1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî: Bila dewlet gav biavêje
Barzanî: Bila dewlet gav biavêje,barzanî,bila,dewlet,gav,biavêje

Barzanî: Bila dewlet gav biavêje

A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Herêma Federal Kurdistanê Mesûd Barzanî hevpeyvînek da nivîskarê rojnameya Milliyetê Hasan Cemal û diyar kir ku greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a girtiyên Kurd ya ji 12yê ve hatiye destpêkirin “peyama pêwîst” daye û got: “Divê dewlet pêngavan biavêje.”
Barzanî ev bersiv da pirsa Hasan Cemal a li ser grevên birçîbûnê: “Bi greva birçîbûnê peyama xwe dane. Bi ya min divê êdî dewlet jî pêngav biavêje... Bi kurtî peyam hate dayin û hate girtin... Bila grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Li hemberî vê jî divê dewlet pêngavan biavêje.”
Hevpeyvîna bi Barzanî re di hejmara îro ya Milliyetê de hate weşandin. Di hevpeyvînê de nirxandinn li ser pêşketinên li Rojhilavanavîn, PKK û Ocalan cih girtin.
Barzanî ji bo rewşa Rojhilatanavîn got: “herêm dişewite” û diyar kir “Lê em nizanin dê xwarinek çawa ji aşxaneyê derbikeve.”
Mesûd Barzanî got: “Dibêjin ya, kes nizane destê kê di berîka kê de ye. Ji ber giroveriya vê herêmê kes nizane lingê kê di berîka kê de ye.”
Barzanî berisv da pirsa “PKK dibe sedema xirabûna têkiliyên aborî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê...” û got: “PKK aliyek ê pirsgirêk ye... Li vir vînek divê, vînek siyasî.... bêyî ku serî li çekan bidin divê vînek ji bo çareseriya bi rêyên aşitiyane hebe... Heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vînek derneketiye holê. Lê em bawer dikin ku dê pirsgirêk bi rêbazên aşitiyane çareser bibe.”
Barzanî diyar kir ku bi çekan naçin ser rê û got “dema têkoşîna çekdarî tije bûye” û wiha got: “Divê PKK dest ji çekan berde.”
Cemal pirsa “Gelo nexşerêyek heye? Divê çi bê kirin ji bo pêvajoyek nû?” pirsî û Barzanî got: “Pirsgirêk her ku diçe kûr dibe. Axaftina Serokwezîr Erdogan 2005 l Amedê kir tê bîran min. Gotibû ‘pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e’... piştre axaftinên wî yên li Hewlrê... Tirkiye dewletek e. Berpirsyartiyên wê li hemberî hemwelatiyên wê hene.”
Barzanî bersiv da pirsa “Nexşerêyeke çawa dibe?” û got: “Divê pêşî agirbestek hebe, divê pêşî çek bê deng bibin (nabêje bila çek bi temamî bên berdan û binaxkirin; dibêje ev pêngava piştî vê yekê ye H.C.) Divê piştre pêngavên biçûk, biçûk bên avêtin...”
Barzanî got: “Perwerdeya bi zimanê zikmakî, perwerdeya bi Kurdî êdî mafeke sereke heye û yek ji mafên herî asayî ye... divê Tirkiye ji vê yekê nereve” û wiha domand: “Li gel agirbestekê divê ji pêngava biçûk û hêsan dest pê bike...”
Mesûd Barzanî bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Dîsa bi taybet gava mirov li tiştên li Tirkiyeyê tên nivîsandin û hewaya raya giştî û Kurdan dinêre... Em dibînin ku divê Ocalan di pêvajoye wiha ya aşitiyêde de rol bigire. Bi qeneeta min hîna jî PKK bi Ocalan ve girêda ye... Hewayeke wisa heye ku, li ser rêxisitnê hîna jî bandora Ocalan heye... lê gava mesele dibe pratîk mirov nizane dê çi biqewime..”
Barzanî pirsa der barê hevdîtinên nû yên wek hevdîtinên Osloyê de berisvand: “Ji bo pirsgirêk bi rêbazên aşitiyane çareser bibe ez amade me ku tişta dikeve ser milê min bikim. Her du aliyan pêngavek biçûk jî ji bo aşitiyê biavêjin ez amade me ku tişta dikevim ser milê min bikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser pirsa “Pêvajoyeke wiha heye gelo?” got: “Niha tiştek wisa tune ye. Ger tiştek wisa bibînim û titşek wisa ji min re were ragihandin, ez amade me.”
Hasan Cemal di dawiyê de dibêje ku gotina Barznaî ya bi awayê “niha tiştek wisa tune ye” ji rastiyê dûr e.