Barzanî bi gotinên Erdogan axivî
NAVENDA NÛÇEYAN – Mesûd Barzanî wekî bilbilekî axaftinên Erdogan dûbare kir û vê carê gef li Partiya Karkerên Kurdistanê xwar.
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel Monitor’ê de gef li Partiya Karkerên Kurdistanê xwar û jê xwest ku bi awayekî aştiyane ji Şengalê derkeve bêyî ku bi şer were derxistin.
Barzanî diyar kir ku dewleta Tirk destpêkê li dijî Federaliya Başûrê Kurdistanê bû, lê ji ber têkiliyên wan ên roj îroyîn ew qebûl dike, bi vê yekê bal kişand ku berê dema ew bi rayedarên Tirk re diciviya nikarîbû ala herêma Başûr li pişt xwe deyne ango rayedarên Tirk rengên Kurdî qebûl nedikirin.
Barzanî danûstandina Erdogan bi doza Kurd re erênî nirxand û got: “Ew ji her kesî bêhtir doza Kurd fam dike!. Tişta min ji Erdogan bihîstiye min ji tu kesên din nebihîstiye. Ev penindayîna Mesûd Barzanî ji Erdogan re piştî komkujiyên ku hikûmeta Erdogan li Bakûrê Kurdistanê pêk anîn, tê.
Pisporekî Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty) gotibû ku kesên li Bakûrê Kuridstanê ji aliyê dewletê ve tên kuştin, kesên sivîl in û tu çek di destê wan de tune ye.
Barzanî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî yek partî girt dest. Ev jî hertim rayedarên Tirk dûbare dûbare dibêjin.”
(he)