1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Barzanî banga reforman kir
Barzanî banga reforman kir,barzanî,banga,reforman,kir

Barzanî banga reforman kir

A+ A-

HEWLÊR - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin de daxwiyaniyek da û diyar kir ku divê reformên siyasî û civakî bên kirin û wiha got; “Divê derfetek nû bê afirandin, pêwist e dawî li gendeliyê were anîn, êdî li her cihekî be. Nabe cudahiyên navbera me bibin sedema dabeşbûna me, divê me bihêztir bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyerên Başûrê Kurdistanê diqewimin de got; “Bê liberçavgirtina aliyê siyasî, olî û cihê jidayikbûnê, hemû daniştvanên Herêma Kurdistanê bi awayekî yeksan hatine dirûstkirin û li beramber yasayan de jî divê bi wî awayî danûstandin ligel wan bê kirin. Wek daniştvanên herêmeke demokratîk, mafê hemû hevwelatiyan heye xwepêşandanên aştiyane bikin. Mafê hemû kesî heye civînên cemawerî yên aştiyane girêbide, partiyên siyasî pêk bîne û beşdarî hilbijartinan bibe, welatî jî deng bidin wî alî ku li gor wan nûneratiyeka wan a baş dike di hikûmetê de.”

Barzanî diyar kir ku wek welatiyan jî, berpirsyarî di stoyê wan hemûyan de ye ku aramî û asayişa civaka xwe biparêzin û got “Berpirsyarî di stoyê me hemûyan de ye ku rewşa asayiş û selametiyê bo welatiyan dabîn bikin, mal û milkê wan ê taybet biparêzin û rêz li mafêm mirov bigrin. Her di wê çarçoveyê de jî, divê em bi hev re dijî her kirdareke tundûtûjî û kesekî rawestin ku hewl dide mafê asayişa ferdî ji hevwelatiyan werbigre. Me wek gelê Kurd şerekî zêde kiriye û me gelekî jî nexweşî dîtiye-zarok, bira, xwîşk, dayik û bavên xwe ji dest dane-hemû ew hewl û qurbanî jî bo bidestxistina aştî û azadiyê bûn.”

Barzanî di daxwiyaniya dayî de diyar kir hinek kesên ku dixwaze karê tundûtûjiyê bike yan mafên kesên din binpê bike li Kurdistanê cihê wan nabe.

Barzanî bal kişand li ser reformên Başûrê Kurdisanê û diyar kir divê reformên siyasî û civakî bên kirin û divê derfetek nû bê afirandin, pêwist e dawî li gendeliyê were anîn, êdî li her cihekî be. Barzanî got; “Nabe cudahiyên navbera me bibin sedema dabeşbûna me, divê me bihêztir bikin. Her kesek ji me dikare nerîna xwe bîne ziman û bi awayekî rêk û pêk û bi nêteke baş hevrikiyê bikin bo bipêşdebirina herêma me. Evna ye gewhera demokrasî-yekgirtîbûna me di dema hebûna cudahiyên me de ku em bighin xewnên xwe

ANF


Bêjeyên Miftehî