1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî: Em piştgiriyê didin nameya Birêz Ocalan
Barzanî: Em piştgiriyê didin nameya Birêz Ocalan,barzanî,em,piştgiriyê,didin,nameya,birêz,ocalan

Barzanî: Em piştgiriyê didin nameya Birêz Ocalan

A+ A-

Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî Navenda Giştî ya BDP'ê ziyaret kir û diyar kir ku, ew gavên aştiyê yên li Tirkiyeyê bi keyfxweşî pêşwazî dikin û wiha got: "Em piştgiriyê didin nameya Birêz Ocalan."

Heyata ji Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Federal ê Kurdistanê Îmad Ehmed, Nûnerê PDK'ê yê berê yê Tirkiyeyê û Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê Sefîn Dizayî, Nûnerê YNK'ê yê Enqereyê Behroz Galalî û Fuat Huseyîn pêk hat, Navenda Giştî ya BDP'ê ziyaret kirin.

Barzanî û heyeta pê re di bin tedbîrên ewlehiyê de hatin Navenda Giştî ya BDP'ê. Heyet ji aliyê Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik û Parlementera serbixwe Leyla Zana ve hatin pêşwazîkirin. Hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat, nêzî 30 deqîqeyan berdewam kir. Piştî hevdîtinê Demîtaş û Barzanî daxuyanî dan çapameniyê.

Barzanî bi riya tercuman axivî û diyar kir ku, ziyareta wan a BDP'ê di çarçoveya pîrozbahiya Newrozê de bû û piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya dest pê kiriye. Barzanî anî ziman ku, gavên ji bo aştiyê li Tirkiyeyê hatin avêtin wan keyfxweş dikin û wiha got: "Em piştgiriyê didin nameya Birêz Ocalan. Helwesta Erdogan a ji bo aştiyê ji girîng e. Hêviya min ew e ku ji bo gelên Tirkiyeyê bibe hêvî."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku, ew jî Newroza gelê Başûrê Kurdistanê pîroz dikin û ji ber ku Barzanî piştgiriyê dide aştiyê spasiyên we anîn ziman. Piştî axaftinan Barzanî û heyet ji Navenda Giştî ya BDP'ê veqetiyan.