1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî: Em nêzîkatiya Birêz Ocalan a li aştiyê bi teqdîr pêşwazî dikin
Barzanî: Em nêzîkatiya Birêz Ocalan a li aştiyê bi teqdîr pêşwazî dikin,barzanî,em,nêzîkatiya,birêz,ocalan,a,li,aştiyê,bi,teqdîr,pêşwazî,dikin

Barzanî: Em nêzîkatiya Birêz Ocalan a li aştiyê bi teqdîr pêşwazî dikin

A+ A-

AMED 17.11.2013 12:47:49 Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî yê bi heyetekê re çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê anî ziman, ku ew nêzîkatiya Serokwezîr Erdogan û Abdullah Ocalan a li aştiyê bi teqdîr pêşwazî dikin.

Mesûd Barzanî yê 2 roj in li Amedê ye, bi heyeta pê re çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr. Di serdanê de parlamenterên BDP'ê jî amade bûn.

Di hevdîtina nêzî saetekê ya li çapemeniyê girtî pêk hat de Barzanî di derketina ji hevdîtinê daxuyaniyek da çapemeniyê. Barzanî diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ji ber li Amedê ye û got, "Ji bo destekkirina pêvajoya aştiyê em li vir in. Em dixwazin silavên gelê Kurdistanê li gelê Tirk bikin. Em weke gelê Kurdistanê destê xwe yê aştiyê dirêj dikin. Em gavên aştiyê yên Birêz Serokwezîr Erdogan bi teqdîr pêşwazî dikin. Ji ber ku pêvajoya aştiyê daye destpêkirn em nêzîkatiya Birêz ocalan bi teqdîr pêşwazî dikin. Bi hemû hêza xwe em li pişt vê pêvajoyê ne. Daxwaza me ew e ku gelê Kurdistanê bi sebir be." KARÊ ME YÊ DESTPÊKÊ YEKITIYA KURDAN E!

Barzanî ragihand ku aştî ne tiştekî bi hêsanî bi dest dikeve û got, "Bi awayekî gelekî zelal dixwazin bêjin ku karê me yê destpêkê yekitiya Kurdan e. Eger Kurd bi hev re bin, dê hem xizmeteke baş bide xwe hem jî birayên xwe yên din. Ya ku duh destpê kir pêvajoyeke dîrokî ye û em dixwazin ev dewam bike.

Me bi salan qurban dan, aştî rêbaza herî baş e. Bêguman Amed ji bo min cihekî bi nirx e û yekemcar e ez li bajarê Amedê digerim. Lê ji dil em ji Amedê hez dikin."

Hat hînbûn ku piştî serdana Şaredariya Bajarê Mezin dê Barzanî û heyeta pê re bi partî û rêxistinên Kurd ên li derveyî BDP'ê hevdîtinan bike û dûre bi rêya bejahî biçe Başûrê Kurdistanê.