ne
BANGEWAZÎ: Kobanî û Şingalê cêwî ne,bangewazî,kobanî,û,şingalê,cêwî,ne

BANGEWAZÎ: Kobanî û Şingalê cêwî ne

A+ A-

Ev demeke dirêj e ku hêzên tarî, bi serkêşiya Daişê, bajarê Kobaniyê dorpêç kirine û di van rojên dawiyê de bi çekên giran û bi hêzeke mezin berê xwe dane Kobaniyê û dixwazin wê dagîr bikin.

Li ber çavê hemû cîhanê, roj bi roj metirsiya dubarekirina tirajediya Şingalê li Kobaniyê zêde dibe û pêre jî pêdiviya Kobaniyê bi tevgereke bilez heye, da ku rê li ber cenosîdê û tevkujiyan bê girtin.

Di vê çarçovê de, ji bo şermezarkirina xemsariya hêzên navneteweyî û daxwazkirina mudaxeleyeke lezgîn ji bo parastina Kobanî, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, li pêşiya avahiya Yekîtiya Ewrupayê li Brukselê çalakiyeke pirotestoyî lidardixîne. çlalakî wê roja şemiyê, demjimêr dehê sibehê dest pê bike û wê du rojan dewam bike.

Em bang li hemû rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dikin, da ku berê xwe bidin konê çalakiyê, yê ku wê sibeha şemiyê li hemberî avahiya Yekîtiya Ewrupayê li Brukselê bê vegirtin.

Werin em bi hev re piştgiriya berxwedana zarokên Kobaniyê bikin û dengê wan bigihînin navendên biryargirtinê yên Ewrupayê.

Werin em bi hev re daxwaza desttêwedaneke leşkerî dijî hêzên Daişê yên ku Kobanî dorpêçkirine, bikin.

YPG û YPJ hêzeke ku di ber Kobanî û di ber nirxên hemû mirovayetiyê de şer dikin, hêjayî xurtkirin û biçekkirinê ne.

Werin em bi hev re doza bihêzkirina wan bikin û berxwedana wan û ya hemû berxwedêrên li Kobanî û Şingalê, silav bikin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

01.10.2014

Roj û demjimêr:

Şemî, (04.10.2014) ji 10.00 hetanî 17.00

Yekşem, (05.10.2014) ji 10.00 hetanî 17.00

Navnîşan:

LUXEMBURG PLEIN 1050

ELSENE - 6 - BRUSSELS

Ji bo têkiliyê:

0032 48 800 48 42 (Ehmedê Huseynî)