1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî: Divê em firsendê bikar bînin
Barzanî: Divê em firsendê bikar bînin,barzanî,divê,em,firsendê,bikar,bînin

Barzanî: Divê em firsendê bikar bînin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 24.06.2014 09:35:28 Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî da xuyakirin ku ji bo ji nû ve avakirina Iraqê çi ji destê wan hatiye wan kirin, lê nekarî serketî bibin û got, "Êdî dem hatiye gelê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike."

Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî hevpeyvîneke taybet da qenala CNN International. Di hevpeyvîna duh êvarê hat weşandin de Barzanî rewşa li Iraqê nirxand û diyar kir ku êdî zehmet e welat yekgirtî bimîne. Barzanî got, "Ji ber ku ezmûna ku em niha dijîn nîşan dide ku êdî bi vî rengî em nikarin dewam bikin. Iraq îro ji Iraqa beriya du hefteyan gelekî cuda ye."

Ji bo pirsa "Gelo dem hatiye ku Kurdên li Iraqê ji bo xeyala xwe ya diyarkirina çarenûsa xwe û biryara serxwebûnê hatiye yan na" Barzanî ev bersiv da:

"Di nava deh salên dawî de ji bo avakirina Iraqeke nû û demokratîk, me her hewldanên nerm nîşan dan, her tişta ji destê me hatiye me kirin. Lê mixabin ev ezmûn li gorî xwesteka dihat kirin, bi ser neket. Ji ber vê yekê, piştî rewş û bûyerên dawî yên li Iraqê, bi dîtina min divê gelê Kurd ji bo diyarkirina çarenûs û pêşeroja xwe, êdî firsendê bikar bîne."

Li ser pirsa "Ev tê wateya ku hûnê serxwebûnê bixwazin?" Barzanî got, "Êdî dem hatiye gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bike. Biryara gelê Kurd çi be emê jî piştgiriyê bidin wê."

Ji bo pirsa, 'Eger li ser vê biryarê referandûm were kirin wê encam çi be?" Barzanî got, "Beriya çend salan referandûmek hat kirin, lê belê ne fermî bû. Berevajî li yên welatên herêmê, encameke rasteqîn derket holê. Ji sedî 90 ê gel ji serxwebûnê re got, 'erê'."

Der heqê pirsa li ser fikara belavbûna Iraqê Barzanî wiha axivî: "Ya rast di sala 2013'an de piştî rejîm hilweşiya, me (gelê Kurd) yekitî û yekparebûna Iraqê parastin. Di nava deh salên dawî de me ev kar kir. Lê belê niha ji xwe Iraq bi awayekî vekirî ji hev belav dibe. Hikûmeta Navendî kontrola xwe ya li ser her tiştî winda dike. Artêş, polîs û her tişt ji hev belav dibin. Niha em ji derketina rêxistinbûyîna bi navê DAIŞ'ê re şahidiyê dikin. Ev ne sûcê me ye, em enbûn sedema têkçûna Iraqê. Em naxwazin bibin dîlgirtiyê rewşa nediyar."

Barzanî her wiha ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî pêşniyara wan a ji bo alîkariyê red kiriye û anî ziman ku ew di rewşa heyî de Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ'ê yan jî ji her kesên din diparêzin. Barzanî got, "Her kesê xwe nêzî sînor bike, emê li dijî wan şer bikin. Di şerê li dijî terorîstan de emê dudil nebin."

Der barê rewşa Mûsilê ya ket destê çeteyên DAIŞ'ê de Barzanî diyar kir ku wan beriya çend rojan hişyarî di vî warî de dane Malîkî lê belê li ber çavan nehatine girtin û got, "Gelê li herêmên Sunnî dijî, li hemberî polîtîkayên hikûmeta navendî serî rakir. Tişta hat jiyîn hemû ji aliyê DAIŞ'ê ve nehat kirin. Lê belê DAIŞ dixwaze vê firsendê bikar bîne û kontrolê bixe destê xwe."

Barzanî ji ber alîkariyê ji DYA re spasiyên xwe pêşkêş kir û der bar pirsa li ser Kerkûkê de jî got, "Ti gumana me nîne; Kerkûk parçeyekî Kurdistanê ye. Emê li gorî xala 140. a Destûra Bingehîn a Iraqê tevbigerin. Di nava deh salên dawî de em li benda bicihhatina vê xalê bûn. Lê belê di vê mijarê de me ti ciddiyeta hikûmeta navendî nedîtin. Bi dîtina me Kerkûk parçeyekî Kurdistanê û pêwist nîne ku di vê mijarê de axaftin were kirin.

Ji bo pirsa "Wê referandûm pêk were?" Barzanî got, "Me referandûm nekirin. Lê belê eger pêwistî bike emê bikin û emê hurmetê nîşanî biryara gel bidin."