Barzanî Beşdarî Zîrveya Erebî nabe
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Beşdarî Zîrveya Erebî nabe
Rêveberê Ragehandina Navenda Peywendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdariya zîrveya Dewletên Erebî nabe.
Hate zanîn ku Serokê Herema Federal a Kurdistan Mesûd Barzanî beşdarî zîrveya Dewletên Erebî nabe. Rêvebirê Ragehandina Navenda Peywendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê ragehand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdariya zîrveya Dewletên Erebî nabe. Ji aliyekî din ve Nûnerê Siyasî yê Serokê Herêmê Felekedîn Kakayî jî diyar kir ku eger Serokê Herêmê beşdar neke, her yek li Dr. Roj Nurî Şawîs û Arif Teyfor li wirin û dibe ku yek ji wan nûnertiya Barzanî bike. Hate zanîn ku Yekîtiya Ereban gihiştiye Baxda û heyetên dewletên Erebî jî 28-29 Adarê wê bigêhêjin Baxda. Ji aliyekî tê diyarkirin ku Ban Kî Moon jî wê zîrveya Erebî de cihê xwe bigre û rewşa Sûriyê, Iraq û Sûdanê jî bêne rojevê. Serokê Sudanê Omer Hesen Beşîr jî di zîrweya Bexdadê de amade bibe.
(ak/mae)